NAVENDA NÛÇEYAN – Sûriyeyê, piştî 13 salan li London a paytexa Ingilistanê balyozxaneya xwe vekir.
Di çarçoveya serdana fermî ya Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esad Şeybanî de li Londan a paytexta Ingilistanê, piştî 13 salan ji nû ve balyozaxane Sûriyeyê hat vekirin.
Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê Esad Şeybanî, li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku Balyozxaneya Sûriyeyê ya Londonê ji nû ve hatiye vekirin û ev tişt got: “Piştî izolasyona ji ber çekên kîmyewî yên rejîma Esed, Îor em li li Londonê Balyozxaneya Sûriyeyê ji nû ve vedikin. Sûriye bi nasnameya xwe ya azad ve vedigere cîhanê.”
