Fermandara Êzdî Dilvîn Şengalî: Em fêr bûn ku mêr û qanûn nikarin biparêzin

  • jin
  • 09:37 18 Mijdar 2025
  • |
img

WAN - Fermandara YJŞ'ê Dilvîn Şengaliyê bal kişand ser girîngiya xweparastinê û got: "Ji rastiya jina rêxistinkirî nerehetiyeke cidî heye. Tevgera azadiya jinan di dilê desthilatdaran de bûye tirseke mezin. Divê em vê tirsê mezin bikin."

Jin li çaraliyê cîhanê li dijî tundiya mêr-dewletê xweparastina xwe pêş dixin û têkoşîna xwe xurt dikin. Li Şengalê ku di sedsala 21'ê de li ber çavên cîhanê ji aliyê DAIŞ'ê ve qirkirinek û kuştina jinan pêk hat, jinan ji bo parastina ax û jiyana xwe alayên serhildanê li xwe kirin. Yekîtiya Jinên Şengalê (YJŞ) ku di sala 2015'an de ji aliyê jinên Êzdî ve hat damezrandin ku di dema qirkirina DAIŞ'ê ya 3'yê Tebaxa 2014'an de dîl hatin girtin, li bazarên koleyan hatin firotin û dest dirêjî wan hat kirin, di têkoşîna jinan de hêzeke girîng e. Di dema damezrandinê de, jinan ji bo parastina qadên xwe yên jiyanê û azadiya civakî perwerde dîtin û xeteke berxwedanê ya rêxistinkirî ava kirin.
 
YJŞ ku armanca wê ya sereke ew e ku têkoşîna li dijî şer, tundî û zordestiya civakî bi parastina xwe re bike yek, qada wê ya bingehîn xweparastin e. Jinan ligel teknîkên parastina fizîkî, di warê amadekariya derûnî, hişmendiya civakî û hevgirtinê de jî perwerde dîtine ku hem kapasîteya wan a berxwedanê ya takekesî û hem jî ya kolektîf xurt kiriye. YJŞ, xweparastinê wekî amûra sereke ya têkoşîna jinan a ji bo jiyaneke azad dibîne.
 
Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, ji fermandarên YJŞ'ê Dilvîn Şengaliyê pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin.
 
Hûn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku îro diqewime çawa pênase dikin?
 
Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi naverokeke şerê hîbrîd geş û zêde bûye. Şerê hîbrîd hemû şêweyên şer di xwe de dihewîne û her awayê şer bi awayekî baldartir di asta herî jor de bi kar tîne. Li gorî vê, em şopên hemû qonaxên şer, ji destpêka wê heta qonaxa wê ya dawî, di vê şêweya şer de dibînin. Bi heman awayî, hemû teknîk û taktîkên ku di hemû şerên berê de hatine bikaranîn jî li vir tên bikaranîn. Wekî ku ji navê wê diyar e, ew şêweyeke "şerê melez" e. Ew tevliheviyek e ku hemû şêwe û rengên şer dihewîne. Bê guman, em bi sentezeke şêweyên şer ên ku heta roja îro berdewam kirine re rû bi rû ne. Tenê bi lêkolîna meylên DAIŞ'ê û berhemên wê ku piri caran wekî kabûsa Rojhilata Navînê tên nîşandan û bi lêkolîna şerê ku qaşo li dijî wan tê meşandin, em têgihîştinê li ser çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û naveroka çarçoveya ku bi gelek awayan wekî şerê hîbrîd tê zanîn, bi dest dixin. Li gorî vê, em dibînin ku di vê qonaxê de, celebeke şerê mîna çeteyan di şerê hîbrîd de hatiye bicîhkirin. Wekî din, em çawa dikarin rave bikin ka çima kesek mîna Colanî ku bi salan di pêşengiya rêxistina terorîst de bû û di heman demê de di serê lîsteya lêgerînê de bû, niha wekî "serokekî rewa" tê hesibandin? Di dawiyê de, em hesabên ku di çerxa şerê niha li Rojhilata Navînê didome de û her wiha naverok û rêbaza Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bêtir fêm dikin. 
 
