STENBOL - Girtiyê nexweş Îsa Ozgan ê 78 salî, li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin û hat zanîn ku di dema muayeneyê de kelemçekirina destên wî lê hatiye ferzkirin û cendirmeyan jî heqaret lê kirine.
Îsa Ozgan ê 78 salî di 26’ê Mijdara 2024’an di encama serdegirtinên malan ên li Stenbolê de hate binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Ozgan, niha li Girtîgeha Hejmar 5 a Marmarayê tê ragirtin. Ozgan, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike. Nexweşiyên Ozgan ên weke dil, tansiyon, qelewî, mîde, prostat û romatîzmayê hene. Di 2 mehên li girtîgehê de Ozgan 6 kîlo da. Herî dawî jî Ozgan birin Saziya Tipa Edlî (ATK) lê hêj encama rapora wî derneketiye.
Parêzerê Ozgan, Ferat Bogatekîn diyar kir ku miwekîlê wî nikare pêdiviyên xwe bicih bîne û alîkariyê ji girtiyên din digire. Bogatekîn, got ku Ozgan dema cilên xwe diguherîne jî hevalên wî jê re dibin alîkar û wiha domand: “Nikare bi tena serê xwe serê xwe bişo. Hevalên wî jê re dibin alîkar. Got ku têkildarî pirsgirêkên tenduristiyê pir dereng dibin revîrê. Got ku carnan 2-3 hefte piştî daxwaznameyê dişînin revîrê. Dema dibin revîrê jî dermanên wî mehekê dereng tên dayin.”
DI DEMA MUAYENEYÊ DE ZEXTA KELEMÇEYÊ
Bogatekîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Miwekîlê min ji ber nexweşiyên romatîzma û nexweşiyên krônîk, bêhtir sar dibe. Lewma şûşeyan tije ava germ dike û hewl dide bixe nav nivînên xwe û xwe wisa germ bike. Dema birin Nexweşxaneyê Kampusê jî di dema tedawiyê de kelemçekirina destên wî lê ferz kirin. Her wiha cendirmeyan heqaret lê kirine. 2 hefte berrê ji bo raporê birin ATKK’ê lê hêj encam diyar nebûye.”
DIVÊ BÊ BERDAN
Kurê Îsa Ozgan, Îzzet Ozgan jî wiha got: “Bavê min ji ber ku sersaxî ji malbatan xwestiye, tev li merasîma definkirina cenazeyan bûye û li wir axivî ye hate girtin. Nexweşiyên wî yên weke şekir, tansiyona bilind, prostat û nexweşiyên kronîk hene. Divê bavê min were berdan. Şert û mercên girtîgehê ji bo girtiyên nexweş giran in. Rewşa bavê min her ku diçe nebaştir dibe. Kîloyê dide û rengê wî zer dibe. Îdîanameya bavê min hêj nehatiye amadekirin. Me bi rêya parêzeran ji bo îdianameyê serlêdan kir lê hêj agahiyek nehatiye dayin. Bavê min gelek nexweşe û nikare bi tena serê xwe bijî. Hevalên girtî jê re dibin alîkar. Lewma divê bavê min tavilê bê berdan.”
MA / Omer Îbrahîmoglû