WAN - Biryara Dadgeha Bilind a derheqê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan de dê sibe li navenda bajar bê protestokirin.
Dadgeha Bilind derheqê mafên memnu yên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan de biryar da û ev biryar dê sibe li navenda bajar bi girseyî were protestokirin. DEM Partiyî têkildarî biryarê îro li cadeyên Mereş, Cumhuriyet, Kişla, Mîllî Egemenlîk û hwd. çûn serdana esnafan. Di serdanê de hate gotin ku dê biryar sibe saet di 13.00’ê de li Qada Kentê ya bajar bê protestokirin.