Hêla taybet a şerê hîbrîd bandoreke çawa li civakê dike?
 
Ya herî girîng, ev şêweyê şerê ku jê re şerê hîbrîd tê gotin, şerê taybet derxistiye pêş. Li gorî vê, meseleya talan û dagirkeriyê ewqas bi tevahî hatiye ferzkirin û nebûna refleksîfbûnê li hember komkujiyan ewqas xwezayî bûye ku bi rêya şaşrêkirinê û berhêlîkirinên cuda, mirov şaş dimînin, nikarin di hawîrdora nezelal a ku ji hêla şaşrêkirina hedefê ve hatiye afirandin ve rastî û xeletiyê ji hev cuda bikin. Kiryarên neexlaqî û nemirovane yên wekî talan, wêrankirin, komkujî, tundûtûjî, kuştin, tecawiz, koçberî û birçîbûn ewqas asayî bûne ku her çend ev hemû rastiyên qirêj eşkere tên dîtin jî, şiyana acizbûna ji vê rewşê û bertekdayîna li hember wê winda bûye. Di roja îro de, di quncikên herî dûr ên cîhana îroyîn jî ewqas bi hêsanî eşkere dibin ku kûrbûn, pîvandin û cihêrengkirina bêxemiya mirovan û lawaziya wan dikare bi şerê taybet were ravekirin. Ev şerekî wiha ye ku tê de mirov, netewe, bawerî û civak bi tevahî bi nezelaliyeke mezin re rû bi rû ne. Em di serdemeke wiha re derbas dibin ku dibe ku xaniyê tu tê de yî ji erdhejê xirabtir hilweşe û ji nişka ve wêran bibe. Ya herî girîng, serdemeke wiha ye ku mirov nizane dê di dawiya polîtîkayên qirêj û tifaqên veşarî de çawa hedef bê girtin. Ji ber vê yekê, em dibînin ku welatekî ku qet ne di hedefê de ye ji nişka ve dibe hedef. Îjar gava em van hemûyan tînin cem hev em dibînin ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hinekî jî nediyarî ye. 
 
 
Yekem şêweyê şer di dîrokê de di navbera xweda û xwedawendan de pêş ketiye û xwedayan nirxên derdora xwedawendê hedef girtine. Îro li navenda şerê taybet bicihkirina jinêjî, bi vê yekê dikare were ravekirin.
 
Çima di tevahiya dîrokê de jin di şeran de yekser û neyekser dibin hedef?
 
Divê em bizanin ku jin di tevahiya dîrokê de hedefên sereke yên şeran in û ew qurbaniyên sereke ne. Yekem şêweyê şer di dîrokê de di navbera xweda û xwedawendan de pêş ketiye û xwedayan nirxên derdora xwedawendê hedef girtine. Ev, bi vê rastiyê ve girêdayî ye. Wekî din, şerê di navbera birayên Qabîl û Habîl de ku wekî mirovên pêşîn tên zanîn, jî li ser bingeha pêşdaraziya li dijî jinan bû. Ev şêwaz ji hingê ve berdewam kiriye. Wekî din, jin barê herî giran ê şeran hildigirin. Mêr di şeran de an têk diçin an jî serfiraz dibin, lê jin, hem li aliyê serketî û hem jî li aliyê têkçûyî, her gav di bin van komên şerxwaz de hatine perçiqandin. Êşa ku jin bi tevahî di van şeran de dikişînin ne tenê bi êşa windakirina zarok, hevjîn an hezkiriyên xwe ve sînordar e, ne jî bi îstismarkirin û talankirina wekî xenîmetên şer ve sînordar e; wekî ku di nav me jinên Êzdî de tê dîtin. Ev hemû, dîmenên tirsnak ên ku di siya şer de diqewimin encamek an jî encamên şer in. Di bingehê de, divê em lêkolîn bikin ka çima şer derdikevin, bingehên ku ew li ser wan diqewimin û armanca şer çi ye. Bê guman, divê em li ser bingehê şer û koka şer jî kûr bibin. Eger em vê yekê lêkolîn bikin, em pir zelal û berbiçav dibînin ku şer ji ber xwestek û çalakiya jiholêrakirina bingeha civaka xwezayî ya ku ji hêla jinan ve tê rêvebirin çêdibe. Û hedefgirtina jinan di şer de, di rastiyê de, nêzîkatiyeke têkildar e. Ji ber vê yekê em dibêjin ku bêyî hilweşandina civaka xwezayî ya li dora jinan û têkbirina pergala nirxan a li wir hatî afirandin, şensê serkeftinê yê tu şerî tune ye. Ev, ji bo îro jî derbasdar e. Îro li navenda şerê taybet bicihkirina jinê, bi vê yekê dikare were ravekirin.
 
