ÎDIR - DEM Partiyê li Îdirê bi beşdariya Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan, bi gel re hevdîtin kir.
	Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îdirê, bi beşdariya Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan, bi gel re hevdîtin li dar xist. Bakirhan ku ji bo hevdîtinê hate bajêr, li xaçerêya balafirgehê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Girse, bi konvoyê derbasî navenda bajar bû. Konvoy, li ser Cadeya Cumhuriyetê bi dahol û zirneyê hate pêşwazîkirin. Kesên di konvoyê de cih digirtin, ji Kolana Çapemeniyê heta avahiya rêxistina DEM Partiyê meşiyan. 
	Bakirhan ku tevî girseyê derbasî avahiya partiyê bû, li vir jî bi çepik û tililiyan hate pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de Bakirhan ji ewil têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de agahî da û hevdîtin ji çapemeniyê re girtî domiya.  



