STENBOL - Endam û rêveberên ESP, SKM û SGDF’ê yên binçavkirî, piştî karûbarên li emniyetê birin edliyeyê.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de polîsan di 21’ê Çileyê de li Stenbol, Îzmîr, Enqere, Eskîşehîr, Yalova û Amedê bi ser malên endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) de girtin. Di serdegirtinên malan de 41 kes hatin binçavkirin. Karûbarên li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê bi dawî bûn. Her 41 binçavkirî sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin.
ÎDIAYÊN TÊN KIRIN
Biryara nepeniyê ya ji bo dosyayê didomin. Hat zanîn ku pirsa sedema tevlibûna 11’emîn Lijneya Giştî ya SGDF’ê û 4’emîn Kongreya Mezin a ESP’ê ji binçavkiriyan hatiye kirin. Çalakiyên ji bo Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin û hate girtin, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ya di çalakiyan de hatiye berzkirin û bîranîna Komkujiya Parîsê jî ji binçavkiriyan hatin pirsîn.
NAVÊN BINÇAVKIRIYAN
Navên hin kesên binçavkirî ev in: Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş, Berdevka Giştî ya SKM’ê Tanya Kara, Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat, endamên MYK’a ESP’ê Okan Danaci û Ugur Ok, endama PM’a ESP’ê Ezgî Gurbuz, Hevserokên ESP’a Sûltangaziyê Gamze Toprak û Erol Tunç, Nûnerê ESP’a Esenyurtê Cafer Erozsoy, Berdevka SKM’ê ya Stenbolê Leyla Can, endama Meclisa Giştî ya SKM’ê Dîlara Su Kalpak, endamên MYK’a SGDF’ê Hîvda Selen, Sîmay Ada Kart û Adnan Ozcan, Berdevka Tevgera Karkerên Yekgirtî Melîha Kayaci, Serpîl Topal, Emrah Topaloglû, Senem Nûr Pektaş, Bahadir Çagirgan, Sezgîn Zevkîbol, Îbrahîm Akbay, Eylul Ozturk, Engîn Denîz Atli, Yoldaş Onur Mete, Beyza Samanci, Berkan Balci, Berkan Devecî, Rezan Akkoyun, Muslum Koyun, endamê Meclisa Şaredariya Rezanê Muhammed Altunkaya, Zeynep Tekîn, Ahmet Bîlal Bay, endamê PM’a Partiya Şoreşger Yakup Bulut, Azze Denîz Akşar, Bekir Efe Cesur, Sila Turan, Feyza Doga Baysal, Mazlum Ortaç, Dogan Înan û nûçegihana ETHA’yê Zuleyha Muldur.