NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Îsraîlê Knesset, pêşnûmeqanûna ku dê cezayê darvekirinê tenê li filistîniyên ku bi "cinayetên têkildarî terorê" hatine mehkûmkirin bê birin, da ber dengdayînê.
Li Parlamentoya Îsraîlê Knessetê, di dengdana yekem de, ji bo pêşnûmeqanûna ku dê tenê li filistîniyên ku bi "cinayetên têkildarî terorê" hatine mehkûmkirin cezayê mirinê ferz bike, 39 parlamenteran got "erê" û 16 parlamenteran got "na". Televîzyona dewletê ya Îsraîlê KAN, ragihand ku ji 120 parlamenteran 39 parlamenteran dengên "erê" û 16 parlamenteran dengên "na" dane. Her çend pêşnûmeqanûn dê cezayê mirinê li filistîniyên ku bi "sedemên neteweperestî" tên tawanbarkirin ferz bike jî, ev qanûn dê ji bo cihûyên îsraîlî ne derbasdar be.
Mîmarê qanûnê, Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê rastgir Itamar Ben-Gvir, piştî dengdanê li parlamentoyê pîrozbahî kir û peqlewe li endaman belav kir. Ben-Gvir, di posteke li ser hesabê xwe yê X'ê de wiha ragihand: "Otzma Yehudit (Partiya Hêza Cihûyan) dîrokê dinivîse. Me soz da û pêk anî. Qanûna cezayê mirinê ji bo terorîstan di dengdana yekem de hat pejirandin."
Qanûn ji aliyê parêzvanên mafên mirovan ve bû cihê bertekan. Parêzvanên mafan, diyar dikin ku qanûn tenê filistiniyan hedef digire û pergaleke edaletê ya bi şêwaza "apartheidê" qanûnî dike. Divê qanûn berî ku bikeve meriyetê li Knessetê sê caran berpêşî dengdayînê bê kirin.
QEDEXEYA DARVEKIRINÊ YA 62 SALAN BI DAWÎ DIBE
Ger ev pêşnûme bibe qanûn, dê qedexeya darvekirinê ya 62 salan a Îsraîlê bi dawî bibe. Di dîroka Îsraîlê de heya niha tenê efserê nazî Adolf Eichmann hatiye darvekirin.
