ENQERE - Rojnameger Huseyîn Aykol ku ji ber xwîn çû ser mejiyê wî hatibû entubekirin. Ji ber ku enfeksiyonê sîhên Aykol girt, tedawiya antîbiyotîkê hater destpêkirin.
Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol di 14’ê Cotmehê de dema li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jî careke din xwîn çû ser mejiyê wî û niha li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin. Aykol, roja 9’emîn e li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê di beşa çavdêriya awarte de tê ragirtin.
Hat zanîn ku ji ber enfeksiyonê sîhên Aykol girtiye, tedawiya antibiyotîkan hate destpêkirin. Hat zanîn ku Aykol ji beşa çavdêriya awarte ya li emeliyatxaneyê hate derxistin û birin beşa çavdêriya awarte ya giştî. Bijîşkan, da zanîn ku hişê Aykol hêj girtî ye û xetereya li ser jiyana wî didome.