ENQERE - Dîroknasê îtalî Franco Cardini bi peyamekê piştgirî da banga Abdullah Ocalan û got: “Ez piştgiriyê didim pêvajoya aştiyê ya naskirina mafên ziman, çandî û siyasî armanc dike.”
	Dîroknasê îtalî Franco Cardini, peyamek ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re şand û diyar kir ku piştgiriyê dide “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. 
	Di peyamê de wiha hate gotin: “Di vê serdema krîtîk de dixwazim bi aşkerayî û zelal destnîşan bikim ku bi parastina diyalog, tevlibûna demokratîk û parastina mafên sereke yên hemû kesên li welat dijîn re me. Ez piştgiriyê didim pêvajoya aştiyê ya naskirina mafên ziman, çandî û siyasî armanc dike. Jinûveavakirina baweriyê, pêçandina birînên raborî û avakirina pêşerojeke hevpar tenê bi vî awayî dikare bibe.” 
	FRANCO CARDINI KÎ YE?  
	Dîroknasê îtalî, nivîskar û akademîsyen Franco Cardini, di 5’ê Tebaxa 1940'ê de li Floransayê ji dayik bû. Bi xebatên xwe yên têkildarî dîroka Serdema Navîn, Seferên Xaçparêzan, Têkiliyên Xiristiyanî-Îslamiyetê û dîroka çanda Ewropayê tê naskirin. Li Zanîngeha Floransayê jî weke profesorê Dîroka Serdema Navîn xebitî bû. Cardini, ne tenê bi berhemên xwe yên akademîk lê di heman demê de bi gotar û pirtûkên xwe yên li ser dîroka populer jî xwe gihand gelek kesan.  
								



