Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî

img
HATAY - Di erdhejan de yek ji bajarê herî zêde hilweşiyayî jî Hatay bû. Bi ser erdhejê re 2 sal derbas bûn lê ji bilî demê tu tiştek neguherî. Cihê mayinê, perwerde û tendurist jî di nav de pirsgirêkên di gelek qadan de hêj didomin. 
 
Di 6’ê Sibata 2023’yan de li Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 du erdhejên mezin çêbûn û bi ser erdhejan re 2 sal derbas bûn. Navendên erdhejan navçeya Bazarcix a Mereşê û Elbistanê bûn. Lê belê bi giştî 11 bajar jê bandor bûn û xisareke mezin çêbû. Yek ji van bajaran jî Hatay bû. 
 
Li gorî daneyên fermî, li bajar 24 hezar û 147 kesan jiyana xwe ji dest dan. 80 hezar û 323 avahî jî hilweşiyan an jî xisareke mezin gihiştê. Nexweşe, dibistan, avahiyên cemaweriyê, Mizgefta Habîbî Neccar, Mizgefta Ulu, Avahiya Meclisê, Dêra Rum Ortodoksê ya Antakyayê û gelek avahiyên din jî di nav de 21 avahiyên ku sembola bajar bûn bi temamî hilweşiyan. Hema hema zirar gihişt tevahiya binesaziya bajar. Di qada balafirgehê de jî hinek cih tebiqîn. 
 
Piştî erdhejê, 563 hezar û 751 kesan ji bajar koç kirin. Piraniya kesên koç kirin di nava 2 salan de dîsa vegeriyan lê hêj zêdetirî 100 hezar kes venegeriyane. 
 
GIRTÎGEHÊN NÎVVEKIRÎ!
 
Li bajar pirsgirêka sereke pirsgirêka cihê hewînê ye. Serokatiya Rêveberiya Karesata û Rewşên Awarte (AFAD) ya Wezareta Karên Hundir par dane parve kir û got ku 199 konbajar hatine avakirin û bi giştî 215 hezar û 310 kes lê dijîn. Lê heta walîtî destûrê nede tu kes nikare bikeve van cihan. Derdora wan bi têlên bilind hatiye girtin û xebatkarên ewlehiyê li wir dimînin. Bi vî halê xwe dişibin girtîgehên nîvvekirî. Ji ber barînên di nava 2 salan de, ziyaneke mezin gihiştiye van jîngehan. Her wiha gelek caran şewat derket û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Yek ji pirsgirêka herî mezin a welatiyên li van konbajaran dijîn jî ava paqij e. Her wiha ji ber barînan gelek caran konên welatiyan di bin avê de dimînin. 
 
ZEYTÛNGEH VEGUHERANDIN QADÊN ÎNŞAETÊ 
 
TOKÎ ya ku girêdayî Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ye, piştî erdhejê li hinek herêman dest bi çêkirina xanî û kargehan kir. Heta dawiya sala 2024’an bi giştî 32 hezar û 160 xanî û kargeh hatin teslîmkirin. Tê payîn ku di dawiya vê salê de ev hejmar derkeve 158 hezar û 169'an. Hinek qadên xanî û kargeh lê hatine çêkirin, zeytûngeh û cihên çandiniyê ne. Her wiha li Hatayê sepana qada rezervê kete meriyetê. Ji ber vê sepanê, gelek zeytûngeh û qadên çandiniyê hatin îstîmlaqkirin. 
 
QIRÊJIYA HEWAYÎ
 
Hilweşandina piştî erdhejê hêj didome. Ev jî rê li ber pirsgirêkeke mezin a qirêjiya hewayî vedike. Ji ber ku toza ji kavil û molozan derdikeve, xetereya penceşêrê çêdibe. Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Platforma Mafê Hewayê Paqij par li dijî hewayê qirêjî hişyarî kir û got ku rê li ber pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê vedikin. Lê hêj jî tu tevdîr nehatine girtin. 
 
Li gel pirsgirêkên cihê hewînê û hewayê qirêjî, pirsgirêka tenduristû û perwerdeyê jî ev 2 sal in didomin. 
 
PIRSGIRÊKÊN DI QADA PERWERDEYÊ DE 
 
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Hatayê Ozgur Tiraş, da zanîn ku beriya erdhejê hejmara polên dibistanê ya li bajar 14 hezar û 724 bû û piştî erdhejê ev hejmar daketiye 8 hezar û 45’an. Tiraş, wiha domand: “Di erdhejan de 390 dibistan hilweşiyan an jî xisar gihiştê. Di vê pêvajoyê de 100 dibistanên nû hatin avakirin. Xebatên avakirin û bihêzkirinê kêm in.” Tiraş da zanîn ku hêj 6 dibistan ji hêla saziyên fermî ve tên bikaranîn. 
 
NIKARIN MAFÊ XWE YÊ TENDURISTIYÊ BI KAR BÎNIN 
 
Seroka Odeya Bijîşkan a Hatayê Sevdar Yilmaz jî da zanîn ku di dema erdhejê de xesareke mezin gihiştiye tesîsên tenduristiyê û got: “56 tesîsên tenduristiyê hilweşiyan û niha tenê çendek ji wan dîsa ketine xizmetê. Alavên tibbî kêm in û ev jî dike ku hejmareke kêm a nexweşan bên tedawîkirin. Bi taybet jî di beşên venêrîna awarte ya zarokan, onkolojî û xizmetên radyasyonê pir kêm tên dayin.” 
 
JI BO BÎRANÎNÊ BANG KIR
 
Endama Koordînasyona 6’ê Sibatê Selver Buyukkeleş jî got ku gelek pirsgirêk hene ku divê bên çareserkirin û wiha got: “Ji perwerdeyê heta tenduristî û veguhestinê gelek pirsgirêk hene. Xelkê Hatayê bi van pirsgirêkan re rû bi rû tê hiştin. Di 6’ê Sibatê de ez bi derfetên xwe ji bin kavilan derketim û me koordînasyonên piştevaniyê ava kirin. 6’ê Sibatê nêz dibe û me şîna xwe, hêrsa xwe ji bîr nekiriye. Banga min ji bo her kesî ew e ku tev li bîranînê bibin.” 
 
Damezirînerê komeleya Mexdûrên Erdhejê ya Hatayê û endamê Platforma Erdhejê ya 6’ê Sibatê Ekrem Devecî jî wiha got: “Em qebûl nakin ku ji ber erdhejê tu kesekî îstîfa nekir û berpirsyar nehatin darizandin. Em vê jiyana ji derfetên mirovahiyê bêpar qebûl nakin. Di dema jinûveavakirina Hatayê de em ji bo jiyana xwe têdikoşin. Weke Platforma 6’ê Sibatê em ê di 5’ê Sibatê saet di 17.30'ê de meşeke girseyî li dar bixin û di heman dîrokê saet di 19.30'ê de forumê li dar bixin. Di 6’ê Sibatê saet di 4.17'ê de jî em ê çalakiya bîranînê li dar bixin. Em banga tevlibûnê li tevahiya xelkê Hatayê dikin.” 
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen 
 

Sernavên din

14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan ev 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Li Qada Esenyurtê mitînga ‘Azadiyê’ tê lidarxistin ZINDÎ
13:43 DEM Partiyê li Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan