NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan diyar kir ku li Amerîkayê bi gelek rayedarên li ser Sûriyeyê re civiyaye û got: "Me nêrîn û helwestên xwe dan der."
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan diyar kir ku ew ji aliyê DYA'yê ve hatiye vexwendin ku bi Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Marco Rubio, Nûnerê Taybet ê Serokê DYA'yê Donald Trump ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff, Balyozê Amerîkayê yê Enqeryê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack û gelek rayedarên din ên li Qesra Spî re bicive û serdana wî bi serdana Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şara re hevdem bûye.
Fîdan, pirsên çapemeniyê yên der barê têkiliyên xwe yên li Washingtonê de bersivand.
Fîdan, got ku Şara bi Trump û tîma wî re civiyaye û ew jî ji bo beşeke civînê hatiye vexwendin.
Fîdan, diyar kir ku wan li ser nêrînên giştî yên Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê û derfetên hevkariyê bi DYA'yê re nîqaş kirine û got ku wan derfet dîtiye ku li ser gelek mijarên têkildarî pêşketin, yekîtî, hevgirtin, aştî û ewlehiya herêmî ya Sûriyeyê nîqaş bikin. Fîdan destnîşan kir ku piştre wan li Qesra Spî civîneke dirêj li dar xistiye ku Rubio, Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê Esed Hesen Şaybanî, Witkoff û Barrack beşdar bûne. Fîdan destnîşan kir ku Cîgirê Serokê DYA'yê J.D. Vance jî tevlî civînê bûye. Fîdan anî ziman ku wan di dema civînê de nêrînên xwe parve kirine û got: "Çawa dikarin deverên bipirsgirêk ên li başûr û bakurê Sûriyeyê û li deverên din çêtir werin birêvebirin? Çawa dikare li ser Qanûna Sezar xebat were kirin? Me derfet dît ku em van mijaran bi berfirehî lêkolîn bikin. Me nêrîn û helwestên xwe dan der."
HEVDÎTINA BI WÎTKOFF Û BARRACK RE
Fîdan diyar kir ku wan bi Wîtkoff û Barrack re civîneke cuda li dar xistine û wan gelek mijarên têkildarî dosyeya Filistînê ya ku Wîtkoff berpirsiyarê wê ye, tevî pirsgirêkên agirbesta li Xezeyê, bi berfirehî nîqaş kirine.
Fîdan bilêv kir ku wan bi Balyoz Barrack re, bi taybetî li ser Sûriyeyê û bi Wîtkoff re li ser Filistîn, Rûsya-Ukrayna û Îranê nîqaşên berfireh kirine. Her wiha Fîdan got ku wî encamên nîqaşan ji Serokomar Erdogan re ragihandiye. Fîdan destnîşan kir ku nêzîkatiya Trump a li hember mijara Sûriyeyê pir avaker bûye û got ku Tirkiye vê yekê bi awayekî erênî dibîne.
FOBIYA FÎDAN A LI HEMBERÎ KURDAN
Fîdan ku li ser pêşketinên li Sûriyeyê nirxandin kir, destnîşan kir u hevdîtinan ji bo çareserkirina rewşa li başûrê Sûriyeyê, li Siwêdayê û li bakur-rojhilatê ku "rêxistina terorîst PKK/YPG" ku navê "HSD" bi kar tîne girîng in û got: "Bi rastî, em şêwazeke wiha dibînin: li bakur, bakur-rojhilat û başûr. Ger pirsgirêkên li vir bi baldarî neyên birêvebirin, îhtîmalek heye ku ew ji bo tevahiya yekpareyiya herêmî û axa welêt pirsgirêkê çêbikin. Ango, welat dikare bi parçebûneke din re rû bi rû bimîne. Bê guman girîng e ku Amerîka vê yekê fêm bike û ez dibînim ku ew fêm dikin. Ango, pir girîng e ku welat yekgirtî û temam be, lê di heman demê de ewlehiya jiyan û milkê her kesî hebe û di vî warî de komên etnîkî û olî yên cuda di bin tu zextê de nebin. Bê guman, ji bo dîtina vê rêjeya zêrîn gelek hewldan hene. Di heman demê de, divê ew ji bo kesî nebin tehdîd. Me li ser vê mijarê axaftinên cidî kirin û nêrînên xwe parve kirin."
HEVDÎTINA BI ŞEYBANÎ Û RUBÎO RE
Fîdan destnîşan kir ku wan wekî Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê û DYA'yê hevdîtin bi Şeybanî û Rubio re kirine û li ser perspektîfên her sê welatan û çawaniya baştirkirina hevkariyê nîqaş kirine.
