MÛŞ - Orman Sakçi ku 30 salên ji jiyana xwe di girtîgehê de derbas kir, anî ziman ku ji bo "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" bigihê armanca xwe gavavêtina ewil berdana girtiyên nexweş e.
"Banga Aştî û Civakeke Demokratîk" a ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin berdewam dike. Li gel vê azadiya girtiyên nexweş di nav daxwazên sereke yên civakê de ye. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş di girtîgehan de hene ku 335 ji wan di rewşeke krîtîk de ne.
Orhan Sakçi ku 30 salên jiyana xwe li girtîgehê derbas kiriye û gelek nexweşî pê re hene, destnîşan kir ku berdana girtiyên nexweş şertek ji bo samîmiyeta li hember pêvajoyê ye.
Sakçi di sala 1994'an de li Bûrsayê hat binçavkirin û li Mûşê di danişîna dozê de cezayê muebetê lê hat birîn. Li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê, Girtîgeha Tîpa Taybet a Gazîentabê, Girtîgeha Tîpa E ya Adiyamanê, Girtîgeha Tîpa D a Amedê, Tîpa E ya Mûşê, Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê, Girtîgeha Hejmara 3 T a Şakranê Îzmîrê û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê maye.
Ew di 31'ê Kanûna 2023'yan de hat berdan.
'DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN'
Sakçi diyar kir ku banga Abdullah Ocalan û pêvajoya berdewam xwedî potansiyel e ku sûdê bide hemû beşên civakê û got ku yek ji pirsgirêkên herî girîng ên di vê pêvajoyê de girtiyên nexweş in. Sakçi bal kişand ser pêwîstiya bi gavên lezgîn ên der barê girtiyên nexweş de û got: "Ji salên 1990'î heta salên 2000'î, girtîgehan îşkenceyên giran û demên dirêj ên ragirtinê dîtin. Îşkenceyê zirarên giran da laşê girtiyan. Ji ber faktorên wekî nêzîkatiya îdeolojîk a bijîşkan, nebûna girîngiyê ji hêla girtîgehan ve û paşguhkirina nexweşiyan, nexweşî girantir bûn. Niha, girtiyên nexweş nikarin bigihîjin tenduristiyê."
Sakçi bal kişand ser pêkanînên ku li dijî girtiyên nexweş tên kirin û got: "Hûn nexweş in û hewceyê dermanan û dermankirinê ne, lê şert û merc tune ne. Hûn wan ji girtîgehê tînin nexweşxaneyê; lingên we girêdayî ne, destê we bi ranzeyekê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, hûn nekarin tev bigerin. Ev jixwe bandorên psîkolojîk ên giran dike. Her çend kesek nexweş be jî, ew naxwaze biçe nexweşxaneyê. Ev yek tê paşguhkirin û ew bi nexweşiya xwe re mijûl dibin. Berdana girtiyên nexweş nîşana niyeta baş e di vê pêvajoyê de. Ne tenê girtiyên nexweş, divê hemû girtiyên siyasî werin berdan. Bi ya min ji bo dilsoziyê, berdana hemî girtiyan hewce dike."