3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî di Mijdarê de tê lidarxistin

img

AMED - 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî dê di 25’ê Mijdarê de bê lidarxistin. 

Beşa Sînemayê ya Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest bi amadekariyên civîna 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê kir. Di navbera 28’ê Sibatê û 1’ê Adarê de bi malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê civîn hat lidarxistin û ji welatên cuda gelek sînemager tev li bûn. Di heman demê de nûnerên Mihrîcana Fîlmên Kurd û sînemagerên Kurd jî tev li civînê bûn. Di encama nîqaşên du rojan de starta amadekariyên mihrîcanê hate dayin. 
 
Têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî hate dayin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev 8 sal in bi destê qeyûman hewl dan me bêziman, bêdeng, bêreng û bêbêhn bihêlin. Saziyên me yên çand û hunerê hatin girtin û mihrîcanên me hatin qedexekirin. Lê belê îro bi dengê aştiyê yê bilind dibe, ji bo bi awayekî azad bêhnê bistînin, Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî bi ruhê xwe yê serbixwe, piştevan û azadîxwaz dîsa rêwitiya xwe didomîne. Armanca mihrîcanê ew e ku li dijî feraseta sînemayê tenê weke berhemeke endustriyê dibîne, qadeke demokratîk, civakparêz, wekheviya zayenda civakî, ekolojîk û alternatîf biafirîne.”
 
'PÊŞKETINA LI SER XETA AZADÎXWAZ Û PIŞTEVANIYÊ’ 
 
Bi domdarî hate gotin ku mihrîcan dike ku berhemên sînemayê yên bingeha xwe ji çavkaniyên xwe ji nirxên cewherî yên civakê û xwe bi fikarên madî bisînor nake tên afirandin bigihîne gel û wiha domiya: “Hedef dike ku hunera sînemayê li ser xeta azadîxwaz û piştevaniyê pêş bikeve sûdewer be. Mihrîcan, di sînemayê de curbicuriya hunerî û çandî teşwîq dike û bi taybet jî balê dikişîne ser nûnertiya jinê ya di qada sînemayê de û rola wê ya çalak a di pêvajoya hilberandinê de. Di serî de sînemagerên Kurd, armanc dike ku ji bo sînemagerên Rojhilata Navîn û hunermendên cîhanê yên xwedî heman nirxand zemîneke piştevaniyê û danûstandinan ava bike.” 
 
'DÊ RÊ NEDE SANSURÊ’
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mihrîcan, feraseta sînemayê ya serbixwe ku civakê esas digire armanc dike û wiha hat gotin: “Bi vê yekê re hedef dike ku veguhere platformeke berhemên azadîxwaz, şoreşger û civakparêz bîne gel hev. Di serî de fîlmên li Rojhilata Navîn tên çêkirin, yek ji hedefên wê yên esasî ew e ku fîlmên li seranserî cîhanê yên li dijî meseleyên civakî bi hestiyarî nêz dibin bêhtir bide xuyanîkirin. Di salên dawî de li Tirkiyeyê zexteke giran li ser sînemayê heye û gelek mihrîcanên fîlman bi sansur û bisînorkirinan re hatine bîranîn. Di vê çarçoveyê de, 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî dê ji nêzikatiyeke hevrikiyê zêdetir, feraseta piştevaniyê derxîne pêş û dê rê nede sansurê.” 
 
Bi domdarî rêgezên mihrîcanê wiha hatin rêzkirin: “Parastin û piştevaniya bi curbecuriya çandî, wekheviya zayenda civakî û rêgezên azadiya jinê esas digirin. Her wiha dê berhemên di çarçoveya parastina ekolojiyê de hatine çêkirin bêhtir bide xuyanîkirin û piştevaniya bi sînemaya bi zimanê dayikê û gelan bi nasnameyên xwe afirandî.” 
 
MIHRÎCAN DÊ DI MIJDARÊ DE DEST PÊ BIKE
 
Hat gotin ku bernameyeke piştevaniya senaryoyê ku ji bo pêşketina sînemaya Kurd dibe piştevan jî di mihrîcanê de cih bigire û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Bi piştevaniya senaryoyên bi Kurdî re dê zemîneke afirandinê yê bihêz di qada sînemayê de wer avakirin. Di çarçoveya mihrîcanê de dê fîlmên metraja wan dirêj, belgefîlm û kurtefîlm cih bigirin. Mihrîcana me ku bi hêza veguherandinê ya sînemayê bibawer e, dê hinek temayan diyar bike û di çarçoveya van temayan de xelatên teşwîqkirinê bide. Dê pêşandana fîlman tenê bi eywanên sînemayê bisînor nemîne, dê li qadên servekirî û girtî yên cuda yên bajar jî bên pêşandan. Bi vê yekê re dê xwe bigihîne gelek kesan. Di heman demê de dê bi gotûbêj, panel û atolyeyan jî bike ku di navbera sînemageran de danûstandineke fikrî çêbibe û ji bo sînemagerên ciwan bibe tecrûbeyeke afirîner. Weke encam; dê 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweî di meha Mijdara 2025’an de bê lidarxistin û armanc dike ku sînemayê bigihîne gelan, hilberîna hunerî teşwîq bike û zemîneke piştevaniyê ya alternatîf ji bo sînemageran biafirîne. Di vê çarçoveyê de jî em li bendê ne ku hemû sînemagerên dost mihrîcana me hembêz bikin û em wan tevan vedixwînin mihrîcana xwe.” 
 

