STENBOL - Bi pêşengtiya TÎHV û Şaxa ÎHD’a Stenbolê û di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de ji bo piştevaniyê ji girtiyan re qert hatin şandin.
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi boneya Hefteya Mafên Mirovan, bi mebesta piştevaniyê ji girtiyan re qert şandin. Beriya şandina qertan, li pêşiya Şaxa ÎHD’ê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ji girtiyên nexweş re qertan dişînin” hate hilgirtin û endam û rêveberên Dayikên Şemiyê, ÎHD û TÎHV’ê tev li bûn.
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Guleren Yolerî di daxuyaniyê de got ku pirsgirêkên girtiyan ên li girtîgehan didomin û anî ziman ku ew dixwazin girtîgeh bên valakirin û negirtî bên darizandin. Gulseren Yolerî, daneyên Wezareta Dadê ku di got; “709 girtiyan jiyana xwe ji dest dane” bi bîr xist û wiha got: “Van girtiyan ji ber xwenegihandina mafê tenduristiyê û ji ber tecrîdê jiyana xwe ji dest dan.” Gulseren Yolerî anî ziman ku divê wezaret berpirsyartiya xwe bi cih bîne, divê ji bo girtiyan tevdîr bên girtin, hewceye tecrîd wre rakirin û dengê girtiyên nexweş were bihîstin.