NAVENDA NÛÇEYAN - Edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed ku ji hêla PDK’ê ve hatibû girtin, hate berdan.
Edîtora serwîsa Erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 25’ê Cotmeha 2023’yan ji hêla PDK’ê ve li Herêma Federe ya Kurdistanê hatibû girtin. Rojnameger Ehmed hate berdan. Danişîna doza Ehmed di 29’ê Tîrmehê de li Edliyeya Dihokê hat lidarxistin û 3 sal cezayê hefsê lê hate birîn. Di hefteyên berê de dadgeha temyîzê ji bo Ehmed biryara tehliyeyê dabû.
Rojnameger Silêman Ehmed, piştî 454 rojan ji girtîgeha PDK’ê hate berdan.
ÇI BÛBÛ?
Edîtorê beşa Erebî ya ajansa me Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di Deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê li gel wî bikin. Di 29’ê Tîrmeha 2024’an de Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birîbû.