Sernavên din

11:57 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 39,05 li gorî ENAG’ ê jî ji sedî 79,51 e
11:50 MYK’a DEM Partiyê dê teşeya dawî bide ‘Nexşerêyê’
11:37 ‘Divê îktîdar gavan biavêje û di qanûnan de sererastkirinan bike’
11:19 Doza Uytun dê sibê bê lidarxistin: Hêj biryara keşfê nehatiye cîbicîkirin
11:01 Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê diaxive
10:47 TJA’yê bernameya 8’ê Adarê aşkera kir
10:36 'Kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan wê bi gavên nû bidome'
10:35 Aytaç: Banga Ocalan xwedî wê potansiyelê ye ku hevsengiyên li Rojhilata Navîn biguherîne
10:03 Endamê Şandeya Aqilmendan Ozgen: Divê derbasî pêvajoya muzakereyan bibin
09:44 ‘Em ê ji Banga Aştî û Civaka Demokratîk re bibin bersiv’
09:43 Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê: Divê meclis berpirsyartiyê li xwe bigire
09:00 ROJEVA 3’YÊ ADARA 2025’AN
02/03/2025
17:00 Çalakiyên 8’ê Adarê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
16:32 Agirê ewil ê Newrozê li gundê Abdullah Ocalan hate hilkirin
15:17 ‘Em ê xwedî li banga Abdullah Ocalan derkevin'
14:52 Bi hinceta ‘li cem hev rûniştine’ ceza dan girtiyên di heman qawîşê de
14:42 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet gavên şênber biavêje
14:16 NPG’ê têkildarî ‘agirbestê’ daxuyanî da: Ji bo hemû hêzên me derbasdar e
14:10 Seroka Meclisa DTSO’yê: Em ê di pêvajoya nû de her berpirsyartiyê li xwe bigirin
14:06 Hunermendan got: Pêvajoya nû herî zêde erkê dixe ser milê rewşenbîr û hunermandan
13:51 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî di Mijdarê de tê lidarxistin
12:27 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta Tirk didomin
12:23 HSD: Êrişên çeteyan hatin têkbirin
12:22 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê krîza randevuyê: Gelek nexweş jiyana xwe ji dest didin
11:06 Jin dê pêşengtiya guherîn û veguherînê bikin
10:44 ‘Banga dîrokî ji bo çareseriya demokratîk firsendek e’
10:42 Danişîna parêzvanê walî ku destdirêjî li zarokekê kiribû sibê ye
10:32 Tuncer Bakirhan: Muxatabekê banga dîrokî jî Meclis e
10:04 DEM Partî dê bi rojeva ‘banga dîrokî’ li 100 navendan bi gel re bicive
09:52 'Ji bo çareseriyê êdî dora dewletê ye’
09:45 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin li ser aştiyê diaxivin’ derket
09:39 Ayla Akat Ata: Pêvajo li hemû pêkhateyan ferz dike ku bi awayekî kolektîf tevbigerin
09:38 Hevseroka KNK'ê: Banga Ocalan formula çareseriyê ye
09:03 ‘Divê ji bo mafê hêviyê di qanûnan de guhertin bên kirin’
09:00 ROJEVA 2’YÊ ADARA 2025’AN
01/03/2025
16:06 Ji xizmên windayan piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
15:25 Foza Yûsif: Pêngava Rêber Apo dê bandorê li herêmê bike
14:36 Di çapemeniya cîhanê de daxuyaniya PKK’ê ya agirbestê
14:26 Onder: Hefteya pêş wê gelek tişt zelal bibin
14:18 Li aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn
12:36 OHD: Ji bo 'mafê hêviyê' divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
12:32 ANHA 12 salî ye
10:30 Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê destûra bingehîn a nû bê rojevê
09:54 Teqawid çareseriylê dixwazin: Ne ji bo şer, ji bo teqawidan budçe
09:11 Huda Kaya: Divê gavên şênber bên avêtin
09:07 'Divê mafên siyasî û çandî yên kurdan bên naskirin'
09:01 ROJEVA 1'Ê ADARA 2025'AN
08:23 PKK'ê agirbest îlan kir: Em tevli banga Rêber Apo dibin
28/02/2025
