ENQERE - Parêzerên Doza Tahir Elçî ji bo betalkirina biryara beraetkirina polîsan serî li dadgeha îstînafê dabûn. Dadgehê îstînafê îtîraz red kir. Li ser vê yekê parêzeran serî li AYM’ê dan.
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28’ê Mijdara sala 2015’an de li ber Mînareya Çarling a li Sûr a Amedê hatibû qetilkirin. Di doza qetilkirina Tahir Elçî de dadgehê di 12’ê Hezîrana 2024’an de biryara xwe da. 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ji bo polîsên bersûc Sînan Tabur, Fuat Tan û Mesût Sevgî biryara beraetê da. Parêzerên malbata Tahir Elçî jî li dijî biryarê li Dadgeha Îstînafê îtîraz kirin. 10’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê îtîraza parêzeran red kir. Dadgeha Îstînafê ev îdiaye kir: “Di biryarê de rewşekî derhiqûqî tune ye û li gorî hiqûqê ye.”
Weqfa Tahir Elçî û parêzeran, li dijî biryara Dadgeha Îstînafê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Hevjîna Tahir Elçî, Turkan Elçî, Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç, Serokê Weqfa Tahir Elçî Mahsum Bati û parêzerên dosyayê, piştre jî li lpêşiya AYM’ê daxuyanî dan.
'HEMÛ DAXWAZÊN ME HATIN REDKIRIN’
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç diyar kir ku Elçî li ber kamerayan hatiye kuştin, lêpirsîn 4 salan domiyaye lê tu delîl bi awayekî tendurist nehatine komkirin. Guleç, wiha domand: “Heta li gel ku derfeta keşfê hebû jî nehat kirin. Delînên me dixwest nehatin komkirin. Di qonaxa teqîbatê de jî tevahiya daxwazên me hatin redkirin. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ji bo her sê polîsan biryara beraetê da. Biryara beraetê teqez bû. Li ser vê yekê me jî serî li AYM’ê da.”
‘HÊVÎDARIM AYM DAWÎ LI VÊ BÊHIQÛQTIYÊ BÎNE’
Serokê Lijneya Rêveber a Weqfa Tahir Elçî Mahsum Bati jî xwest ku wan ji bo bidawîkirina necezakirinê serî li AYM’ê dane û got: “Hêvîdarim AYM vê derhiqûqtiyê bi dawî bike.”