DÊRSIM - Meclisa Şaredariya Dêrsimê bi rojeva “qeyûm” civiya. Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak got ku heta şaredariya xwe dîsa distînin dê civînên xwe bi beşdariya gel li dar bixin.
Di 22’yê Mijdarê de li Şaredariya Dêrsimê qeyûm hate tayînkirin. Bertekên li dijî qeyûm didomin. Endamên Meclisa Şaredariya Dêrsimê civîna xwe ya meha kanûnê li Sûka Binerd li dar xist. Hevşaredar Cevdet Konak, Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu, pêkhateyên tifaqa Dêrsimê, rêveberên CHP’ê yên bajar û gelek welatî tev li bûn.
‘EM QEBÛL NAKIN’
Rêxistina CHP’ê ya bajar li dijî astengkirinan li pêşiya şaredariyê daxuyanî da. Serokê CHP’a Dêrsimê Kemal Ozcan got ku tayînkirina qeyûman derhiqûqtî ye. Ozcan, got ku ew ê tayînkirina qeyûman qebûl nekin.
PÊŞNÛMEYA QEYÛM HATE NÎQAŞKIRIN
Piştî daxuyaniyê, girse bi dirûşman ber bi Sûka Binerd ve meşiya. Li Sûka Binerd civîna meha kanûnê ya Meclisa Şaredariya Dêrsimê hate lidarxistin. Endamên meclisê bi sernavê “qeyûm” pêşnûmeyek pêşkeş kirin. Di pêşnûmeyê de hat gotin ku tayînkirina qeyûm weke mudaxileya li dijî mafê bijartin û hilbijartinê hate nirxandin û hat gotin ku dê tunehesibandina îradeya gel bi tu awayî neyê qebûlkirin.
‘HER TAXA ME DÊ BIBE QADA ME’
Konak jî li ser pêşnûmeyê axivî û got ku heta şaredariya xwe dîsa bi dest dixin dê têbikoşin û dê civînên meclisê bi gel re li dar bixin. Konak, anî ziman ku dê Dêrsim firsendê nede zaliman û da zanîn ku dê civînên din ên meclisê li taxên Gaznîk û Aksulukê li dar bixin. Konak, bi lêv kir ku êdî her cade û qadên Dêrsimê ji bo wan dê bibin qadên civînan. Konak, got ku dê têkoşîna xwe bidomînin û bajar bi hev re birêve bibin.
Cîgirê Hevşaredarên Dêrsimê Mûstafa Taşkale jî got ku dê gelê Dêrsimê zilma lê hatiye kirin ji bîr neke.
Piştre jî welatî axivîn û civîn bi dawî bû.