NAVENDA NÛÇEYAN - Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk, têkildarî êrişên hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li dijî Siwêdayê, banga lêpirsîna lezgîn kir.
Turk got, "Ev gola xwînê û şer divê bi dawî bibe, parastina mirovan divê karê sereke be" û bang li rêveberiya demkî ya Sûriyeyê kir ku berpirsyaran derxîne pêşberî edaletê û ji bo bûyerên bi heman rengî dubare nebin tavilê bikeve nava liv û tevgerê.
Li bajarê Suwêdayê ku piraniya şêniyên wê Durzî ne, bi êrîşên hêzên hikumeta Şamê re rewşeke giran a mirovî rû da. Bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan, sivîl hatin înfazkirin, mal hatin wêrankirin û êşkenceyên hovane hatin kirin.
Ofîsa Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand ku ji ber şer nêzî 2.000 malbat ji cih û warê xwe bûn.
Volker Turk her wiha têkildarî mirina sivîlan a ji ber êrîşên hewayî yên Îsraîlê fikarên xwe anî ziman û got, "Çalakiyên weke êrîşa roja Çarşemê ya li ser Şamê ji bo sivîlan rîskeke mezin e. Divê êrîş bêne rawestandin."
Rayedarê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku pêwîstiya gelê Sûriyeyê ne bi tundî, bersivdan û tolhildanê lê bi ewlekarî û edaletê heye.