AMED - Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat diyar kir ku divê dewlet li hemberî vê banga Abdullah Ocalan gavên şênber bavêje û got ku ew ê kampanyaya ku ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bi pêngavên nû bidomînin.
Ji ber ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nîqaşa li ser çareseriya pirsgirêka Kurd derbasî qonaxeke nû bû, ji bo pêvajo bi encam bibe daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di her firsendê de tê ziman. Bi vê daxwazê, di dema kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk" a di 10'ê Cotmeha 2023'an de li 74 navendên cîhanê hat destpêkirin dewam dike. Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştgiriyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat da xuyakirin ku ew ê kampanyayê bi gavên nû bidomînin.
Canpolat da zanîn ku ev banga Abdullah Ocalan gelekî hêja û jiyanî ye eger bi pêşketinên li Rojhilata Navîn re were nirxandin, ev bang gelek tiştan di nava xwe de dihewîne, lê belê di serî de banga aştiyê, bêdengkirina çekan û bidawîbûna şer e û wiha got: "Rojhilata Navîn hema hema li her derê serdemeke şer û pevçûnan dijî. Ev banga ku di vê tarîtiyê de hatiye kirin, mîna ronahiyekê ye, mîna rojê ye."
Canpolat destnîşan kir ku peyama Abdullah Ocalan a ku di metnê de cih negirtiye, lê ji aliyê endamê heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ve bi devkî hatiye vegotin û têkildarî mijarê wiha got: "Bêguman di pratîkê de danîna çekan û fesihkirina PKK'ê naskirina siyaseta demokratîk û hiqûqê pêwîst e." Canpolat da zanîn ku divê ev bang ji aliyê her kesî ve li ber çavan bê girtin û wiha got: "Banga li bendê bû ji birêz Abdullah Ocalan hat kirin. Di ser serdema 2013-2015'an re 12 sal derbas bûn. Dewletê di vê pêvajoyê de gaveke bi tenê ya erênî neavêt jî, gelek tiştên xirab kir. Tevî ku dewlet di vê mijarê de xwedî niyeteke zêde ya baş nîne jî, bang û pêngava heyî ya birêz Abdullah Ocalan di asteke bilindtir de ye."
'DIVÊ DEWLET LI GORÎ BANGÊ GAVAN BIAVÊJE'
Canpolat diyar kir ku divê dewlet li hemberî banga Abdullah Ocalan sekna xwe diyar bike û wiha got: "Ji bo bingeheke qanûnî ji vê re bê afirandin, divê parlamento di dema herî nêz de li hev bicive û ji bo vê yekê komîteyên jêrîn ava bike. Ji xwe di nava civakê de fikareke 'dewlet gavan navêje, lîstikan dike' heye. Divê dewlet bi gavên ku wê bavêje vê rewşê di zûtirîn demê de ji raya giştî re ragihîne û beyana îradeyê nîşan bide. Divê peyama birêz Ocalan a ku di dawiyê de hatiye xwendin wiha bê xwendin. Em piştgiriyê didin vê bangê û dibêjin bila ji aliyê dewletê ve bi cih were anîn."
'DIVÊ ŞERT Û MERC LI GORÎ RUHÊ PÊVAJOYÊ BIN'
Canpolat bal kişand ser guhertina destûra bingehîn a ji bo mîsogerkirina hiqûqa Kurdan û wiha got: "Guhertina destûra bingehîn dibe ku demeke dirêj bidome, lê belê divê qanûn bên guhertin, girtiyên li girtîgehê bên berdan û şert û mercên birêz Abdullah Ocalan li gorî ruhê vê pêvajoyê ji nû ve teşe bigirin. Divê hawireke ku lîderên nêrînê, heyet, rojnamevan û parêzer karibin bi hêsanî di nava civakê de hevdîtinê bikin, hebe."
Canpolat da xuyakirin ku li gorî bangawaziyê PKK'ê agirbest îlan kiriye û divê dewlet dest ji êrîşan berde û wiha got: "Ji ber ku pêvajoyeke bi vî rengî destpê kiriye, ji ber ku pêvajoya aştiyê wê hebe, divê dewlet deklarasyoneke erênî ya vînê bide."
'DIVÊ AZADIYA FIZÎKÎ YA ABDULLAH OCALAN PÊK WERE'
Canpolat diyar kir ku kampanyayên "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk" dewam dike û wiha got: "Divê azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan li cihekî be ku karibe xwe bigihîne her kesî û xwe bigihîne hemû mûxatabên xwe. Girava Îmraliyê bi xwe jî cihê tecrîdê ye, lewma divê ji giravê bê derxistin û derbasî hawireke ku karibe bi rehetî bixebite û xwe bigihîne mirovan."
'JI BO KAMPANYAYÊ DERBASÎ QONAXEKE NÛ BIKIN EM DIXEBITIN'
Canpolat da zanîn ku ew ê kampanyayên xwe xurtir bikin û wiha got: "Em di pêvajoyeke welê de ne ku kampanya xwe derbasî asteke din bikin. Ev xebat wê bidome. Kampanya me ya bi heman navî wê bi pêngavên nû, çalakiyên nû yên demokratîk bidome. Di serî de malbatên ku em temsîl dikin em ê xwe bigihînin wan û dewletê neçar bikin ku bi vî rengî gavan biavêjin, ji bo hîn bêhtir xwedîlêderketina pêvajoya nû, deste birêz Abdullah Ocalan xurt bikin, desteka tevahiya temaşevanan bi dest bixin. Em dê têkevin wê pratîkê.
MA / Mujdat Can