18:18 Ji DEM Partiyê mesaiya 'banga dîrokî'
18:10 Ji Jînoelojiyê banga hevdîtina xwendinê
16:49 Hesabên X’ê yên JINNEWS û Xwebûnê hatin astengkirin
16:48 ‘Em îdiaya xwe ya jiyana azad mezin dikin’
16:27 'Heta edalet neyê aştî çênabe’
16:03 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: 408 bûyerên îşkenceyê hatin tespîtkirin
15:31 Li Sûrê Navenda Piştgiriyê ya Jinê hat vekirin
15:01 Ji bo hunermend Gencay Morkoç biryara tehliyeyê
14:26 Ozel bang li Erdogan kir: Zelal û wêrek be
14:08 ‘Bila êriş bên sekinandin û makezagoneke nû bê çêkirin’
13:48 ‘Banga Serok erênî bû û em ji Serokê xwe bawerin'
13:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:16 Rêxistiya Efûyê ya Navneteweyî ji bo Şerîfe Mihemedî bang kir
13:05 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê: Divê tavilê berpirsyartiyê li xwe bigirin
13:03 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê D’Alema: Banga Ocalan bangekî wêrek e
13:03 Îmamoglû: Em bangê binirx dibînin, berpirsyartî tenê li ser milê aliyekî nîne
13:02 Serokê EMEP’ê: Divê gavên ku qada maf û azadiya fireh dikin bên avêtin
12:10 Kekê xwe piştî 4 salan di wêneyê dîrokî de dît: Divê êdî azad bibin
11:57 Oluç: Gavên ku divê dewlet û îktîdar biavêje hene
11:37 Rejîma Îranê di 8 salan de herî kêm 56 zarokên Beluc qetil kir
11:32 Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan manşeta rojnameyan bû
11:12 Dayikên Aştiyê: Em ji rêberê xwe bawerin
10:41 Rojnameger Çalişlar: Heke bang baş were nirxandin dê pêşiya Tirkiyeyê vebe
10:36 33 salan di girtîgehê de ma: Ev bang ne dawî ye, destpêkeke
09:56 Kêliyê dîrokî: Abdullah Ocalan şande çawa pêşwazî kir, çi qewimî?
09:03 Keda nayê xuyakirin: Kedkarên nava malê
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Bersiva wezaretê ya ji bo parastina 'leşkeran' riziya!
09:00 ROJEVA 28’Ê SIBATA 2025’AN
08:47 Mesrûr Barzanî: Em piştgiriyê didin hewldanên aştiyane
07:36 Qesra Spî: Banga Ocalan gaveke girîng e
27/02/2025
23:59 Sekreterê Giştî yê NY'ê Guterres: Banga Ocalan ji bo çareseriyê bû çirûskek hêviyê
21:54 Berxwedêrên Tişrînê peyama dîrokî ya Ocalan guhdar kirin
20:53 Ji êzdiyan piştgirî ji bo banga dîrokî
18:07 Dema li banga dîrokî guhdarî dikirin hêsir barandin
18:04 Li gel wêneyên Abdullah Ocalan li bangê guhdarî kirin
17:56 Li Qada Bajar a Wanê bi deh hezaran kesan li banga dîrokî guhdarî kir
16:58 Ji Abdullah Ocalan banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’: Ji bo berdana çekan divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin
16:48 Wêneyê banga dîrokî
16:31 Bi hezaran kes li Qada Şêx Seîd in: Bijî berxwedana Îmraliyê - HATE NÛKIRIN
15:49 Li Qada Şêx Seîd kelecana ji bo banga dîrokî: Me nekarî şeva din rakevin
15:47 Şandeya Îmraliyê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hat pêşwazîkirin
15:34 Kesên ku dê banga dîrokî bixwînin diyar bûn
15:31 Banga dîrokî dê bi wêne be
15:27 Li Amedê gel diherike Qada Şêx Seîd
15:12 Herî kêm 300 rojnameger dê banga dîrokî bişopînin
15:10 Di çalakiyên 8’ê Adarê de gel vexwendin banga dîrokî
14:18 Hevdîtina li Îmraliyê bi dawî bû
14:06 Bi hezaran kes ber bi Amedê ve diherikin
13:59 Rêveberiya Baroya Amedê ji doza ‘Qirkirina Ermenan’ beraet kir
13:37 Li 7 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ekranên mezin hatin danîn
13:17 SOHR: Di nava 24 saetan de herî kêm 5 kes hatin kuştin
13:03 Xelkê Botanê ji bo banga dîrokî ber bi Amedê ve bi rê ket