WAN - Li Wanê 13 rêxistinên civaka sivîl Platforma Çandiniyê ya Wanê ava kirin.
Şaxa Odeya Endezyarên Zîraetê (ZMO) ya Wanê têkildarî pirsgirêkên di sektora çandinî, sewalvanî û xurekan de rû didin, daxuyanî da. Nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de 13 rêxistinên civaka sivîl ragihandin ku wan Platforma Çandiniyê ya Wanê ava kirine.
Serokê Şaxa ZMO’yê ya Wanê Engîn Işik, diyar kir ku wan platform ji bo pirsgirêka çandiniyê bi awayekî mayinde çareser bikin ava kirine. Işik, wiha got: “Piştevaniya ji bo çandiniyê kêm bûye, cotkarên biçûk nikarin xwe li ber şîrketên mezin bigirin. Di mijara berhemên çandiniyê de welêt bêhtir girêdayî welatên din bûn. Qadên hilberînê bi temamî ji însafa sektora tayber re hate hiştin lewma hilberîner û mezêxer her tim winda dikin.”
SAZIYÊN DI PLATFORMÊ DE CIH DIGIRIN
Saziyên di Platforma Çandiniyê ya Wanê de cih digirin ev in:
* Odeya Endezyarên Zîraetê
* Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê yên Baskê Çandinî û Daristanan a KESK’ê (TARIM ORKAM-SEN)
* Komeleya Zîraetvanan a Tirkiyeyê
* Komeleya Bijîşkên Beytar
* Nûnertiya Bajar a Odeya Endezyarên Hawirdorê
* Nûnertiya Bajar a Odeya Endezyarên Xurekê
* Nûnertiya Bajar a Odeya Plansazên Bajar
* Nûnertiya Bajar a Odeya Endezyarên Kîmyayê
* Nûnertiya Bajar a Odeya Endezyarên Meteorolojiyê
* Yekitiya Xwedîkirina Dewarên Tovî
* Yekitiya Xwedîkirina Mî û Bizinan
* Serokatiya Odeya Zîraetê ya Navçe û Navenda Wanê
* Koopteratîfa Berhemên Çandiniyê ya Wanê