NAVENDA NÛÇEYAN - Qeyûmên Êlih û Mêrdînê destûr nedan ku afîşên ji bo amadekariya mitîngên 8’ê Adarê li bîlboardan bên hilawistin.
Amadekariyên jinan ên di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a cîhanê berdewam in. Li bajarên bakurê Kurdistanê çalakî dê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bên lidarxistin. Jinan, di çarçoveya amadekariyên 8’ê Adarê de xwestin li Êlih û Rihayê afîşan hilawistin lê qeyûman destûr nedan.
Di 8’ê Adarê de dê li Êlihê bi pêşengtiya TJA’yê bi dirûşma “Em serî li dijî qirkirinên jinan radikin û ber bi azadiyê ve dimeşin” mitîng bê lidarxistin. Serlêdana jinan a ji bo hilawistina afîşan a li bîlboardan hate astengkirin. Qeyûm, ji bo serlêdana hilawistina afîşên 8’ê Adarê got: “Bîlboard di tevahiya meha Remezanê de tije ne.”
Mitînga Êlihê dê di roja 8’ê Adarê saet di 11.00’ê de li Parka 8’ê Adarê bê lidarxistin. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç dê weke axêver tev li bibe.
MÊRDÎN
Waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun ku weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatiye tayînkirin jî nehişt afîşên 8’ê Adarê li ser bîlboardan bên hilawistin. Afîşên ji bo mitînga 8’ê Adarê di 3’yê Adarê de hatibûn amadekirin û tevî ku bi ajansa reklamê re peyman hatibû mohrkirin jî afîş nehatin daliqandin. Walîtiyê ji ewil têkildarî bîlboardan ji şîrketê re nivîsa “Tu afîşên têkildarî xebatên şaredariyên DEM Partiyî dê li ser bîlboardan neyên hilawistin” hatibû şandin. Piştî ku şîrketan gotin dê pêvajoya qanûnî cîbicî bikin, rayedarên walîtiyê dîsa li şîrketê geriyan û gotin ku agahdariyeke xelet hatiye kirin. Rayedaran, îdiakirin ku wan xwestine bibêjin “Dê afîşên têkildarî xebatên tu şaredariyan li ser bîlboardan neyên hilawistin.”
Afîşên têkildarî 8’ê Adarê ku bi 4 zimanan hatine amadekirin, li ser bîlboardan nehatin hilawistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Bajar Bêrîtan Guneş ev mijar xist rojeva Meclisê.
Dê di 8’ê Adarê saet di 12.00’ê de li Qada Newrozê ya navçeya Nisêbînê mitîng bê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û aktîvîsta TJA’yê Fîdan Çîmen dê weke axêver tev li bibin.
DEVRÎM DEMÎR: EM Ê POLÎTÎKAYÊN DIJMINATIYA JINÊ TEŞHÎR BIKIN
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, diyar kir ku ji berê ve dijminatiya waliyê bajar Akkoyun a li dijî jinan tê zanîn. Devrîm Demîr, got ku qeyûm Akkoyun weke karê ewil xebatên jinan asteng kiriye. Devrîm Demîrê kiriyarên Akkoyun ên berê bi bîr xist. Devrîm Demîr, bertek nîşanî astengkirina hilayîstina afîşan da û got: “Em ê van nêzikatiyên dijminatiya jinê li her derê teşhîr bikin. Dê xespkarên îradeyê nekarin me ji têkoşîna jinê bikin. Em ê kolan bi kolan bigerin û bi xwe dê xebatên 8’ê Adarê bimeşînin. Banga min ji bo hemû jinên Mêrdînî ew e ku tev li mitînga li Qada Newrozê bibin.”