Komploya 15’ê Sibatê li her derê hat protestokirin: Em ê roj reş bikin roja azadiyê

  • rojane
  • 16:38 15 Sibat 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN – Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hate protestokirin. Di çalakiyan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hate kirin û wiha hate gotin: “Em ê vê roja reş veguherînin roja azadiyê.” 

Bi boneya 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin û meş hatin lidarxipstin. Di çalakiyan de bal kişandin ser hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re hatin kirin, hate xwestin ku tecrîda 26 sal in didome were rakirin û Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. 
 
ÊLIH 
 
Bi boneya komploya navneteweyî li Êlihê meş hate lidarxistin. Bi sedan kesên li Parka Yilmaz Guney hatin gel hev, pankarta “Em ê roja reş veguherînin roja azadiyê” hilgirtin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li meşê bûn û beriya meşê daxuyanî hate dayin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk daxuyanî xwend û got ku pêvajoya komployê hêj berdewam e. Tekîk, anî ziman ku got ku armanca ji komployê ew bû ku têkoşîna demokratîkkirin û azadiyê ya gelê Kurd were bidawîkirin û wiha pê de çû: “Komploya modernîteya kapîtalîst bandor li seranserî cîhanê kir û stratejiyên ji bo lêgerîna civakeke demokratîk a Rojhilata Navîn hedef girt. Lêbelê, afirînerên komployê bi ser neketin. Birêz Ocalan, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn û Ewropayê gelek stratejî pêş xist û di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de jî lêgerînên xwe yên ji bo çareseriyê domand. Û berxwedana wî ya li Îmraliyê, bû sembola vê têkoşînê. Sekna dîrokî ya birêz Ocalan, li dijî hedefên komploya navneteweyî berxwedaneke mezin derxist holê.” 
 
FIRSENDA DÎROKÎ
 
Di berdewamê de Tekîk diyar kir ku ew di qonaxeke dîrokî de ne û wiha got: “Divê em careke din bibêjin ku îradeya çareserî û azadiyê ya birêz Ocalan, firsendeke dîrokî ye. Ev îradeye wekhevî û azadiya tevahiya gelan daxwaz dike û ji bo avakirina civakeke demokratîk, gaveke mezin e. Ev pêvajo, divê hêza sereke ya siyaset û civakê be. Di heman demê de bang li gelê Kurd û hemû gelên daxwaza azadî û demokrasiyê dike; hêzên komploger 15’ê Sibatê ji bo gelan veguherand ‘Roja Reş.’ Lêbelê, divê ev dîroka tarî êdî parçeyek be. Îro, divê roja azadiyê be. Em bi hev re hemû astengiyan derbas bikin, ji bo azadiyê têbikoşin û daxwaza azadiya birêz Ocalan bikin. Hewceye salvegera 26’emîn a 15’ê Sibatê di şexsê birêz Ocalan de bibe roja azadiyê.” 
 
MEŞA GIRSEYÎ
 
Piştî daxuyaniyê, heta avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya BAjar meş hat lidarxistin. Di meşa ku ji Parka Yilmaz Guney dest pê kir de gelek caran dirûşmên “ “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. 
 
RIHA
 
Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Rihayê jî bi pêşengtiya DBP, DEM Partî û TJA’yê hate protestokirin. Li pêşiya Navenda Kargehan a Ahmet Bahçivan a li navçeya Halîliyeyê daxuyanî hate dayin. Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan û Mehmet Zekî Îrmez, hevşaredar, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tev li bûn. Girse, ji avahiya DEM Partiyê a Halîliyeyê ber bi qada daxuyaniyê ve bi dirûşma “Bijî Serok Apo” meşiya. Di meşê de pankarta “Em ê roja reş veguherînin roja azadiyê" hate hilgirtin. Hevserokê DBP’a Rihayê Mahmût Manas di daxuyaniyê de axivî û got ku bi komploya navneteweyî re hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin. Manas, got: “Di şexsê birêz Ocalan de xwestin têkoşîna azadiyê ya gelan tesfiye bikin. Lê belê miraza komplogeran hasil nebû.” 
 
