NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê li gelek bajaran têkildarî danişîna doza parastvana mafên mirovan Nîmet Tanrikulu daxuyanî da û banga berdanê kir.
Parastvana mafên mirovan Nîmet Tanrikulu di 29’ê Mijdara 2024’an de hate girtin û danişîna wê ya ewil dê sibe li Edliyeya Stenbolê bê lidarxistin. Beriya danişînê, li gelek bajaran bi pêşengtiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Hewldana 78’iyan daxuyaniyên hevpar hatin xwendin û daxwaza berdana Nîmet Tanrikulu hate kirin.
STENBOL
Şaxa komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê têkildarî danişîna doza endama ÎHD’ê û Hewldana 78’iyan a girtî ku dê sibe li Edliyeya Stenbolê were lidarxistin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Nabe ku parastvaniya mafan bê darizandin ji Nîmet Tanirkulu re azadî” hate hilgirtin.
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn da zanîn ku Nîmet Tanrikulu ji 26’ê Mijdarê heta niha girtî ye û got: “Daraza dewletê hebûna me didarizîne. Ya ku li vir tê darizandin, femînîstî, Kurdîtî û Elewîtiya Nûmetê ye. Nîmet ev 30 sal in di nava têkoşîna mafên mirovan de ye.”
Eren Keskîn, îdiayên ku Nîmet Tanrikulu jê tê darizandin bi bîr xist û got ku ecibandina wêneyên Seyîd Riza, Denîz Gezmîş, beşdarbûna wê ya konferansa ‘Jin Aştî”, çûna Hewlêr û Silêmaniyeyê û hwd. tê darizandin. Eren Keskînê got ku Nîmet Tanrikulu bi awayekî nehiqûqî tê darizandin û got: “Em dixwazin ev darizandina neheq bi dawî bibe û were berdan.”
‘DARIZANDINA WÊ DERAQILÎ Û DERHIQÛQÎ YE’
Piştre jî metna daxuyaniyê ya hevpar a 20 saziyan hate xwendin. Daxuyanî ji hêla Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî ve hate xwendin. Guleren Yolerî, got ku Nîmet Tanrikulu di asta navneteweyî de tê naskirin û îdiayên der heqê wê de weke “deraqilî” û “derhiqûqî” pênase kir. Gulseren Yolerî, anî ziman ku girtina Nîmet Tanrikulu hem ji hêla hiqûqî û wijdanî ve hem jî ji hêla hiqûqa navxweyî û peymanên navneteweyî ve binpêkirin e. Gulseren Yolerî got: “Nîmet Tanrikulu dê roja 4’ê Adarê saet di 11.00’ê de li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê darizandin. Weke hevalên wê em ê Nîmetê bi tenê nehêlin. Em dixwazin ev tacîza darazê ya li dijî Nîmet Tanrikuluyê tavilê bi dawî bibe û were berdan.”
LI RIHA Û ÎZMÎRÊ DAXUYANÎ HATE XWENDIN
Şaxên ÎHD û Hewldana 78’iyan ên Rihayê û Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî bi heman boneyê daxuyanî dan. Di daxuyaniya hevpar de daxwaza berdana Nîmet Tanrikulu hate kirin.