AGIRÎ - Di doza rojnameger Abdullah Kaya de biryar hate dayin ku xwe li benda encama dosyaya li Dadgeha Bilind bigirin.
Derheqê nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’ê hatibû girtin, Abdullah Kaya de bi îdiayên “endamtiya rêxstinê” û “bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” doz hatibû vekirin. 32’yemîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê hate lidarxistin. Kaya ku negirtî tê darizandin, bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Parêzerê MLSA’yê Muhammed Unsal di danişînê de amade bû.
Kaya, got ku kiriyar û parvekirinên li ser medyaya dijîtal di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de kiriye û daxwaza beraeta xwe kir.
Şandeya dadgehê biryar da ku xwe li benda encama dosyaya li Dadgeha Bilind bigirin û danişîn taloqî 30’ê çileya 2025’an kir.