NAVENDA NÛÇEYAN - Erdogan ku bal kişand ser pêvajoyê, got: "Wekî rabirdûya me,siberoja e jî hevpar e. Yek e û bi hev re ye." 
	Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan, piştî Civîna Kabîneyê daxuyanî da. Erdogan ku Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel hedef girt got: "Me şensek dabû serokê giştî yê nû, lê wî jî kevneşopiya xirab a selefê xwe domand. Rabû nîqaşên siyaseta navxweyî gihand derveyî welêt. Ji bo giliyê welatê xwe bike li ber deriyên Ewropayê şiyar dibe." Erdogan diyar kir ku di Civîna Kabîneyê de ji aboriyê heta ewlehiyê gelek sernav hatine nîqaşkirin û têkildarî armancên mezinbûna Tirkiyeyê axivî. Erdogan parast ku dê li 81 bajaran bi giştî 500 hezar avahiyên civakî bên çêkirin û got ku projeyên tanqa Altay û balafirên muharîba neteweyî bênavber pêşve diçin. 
	Erdogan ku bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk got: "Dê Wan jî, Amed jî û Stenbol jî bi ser bikeve. Dê 86 milyon bi ser bikevin." Erdogan diyar kir ku di 40 salên dawî de li welêt bedêlên giran hatine dayîn û got: "Em dikarin çavkaniyên xwe ji bo perwerdehiyê û pîşesaziyê xerc bikin." 
	Erdogan got: "Em hêvî dikin ku her kes vê rastiya xwerû bibine. Wekî rabirdûya me, siberoja me jî hevpar e. Yek e û bi hev re ye." 
								