Gelo mexdûriyeta jinan di şeran de tenê bi zirara fizîkî ve sînordar e, an bandorê li ser nirxên civakî jî dike?
 
Di dawiyê de, em bi rastiya jinan re rû bi rû ne ku ji asta vejînê ya ewil a mirovajiyê ve civakê diparêzin û li listeya kesên ku hewceyê parastina hiqûqî hatine zêdekirin. Bê guman, jina hewceyê parastinê ye, helbet dê jina ku qurbana şer e vebêje. Di bingehê de, van şeran hemû nirxên heyî yên civakî hilweşandine, êşên herî mezin bi jinan dane jiyîn. Wekî din, bi hilweşandina çanda berxwedanê ya jinan û afirandina jina ku xwe li pişt mêran vedişêre an li benda "lehengê rizgarker" in, felsefeyeke qurbanîbûnê ji bo jinên di şeran de hatiye pêşxistin. Ger, wekî jin, em ji qêrîna li hember qetlîam û komkujiyan bitirsin, li hember zilmê bitirsin û ji dîmena tirsnak a şer bêxem bibin (bila neyê serê min, tê serê kê bila bê), wê hingê me bi rastî jî derba giran a şer xwariye. Divê mexdûriyeta şer li vir bê dîtin. 
 
Ji bo nimûne; jineke elewî ku du kurên wê ji aliyê HTŞ'ê ve li Sûriyeyê hatin kuştin, bi serxweşî di nav cenazeyên li erdê de digeriya û her çend wan çeteyan digotin, "Binêre çawa me her du kurên te kuştin! Me ev yek anî serê te û em ê yên din jî bikujin," wê bi şokê digot, "înşele, înşele" û her çend wan çeteyan heqaret û gef lê kiribin jî, wê her carê dubare dikir, digot "înşele, înşele.' Ev yek, dilê kesên ku dibêjin em mirov in êşand. Lêbelê, dema ku em îro lê dinêrin, em dibînin ku her kes, ji bilî çend îstîsnayan, ji aliyên herî qirêj ên şer bêpar dimîne. Ger li ber wan cenazeyên li erdê qiyamet ranebe, ev tê wê wateyê ku li wir nirx hemû serobino bûne. Dema ku nirx serûbin dibin, her tişt hildiweşe. Ev şer, şerekî wisa ye ku jiyana jinên di nava kavilan de dramatîze dike û dike ku jinên din ji bo halê xwe şikir bikin. Ji ber vê yekê ez dibêjim, di nav vî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê kirêt de, mirov tarîbûnek derî aqilan dijîn. Ez careke din tekez dikim ku hemû şer di serî de di ser jinan re tên kirin. Bi jinan, mebesta min pergala nirxan a li dora wan hatî avakirin e. Û dema ku ew tê hilweşandin, her tiştê din jî tê hilweşandin. Dema ku em van hemû nirxandinan tînin cem hev, em dibînin ku jin barê herî giran ê şer hildigirin.
 
Cudahiya di navbera "mexdûr" û berxwedêriyê de ku ji bo jinan hatiye afirandin, bandoreke çawa li stratejiya wan a jiyanê dike?
 