Parlamenter Omer Ocalan jî wiha got: “Ev sedsal in polîtîkayên tunekirin, îmha û pişaftinê didomin. Bi birêz Ocalan re dê azadî bê. Divê em destê birêz Ocalan xurt bikin. Birêz Ocalan her tim ji bo aştiyeke birûmet xebitî. Di demên berê de di navbera birêz Ocalan û dewletê de gelek hevdîtin hatin kirin. Birêz Ocalan ev 26 sal in ji bo demokrasiyê têdikoşe. Em piştgiriyê didin çareseriya demokratîk. Îktîdara AKP’ê siyaseteke qirêjî dimeşîne. Ma dê ev şerê qirêjî heta kengî bidome. Komplo negihişt armanca xwe. Em piştgiriyê didin birêz Ocalan. Em ji bajarê birêz Ocalan bang dikin. Divê îktîdar siyaseta xwe biguherîne. Em careke din komployê şermezar dikin û dibêjin ku bila Îmrali êdî bibe girava demokrasî û aştiyê.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê, li avahiya DEM Partiyê ya Halîliyeyê sînevîzyoneke têkildarî komployê hate pêşandan. 
 
EDENE 
 
Bi pêşengtiya DBP, TJA û DEM Partiyê li Parka Înonu ya Edeneyê daxuyanî hate dayin û komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr got ku ew ê li ber xwe bidin û teqez bi ser kevin. Rêveberê DEM Partiyê yê Edeneyê Yaşar Demîr jî got ku îradeya çareseriyê û biryardariya Abdullah Ocalan komploya navneteweyî vala derxist û got: “Girtîgeha Girava Îmraliyê veguherand qada berxwedanê û seknekî dîrokî raber kir. Ev sekn bû îspata wê ku komplo bi ser neketiye.” 
 
MÊRSÎN
 
Li Mêrsînê jî bi pêşengtiya TUAY-DER û MEYADAR’ê daxuyanî hate dayin. Daxuyanî, li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Akdenîzê hate dayin û pankarta “Em ê roja reş veguherînin roja azadiye” hate hilgirtin. Hevserokê Çukurova TUAY-DER’ê Metîn Înce got ku ji bo 15’ê Sibatê veguherînin “Roja azadiyê” dê têkoşîna xwe mezin bikin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Akdenîzê Nizar Esen jî bertek nîşanî xespkirina îradeyê da û got: “Weke DEM Partiyê em ê qebûl nekin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.
 
HATAY
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Hatayê jî li pêşiya rêxistina Îskenderûnê daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Naîm Ozbek di daxuyaniyê de got: “Rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan, ji bo pêşeroja tevahiya gelên Rojhilata Navîn girîng e. Em dibêjin şer re na, aştî a niha. Bijî biratiya gelan.” 
 
ŞIRNEX
 
Partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Şirnexê jî komploya navneteweyî protesto kirin. Li navenda bajar meş hat lidarxistin. Di meşê de pankarta “Em ê roja reş veguherînin roja azadiyê” hate hilgirtin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Bimre komploya 15’ê Sibatê” hate berzkirin.
 
Piştî meşê daxuyanî hate dayin. Hevserokê Navçeya Navendî ya DEM Partiyê Selahattîn Barinç di daxuyaniyê de axivî û got: “Çareserî û aştiya ku birêz Ocalan dixwaze pêk bîne, di heman demê de têkoşîna avakirina Tirkiye ya demokratîk e. Em careke din dibêjin; fikriyata birêz Ocalan û îradeya wî ya çareseriyê, ji bo pêşerojeke azad û demokratîk firsendek e. Xwedîderketina li vê îradeyê erk û berpirsyartî ye.” 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal jî got: “Hêzên tev li komploya navneteweyî bûn, di şerê li Rojhilata Navîn de bi feraseta komployê tevdigerin. Wê demê xwestin di şexsê birêz Ocalan de hebûna gelê Kurd tesfiye bikin. Dê têkoşîna me heta azadiyê bidome.” 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû. 
 
MÊRDÎN 
 
Li Mêrdînê bi boneya 26’emîn salvegera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê meşek hat lidarxistin. Bi sedan kesên li ber Mizgefta Şakir Nuhoglu ya li taxa Artukluyê hatin cem hev bi pankarta “Mizgînî ya Roja Me Wê Hemû Rojên Reş Ronî Bike” meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye” hatin berzkirin.
 
Di meşê de hin welatiyên ku derketin pencereyên xwe bi çepikan piştgiriya xwe nîşan dan, welatiyên bi wesayîtên xwe derbas dibûn jî li qurneyan xistin û çalakvanan silav kirin. Piştî meşê li Parka Karayollari daxuyanî hat dayîn.
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Nîlûfer Elîk Yilmaz wiha axifî: "Modernîteya Kapîtalîst a ku komplo pêk anî, ji aliyekî ve Şerê Cîhanê yê Sêyemîn derbasî qonaxeke nû kir, li aliyê din jî lêgerîna civakeke demokratîk a çareseriya mayînde ya Rojhilata Navîn hedef girt."
 
