NAVENDA NÛÇEYAN - Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamevan Egîd Roj ku di encama êrişa dewleta Tirk de li Bendava Tişrînê şehîd bû bi bîr anî û bang li saziyên navneteweyî kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê herêmê û rojnamevanan bêdengiya xwe bişkînin.
Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê û şehdeta rojnamevan Egîd Roj de daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.
Daxuyaniya Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vî rengî ye:
“Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li dijî Bendava Tişrînê didomînin. Berxwedana dîrokî ya QSD’ê û gelê me ya li bendavê hemû plan û armancên dewleta Tirk li herêmê têk bir. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo ku sûc û binketinên xwe veşêrin, bi awayekî rasterast rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê yên ku rastiyan dişopînin dikin hedef.
Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya sûcên xwe yên domdar de, duh (15’ê Sibat) bi balafirekê hevalê me yê rojnamevan Şervan Sîdo (Egîd Roj) yê ku berxwedana dîrokî ya gelê me li Bendava Tişrînê dişopand, kir hedef û şehîd xist.
Em wek Daîreya Ragihandinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxiyê ji malbata hevrê Egîd Roj, hemû rojnamevan, xebatkarên çapemeniyê, gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dixwazin. Di heman demê de em sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk hemû qanûn û pîvanên navneteweyî yên têkildarî parastina rojnamevanan di demên şer de, binpê dike.
Em teqez dikin ku ragihandina heqîqetê beriya her tiştî erkeke nîştimanî û welatparêziyê ye. Rojnamevanên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rastiya van sûc û êrişan nas kirine, lewra ev êriş dê wan ji mîsoyona eşkerekirina rastiyan dûr nexin.
Careke din em bang li aliyên navneteweyî yên têkildarî parastina rojnamevanan dikin ku li hemberî pêkanînên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî rojnamevanan ji bêdengiya xwe derkevin.”