Bê guman, hemû diyardeyên ku heta niha hatin gotin reşbîn bûn. Lêbelê, rastiyên hêvîdar jî hene. Ji ber ku em li herêmeke wiha dijîn ku me çanda hevgirtina jinan bi tevahî terk nekiriye. Ya herî girîng, li vê axê çanda berxwedana jinan heye. Rastiya ku dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" ewqas zû hat pejirandin û veguherî felsefeyeke jiyanê nîşan dide ku ev hevgirtin û berxwedan hîn jî heye. Ji ber vê yekê, li erdnîgariya Rojhilata Navînê ku jin li ser pêyan e, divê sedema ku diyardeya şer ewqas zindî ye baş bê xwendin. Ewdixwazin têgeha berxwedanê bi serweriya tirsê ji holê rakin, pêşkeftina jinan ji holê rakin û wan bi tevahî wekî mexdûr nîşan bidin. Hemû serdest baş dizanin ku heke ew îradeya jinan bişikînin, ew ê îradeya civakê jî bişikînin. Ji ber vê yekê, ji bo jinan girîng e ku tevli refên berxwedanê bibin da ku pêşî li şikandina vê îradeyê bigirin.
 
Wekî jinên Êzdî, em cudahiya di navbera jinên berxwedêr û jinên mexdûr de bi bedelên ku me di jiyana xwe de dane fam dikin. Jinên mexdûr xwedî çîrokên jiyana dramatîk in ku bi hêstiran hatine hûnandin. Lava, şîn, hêvî û xwezaya wan her tim xwedîderketinê dixwaze. Ew li rizgarkeran digerin. Me jî bawer dikir ku em ê ji hêla leşkerên li vir bicîh bûne (PDK û artêşa Iraqê), birayên me, mêr û bavên me ve werin parastin. Lêbelê, me paşê bi êş fêm kir ku ew nikarin xwe jî biparêzin. Em niha fêr bûne ku qanûn û hînkirinên olî jî nikarin me biparêzin. Di dawiyê de, dema ku em bûn qurbaniyên şer, em ketin ber dest û pêyan, bi barê çarenûsa xwe. Em di quncikên xwe de tirsîn, bêhêvî bûn, me dua kirin, lava kirin û bêhêvî li benda rizgarkerên xwe man. Paşê, dema ku em rastî cewhera berxwedanê hatin ku di kûrahiya dîroka me de ye (gerîlayên YJA-Star û jinên YPJ), me esilzadetiya jinan dît û bi îlhama wan, em tevli refên berxwedanê bûn. Niha, em fêr bûne ku em çawa xwe li hember her êrişê biparêzin, bêyî ku li bendê bin ku "xwedî" an "serwer" hebe. Berevajî jina mexdûr, di jina berxwedêr de bêhêvîtî tune ye. Ew hewl dide û bi ser dikeve. Jina berxwedêr qet nabe çarenûsker. Ew çarenûsa xwe bi destên afirîner û azadker dinivîse. Ew mîna jina mexdûr bêhêvî nînin; ew hêviya xwe bi baweriya bi şoreşa jinan nû dikin û bi pratîka xwe diafirînin. Jina berxwedêr her ferzkirina serdest red dike û bi meşa xwe ya ber bi azadiyê ve her astengiyeke ku ji hêla serdestiyê ve hatî afirandin ji holê radike.
 
 
Em ê êdî nebin qurbaniyên şer, nebin jina 'qurbanî.' Xwedawend bi xwe nîşan didin ka jinên li van axan çiqas kûr xweparastinê hewandine.
 
Li dijî hêzên serdest parastineke bandortir a çawa dikar bê pêşxistin?
 
