STENBOL – Umît Kaya yê ku yek ji wan kesên ku ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî di wesayîtên xwe de ji aliyê polîsan ve hatibû derbkirin û binçavkirin, got: "Polîsên sivîl ji min re gotin, 'hûn terorîst in' û serê me di ber me de tewandin."
Malbata Kaya ku ji 10 kesan pêk dihat, di 13’yê Tîrmehê de dema ji navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê ji seyranê vedigeriya, di rê de bi hinceta ku di wesayîta xwe de li stranên Kurdî guhdarî dikin ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin. Ciwanên ku sewqî dadgehê bûn bi “bi şertê kontrola edlî” ve hatin berdan. Zeynep Yaman a ducanî ji ber polîsan pêhîn li zikê wê dabû, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hasekî. Zeynep Yaman a ku neçar hate hiştin ku bi rêbaza sezeryanê bi lezgînî were emeliyatkirin, xetereya jiyana pitikê wê didome.
Ahmet Kaya û Umît Kaya yên ku hatibûn derbkirin û binçavkirin têkildarî bûyerê axivîn.
GEFA BI ÇEKÊ VE
Ahmet Kaya yê ku hatibû derbkirin û binçavkirin, diyar kir ku di wesayîta wî de sîstemeke deng tune û dengê stranê bi awayekî normal bû. Kaya wiha axivî: “Polîs, ji bo cezabirînê wêneyê me kişand. Polîs ne polîsê trafîkê bû. Pişt re birayê min ji wesayîtê daket. Wan di navbera xwe axivîn û ez jî ji wesayîtê daketim. Dema em daketin, polîs çeka rahişt çeka xwe. Çek nekişand lê destê wî li ser bû. Pişt re kesên ku negotin em polîsên sivîl în hatin hinda me. Me nizanîbû polîs in, lê hemû polîsên sivîl bûn. Haya me jê tunebû. Me derb kirin. Di destpêkê de me got qey kesên sivîl li me didin. Pişt re polîsên yunus hatin cihê bûyerê. Dema bûyerê de 4-5 polîs, min ser rû avêtin erdê û destên min di pişt min de kelemçe kirin.”
‘GOTIN HÊJ TIŞTÊN KU TUYÊ DI QEREQOLÊ DE BIBÎNÎ HENE’
Kaya, rave kir ku pişt re polîsan ew xistina wesayîta polîsan û wiha pê de çû: “Nêzi 40 deqeyî em di wesayîta polîsan de man. Em ji bo raporê çûn nexweşxaneyê. Tevî polîsan em çûn ji bo girtina raporan. Pişt re polîsek yunus hate cem min, destê min di kelemçeyê de bû. Li ber bijîşk kelemçeya min vekir û paş de min kelemçe kir. Dem amin xiste wesayîta polîsan sîleyek li min da û got ‘hêj tiştên ku tuyê di qereqolê de bibînî heye’. Li me îşkence kirin. Dîmenên îşkenceyê jî hene. Em li dijî wan tu livek nekirî ger me bikira dê di dîmenan de xuya bikira.”
‘JI BER GUHDARÎKIRINA STRANÊN KURDÎ EM HATIN ÎŞKENCEKIRIN’
Umît Kaya yê ku dema bûyerê ajokarê wesayîtê bû, diyar kir ku dema dîtiye polîs wêneyê wesayîta wan dikşîne rawestiyaye û ev tişt got: “Ez çûm cem min jê pirsî ‘armanca te ya wênekişandinê çi ye’. Wî jî got, ‘divê bi dengê bilind tu stranan guhdarî nekî’. Ger di wesayîta min de ne mutlu Turkum bihata guhdarîkirin bûyereke wiha nediqewimî. Bêyî ku biaxivin bi gewriya birayê min girtin û derbkirin. Ez qêriyam û min got ‘xêr e?’. Anons kirin û piştî anonsê koma polîsan hat. Gelek çêr û heqaret li me kirin. Bi awayeke aşkera gef li me xwarin û gotin ‘hûn terorîst in’ û serê me di ber me de dan tewandin.”
KIRYARÊN DER MIROVANE
Kaya, destnîşan kir ku di dema bûyerê de bûyereke der mirovane rû daye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta parêzerê me hat, av nedan me. Şev dora saet 3-4’an re şîv 3u av dan me. Ger ne ji parêzerên me ba, niha em di çi rewşê de bûn. Ev kiryarên der mirovane ne.”
MA / Melîk Çelîk