ŞIRNEX - Zarokekî 13 salî li navçeya Hezexê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Zarokê 13 salî Ozan Tan ku li Taxa Nû ya Hezex a Şirnexê tevî malbata xwe dijiya, li malê mirî hate dîtin. Cenazeyê Tan li serşoka malê hate dîtin. Malbata Tan agahî dan komên tenduristiyê. Komên tenduristiyê di lêkolîna cihê bûyerê de destnîşan kirin ku Tan jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Tan ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Piştî karûbarên otopsiyê, cenazeyê Tan li Goristana Şêx Hesen a li navenda Hezexê hate definkirin.
Dozgeriyê têkildarî mirina Tan lêpirsîn da destpêkirin.