Em ê êdî nebin qurbaniyên şer, nebin jina 'qurbanî.' Em ê êdî wekî serdema koletiyê li sûkan bi zêdekirina biha neyên firotin. Ji ber vê yekê, sedemên me yên tevlêbûna YJŞ'ê eşkere ne. Em ê careke din nebin jina qurbanî û em ê ne tenê çanda berxwedanê kûrtir bikin, di heman demê de piştrast bikin ku xeta berxwedanê li van axên pîroz serdest be. Ji bo vê armancê, em hewl didin ku li ser xweparastinê bisekinin, çareser bikin û di hundurê xwe de îradeyek, helwest û wêrekiya ji bo vê yekê mezin bikin. Pirsîn û bersiva pirsa ku jin dê parastina xwe ji ku derê bistînin dê bibe sedemeke girîng û rêbernameyek ji bo tevlêbûna xweparastinê. Bi rastî, xwedawend bi xwe nîşan didin ka jinên li van axan çiqas kûr xweparastinê hewandine. Li gorî vê yekê, banga ji Xwedê re, "Ya Star", bangeke pir watedar e. Ji ber ku dibêje "Ey parêzvan." Bi rastî, "Ey stêrk" tê wateya "Bila xwedê-xwedawend me ji xerabiyê biparêzin." Bê guman, ev îlhamek e ku em ji dîrok û çanda xwe digirin. Lêbelê, tenê tevlibûna xweparastinê bê guman têrê nake. Ji bo avakirina parastina xwe, divê em bi alavên pêwîst werin stendin û hêza têr bi dest bixin. Ger jin di wan qonaxên destpêkê yên dîrokê de, ji civakên xwe dest pê bikin, xweza, bawerî û nirxan diparêzin, wê hingê çima divê jin îro xwedî hêza parastina xwe nebin?
 
Çima girîng e ku jin di civakên xwe de beşdarî mekanîzmayên biryardanê bibin û pergaleke xweparastinê ya civakî pêş bixin?
 
Bi rastî, pêdivî bi reflekseke wekî tenê parastina xwe tune ye. Kesekî ku dizane çawa van nirx û tiştên pîroz biparêze, hem xwe û hem jî derdora xwe ya nêzîk parastiye. Parastina nirxên li dora wan ewlehiya wan bi xwe re tîne. Jin xwedî hişmendiyekê ne ku fêm dikin ku mîna her tiştî, parastin û ewlehî di nav têkiliyên sîmbiyotîk de bi hev ve girêdayî ne û bi civakê ve girêdayî ne. Ger exlaqek diyarkirî di civakê de were damezrandin û ger çandeke qenciyê li şûna zirarê bide yên din di nav van rêgezan de were çandin, ger hişmendiya "yek ji bo hemûyan, hemû ji bo yekê" were pêşxistin, wê hingê ferd bi xwezayî tê parastin. Bê guman, ferd dikarin li dijî berhêlîkirinên pêşkeftî xwe biparêzin, lê rêgeza bingehîn xweparastina civakî ye. Dema ku hemû aliyên xweparastina civakî werin xurtkirin, takekes dê berê xwe bide pêkhateyeke parastinê. Ji ber vê yekê, divê em bizanin ku xweparastin nikare bi takekes ve were sînordarkirin. Ger jin îro ji hêla dîrokî, civakî û sazî ve rastî ewqas zilm, tehdîd û xetereyê bên, ew bi tena serê xwe nikarin li hember van êrişên mezin bisekinin. Ger jin di bin ewqas êrişan de bin û ger ev êriş sîstematîk bin, her çend ew mîna çeteyeke rêxistinkirî bin ku dikare di her kêliyê de li dijî jinan derkeve holê jî, wê hingê xweparastina takekesî ne rast e.
 