Piştre Parlamenterê Kamuran Tanhan axivî û got: “Birêz Ocalan ne tenê îro vê bangê dike. 8 caran agirbest îlankir, lê muxatab nedît. Gelê Kurd 100 sal in di bin zext û zordariyê de banga aştiyê dike. Weke Mêrdînê îro jî li her derê ji bo aştî, azadî û wekheviyê amade ne. Ger hûn samîmî bin, rê û muxatab jî diyar e."
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Dû re jî çalakî hat bidawî kirin. 
 
SÊRT
 
Di daxuyaniya 15’ê Sibatê ya li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Sertê de pankarta “Em ê roja tariyê vegûherînin roja azadiyê” hat vekirin.
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Sêrtê Mustafa Dayanan, di çalakiyê de wiha axivî û got: "Birêz Ocalan li dora paradîgmaya çareseriyê bûye yek û îradeyeke mezin nîşan daye."
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

09:06 'Hejmara kesên fêm dikim lê nikarim biaxivim pir zêde ye'
09:05 Daxwazên Kurdan û dostên wan zelal in: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:03 Ekmen: Em ê ji bo veguherîna demokratîk tevkariyê bikin
09:00 ROJEVA 19’Ê SIBATA 2025’AN
18/02/2025
21:33 Di êrişên Tirkiyeyê de 18 xwendekar û mamoste hatin qetilkirin
21:03 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinan dan: Hûn nikarin pêşî li têkoşîna gel bigirin
16:42 Konseya Bajar a Amedê xwest qanûna qeyûm bê betalkirin
16:35 YNK’ê piştî hevdîtinê daxuyanî da: Tekan rêya çareseriyê diyalog e
16:34 Li dijî serdegirtinan polîsan nobeta çand û hunerê
16:16 MKG’ê bertek nîşan da: Rojnamegerên binçavkirî berdin
16:14 Ji ber êrişên dewleta tirk ên li dijî rojnamegeran ji NY’ê re name şandin
16:14 Êrişa ser Newroz Uysal hate şermezarkirin
15:53 Şande çû serdana Rojnewsê
15:53 'Ma mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê Wanê tune ye?’
15:30 Bakirhan: Banga Ocalan dê bibe ‘Nexşerêya’ pêvajoyê
15:22 Di protestoya qeyûm de îşkence: Polîsan mil û tiliyên wî şikandin
15:08 Li Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê destûrê nedin dagirkeriyê
14:18 Şandeya Îmraliyê: Dê hesreta Mam Celal azadî pêk bê
14:18 DBP’ê ji AKP’ê re got: Dev ji têkbirina hêviya aştiyê berdin
13:59 229 parêzerên îranî ji bo 3 girtiyên jin bang kirin
13:54 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga piştevaniyê kirin
13:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:33 Kemal Kiliç hat bibîranîn: Pênûsa wî dê li erdê nemîne
13:30 Li Wanê bîlançoya qeyûm: 400 binçavkirî, îşkence û girtin
13:27 Ji çar bajaran ber bi Bendava Tişrînê bi rê ketin
13:21 Ji ber îfadeyên îtîrafkar Akbiyik 6 sal ceza dan Rojda Çîftçî
13:08 Şandeya Îmraliyê çû serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed
12:47 Bakirhan: Îktîdara AKP’ê hewl idde hewldanên ji bo diyalogê sabote bike
12:20 Şandeya Îmraliyê li Silêmaniyê daxuyanî da: Hemû aktorên Kurd dê rolekî dîrokî bilîzin
11:53 Îdiaya di serdagirtina malê de îşkence
11:52 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bêrîtan Canozerê
11:39 Berteka li dijî binçavkirinan: Em ê serî netewînin
11:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî bi dawî bû
11:15 DFG û DÎSK Basin-Îş’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan
10:47 HDK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê bêdeng nebin
10:41 Zanyara Siyasetê ya ji Rojhilat: Îran li ber hilweşînê ye
10:14 DEM Partî: Zîhniyeta li dijî muxalefeta civakî şer daye destpêkirin dê winda bike
10:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî dest pê kir
09:47 Li Behra Egeyê erdhejeke din çêbû
09:45 Di tevahiya şevê de li dijî qeyûm çalakî hatin lidarxistin
09:05 Li Botanê çanda dengbêjiyê
09:04 Meha pîroz a Elewiyan: Xizir
09:01 Berdevka TJA ya Şirnexê: Ji bo pêşketina pêvajoyê pêşî divê tecrîd bê rakirin
