AMED - Polîsan di 8’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê de pirtûka bi navê ‘Jinbûn’ desteser kirin. Weşanxaneya Aramê li şûna pirtûkên ku hatine desteserkirin nivîsa "Pirtûkên me bi rengekî neqanûnî hatine desteserkirin" bi cih kir.
Di 8’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê de zextên polîsan a li hemberî weşanxaneyan didome. Heta niha 4 pirtûkên weşanxaneya Aramê hatin desteserkirin. Pirtûka Hatîp Dîcle ya bi navê "Rojnivîska Berxwedana Efrînê", "Rêya Dirêj ber bi Azadiyê ve" pirtûka Nelson Mandella, pirtûka Mahmût Aba ya bi navê "Dildarê Serkeftinê" û pirtûka ku ji nameyên Mehmet Hayrî Dûrmûş pêk tê hatin desteserkirin.
Weşanxaneya Aramê di beşa ku pirtûkên hatine desteserkirin de nivîsa "Pirtûkên me bi rengekî neqanûnî hatine desteserkirin" bi cih kir.
Xebatkarê weşanxaneyê Delîl Zengeralp ê ku piştî biryara desteserkirina pirtûka wî ya bi navê "Rojnivîska Berxwedana Efrînê" hatibû binçavkirin, piştî îfadeyê hate berdan.
PIRTÛKEKE DIN JÎ HAT DESTESERKIRIN
Polîsan her wiha li standa Pirtûkakurdî dest danîn ser pirtûka Mekiye Derya Denîz a bi navê "Jinbûn". Ji bo desteserkirina pirtûkê tu sedem nehat nîşandan.