NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber barîna baran û şilopeyê xelkê Herêma Serhedê hişyar kir.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya 26’ê Çileyê weşand. Midûriyetê got ku ew li bendê ne li bajarên Sêwas, Erzîngan, Dêrsim, Xarpet, Çewlig, Mûş, Erdexan, Agirî, Erzirom, Qers û Meletiyê berf û baran bibare.
Midûriyetê, bang li xelkê rojhilatê Herêma Serhedê kir ku li dijî xetereya aşûtan û qerisîna erdê tevdîrên xwe bigirin û bi hişyarî tevbigerin.