09:01 Ji şaredariya AKP'ê zexta 'endamtiya sendîkaya alîgir'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2025'AN
08:52 Li dijî HDK û rojnamegeran operasyon: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin
08:51 Çawişekî pispor ê dihat gotin întîhar kiriye mir
17/02/2025
17:08 Li Wanê piştî daxuyaniyê meş hat lidarxistin
17:07 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Firsenda dîrokî Ocalan e
16:18 Saziyên zimên: Perwerdeya bi Kurdî xeta me ya sor a jêneger e
15:44 Kesên li Amedê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
15:41 Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê hate girtin
15:38 Hevşaredarê Tetwanê Erol hate binçavkirin
14:32 Nêçîrvan Barzanî: Firsendeke girîng û dîrokî ye
14:25 Zeydan: Hûn nikarin vîna gel xesp bikin
14:11 Lêkolîn: Daxwaza ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî ji sedî 97,8 e
14:08 Ji ber êrişan ceyrana 60 gundan tune ye
13:54 Nêçîrvan Barzanî li ser telefonê li Ahmet Turk geriya
13:41 Şandeya CHP’ê li Wanê ye: Em teslîm nebûn û dê nebin
13:36 Rojnameger Şehrîban Aslan beraet kir
12:13 22 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
12:07 Şandeya Îmraliyê: Hevdîtin ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn girîng in
12:05 Şebnem Korur Fîncanci: Ji ewil divê demokrasî û edalet bê cîbicîkirin
11:40 ‘Yên ku 32 sal berê Kemal kuştin îro Cîhan, Nazim, Azîz û Egît kuştin’
11:17 Şandeya Îmraliyê: Nêçîrvan Barzanî got ku dê ji bo pêşketina çareseriyê piştgiriyê bide
11:15 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî bi dawî bû
11:12 Der heqê Îmamoglû de îdianameya ‘pisporan’
10:55 Bîrdal: Ji bo biçin Îmraliyê em ê serlêdanê bikin
10:54 Hûrgiliyên hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesûd Barzanî
10:17 Fatma Bostan Unsal: Ji bo aştiyê firsendek çêbûye
10:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî dest pê kir
09:54 'Divê aştî ji însafa îktîdarê re neyê hiştin’
09:37 ‘Divê di navbera Îzmîr û Wanê de pirek bê avakirin’
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2025'AN
08:55 Xwebûn bi manşeta ‘Ziwan sereke bo’ derket
08:41 Ciwan li dijî komplo û qeyûman li qadan bûn
16/02/2025
16:45 Li dijî xespkirina vînê çalakî
15:22 Peyamên Abdullah Ocalan gihîştin Mesûd Barzanî
15:17 Li Sûriyeyê di 15 rojan de 9 jin hatine revandin
14:04 Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser: Li hemberî qetilkirina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:44 Civîna şandeya Îmraliyê ya bi Barzanî re dawî bû
11:05 Karneya qeyûmên Wanê: Şaredarî hat talankirin, qase hat valakirin
10:33 Li Amedê Pirtûkxaneya Dengî ji nû ve çalak bû
09:33 Penabera ku ji bota noqbûyî xelas bû: Me didîtin, direqisîn
09:03 Karkerên ku li dijî mûçeya kêm dest ji kar berdan: Em pergala koletiyê qebûl nakin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2025'AN
15/02/2025
17:41 Bi deh hezaran kes li Strasbourgê ne: Em têkoşîn azadiyê mezin bikin
17:37 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî 15’ê Sibatê meşiyan
17:19 Komplo bi pêşengtiya jinan hate protestokirin
16:53 Di îdianameya Hacioglu de bername sûc hatin hesibandin
16:38 Komploya 15’ê Sibatê li her derê hat protestokirin: Em ê roj reş bikin roja azadiyê
16:08 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê 15’ê Sibatê di şexsê Ocalan de bibe roja azadiyê
16:01 Xwestin girtiyên nexweş Îvrendî û Nebîoglû bên berdan
15:51 Xizmên windakiriyan: Divê navek li pêvajoyê bê kirin
15:28 Ozel bertek nîşanî qeyûm da: Em ê hesabê vê bipirsin
15:10 Meşa mezin a Strasbourgê dest pê kir
15:01 Rojnameger Rabîa Onver hate berdan
14:50 Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun hate binçavkirin
14:48 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Çareserî bi azadiya fîzîkî pêkan e
14:38 Şandeya Îmraliyê çû Herêma Federal a Kurdistanê