NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê, li herêma Siwêdayê tankeke hêzên hikûmeta veguhêz a Şamê bombeberan kir.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku xwe spartiye Radyoya Artêşa Îsraîlê, balafireke şer a Îsraîlê li herêma Siwêdayê ya başûrê Sûriyeyê tankeke hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bombebaran kiriye. Hat ragihandin ku balafirên bêmirov li asîmanê bajêr digerin.
Radyoya artêşa Îsraîlê ragihand ku îro, balafireke şer a Îsraîlê li bajarê Siwêdayê tankeke hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bombebaran kiriye.
Li gel bombebaranê, balafirên bêmirov li asîmanê bajêr û gundewarê wê digerin, aloziya leşkerî û êrişa hêzên hikumeta veguhêz jî didome.
Ev demeke aloziyeke ewlehî û leşkerî li Siwêdayê rû dide. Di nava komên xwecihî û hêzên hikumeta veguhêz de şerekî tund heye. Li gorî agahiyan, hêzên hikumeta veguhêz derbasî bajêr bûne, rewşa mirovî tevlihev e û pêleke koçberiyê heye.