NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ragihand ku balafireke kargoyê ya ji Azerbaycanê dihat Tirkiyeyê, li Gurcistanê ket. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hatin destpekirin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, ragihand ku balafireke kargoyê ya ji Azerbaycanê dihat Tirkiyeyê, li Gurcistanê ketiye xwarê. Wezaretê, da zanîn ku bi meqamên Gurcistanê re bi koordîneyî dest bi xebatên lêgerîn-rizgarkirinê kirine.