Hem pergal û hem jî çareseriya ku jin dê wekî alternatîfek, bi bikaranîna hêza xwe, pêş bixin, pir girîng in. Divê her gund, tax û meclisa bajêr xwedî avahiyekê be ku jin karibin pirsgirêk û çareseriyên xwe nîqaş bikin, li ser çarenûsa xwe biryarê bidin û di dawiyê de jiyana xwe bidomînin. Ev ê dînamîkên xweparastinê xurt bike. Her biryarek ku der barê statuya civakî de bê girtin, pêşî divê beşdariya jinan wekhev bike û mekanîzmayên biryardanê li gorî wan li hev bike. Di pratîkê de, xweparastina jinan dikare bi rêya asayişa jinan, komeleyên li dijî tundûtûjiyê, platformên hevgirtina civakî û dîwanên edaletê bêtir were pêşxistin. Bêyî van, jinên ku bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin, dê civakek tune be ku biçin serî lê bidin û bi vê re dê her cûre tundûtûjî û neheqiyê qebûl bikin. Bi heman awayî, sektora fihûşê ya îroyîn, revandin, torên tecawizê, bazirganiya tiryakê û avakirina komên çete yên ku beşên cuda yên civakê û baweriyan hedef digirin, hemû xweparastina civakê hedef digirin. Ev hemû sazî û rêxistinên ku dibin sedema xirabûna nirxên exlaqî yên civakê ne. Divê her hewla were dayîn pêşî li girtina fihûş, talankirin, gendelî û tiryakê bigirin. Bi heman awayî, ne tenê divê em pêşî li van bigirin, divê em rêxistinên demokratîk, hiqûqî û çalak jî pêş bixin da ku li dijî van rabin.
 
Beşdarbûna li YJŞ’ê ji bo jinan çi temsîl dike? Encamên civakî û takekesî yên vê beşdarbûnê çi ne?
 
Bê guman, çalakiya herî girîng di xweparastinê de, sepandina pratîkî ya beşdarbûna di YJŞ'ê de ye. Dema ku Rêber Apo got, "Şerên mayînde û bihêz bi dest û dilên tazî nayên domandin", wî îma dikir ku pêdivî bi hêzeke rêxistinkirî û hêzeke parastinê ya çekdarî heye ku karibe di rewşa me ya heyî de xwe biparêze. Di vî warî de, divê yekîneyên me yên leşkerî li vir werin çekdarkirin. Wekî hêzeke leşkerî, em li vir xwe perwerde dikin, di nav gel de xwe birêxistin dikin, binesaziya xwe amade dikin û şiyanên xwe yên fizîkî û rewşenbîrî xurt dikin. Ezmûna perwerdehiya leşkerî ya ku ji hêla Komîteya Xweparastinê ji Qirkirinê ve di sala borî de ji bo jin û dayikên ciwan pêk hat girîng bû. Bi heman awayî, beşdarbûna komeke jinan li yek ji gundên me di salvegera qirkirinê de di YJŞ'ê de derketineke girîng bû. Wekî ku wan di daxuyaniyên xwe de diyar kirin, ev beşdarbûn ku di 3'yê Tebaxê de, roja komkujiyê pêk hat, nîşandana helwestekw li dijî qirkirinê bû. Bê guman, beşdarbûna jinan di YJŞ'ê de bi tevahî helwesteke birûmet e ku jinan li dijî qirkirin, xiyanet, îstîsmar, îxanet, hevkarî û peymanên qirêj ên li dijî axa me hatine kirin girtine. Wekî din, YJŞ ne hêzek e ku tenê ji bo şer hatiye avakirin. Bê guman ev eslê wê ye, lê em her wiha ji bo veguherandina hem xwe û hem jî civaka xwe li ser rêgezên demokratîk û komunal hene, di heman demê de çandeke xweparastinê pêş dixin. Di vî warî de, em jî hêzek in ku tevna civakê diguherîne û ya herî girîng jî, derbeyekê li feraseta a mêran dixe. Beşdarbûna jinan di xweparastinê de, kûrkirina çanda leşkerî û jêhatîbûna leşkerî ya wan, bûyîna hêzeke profesyonel di taktîk û parastinê de û pêşxistina jinan di vî warî de, bê guman li dijî feraseta serdest a "jin nikarin bikin, mêr dikarin jinan biparêzin" û têgihîştin û nêzîkatiya ji vê yekê derdikeve holê ye. Ango, ji ber ku beşdarbûna di YJŞ'ê de bi tevahî wê têgihîştina di nav civakê de ya ku "jin nikarin xwe biparêzin" dişikîne, ew di heman demê de wêrekiyê dide jinên din ku xwe biparêzin. Sînordarkirina xweparastinê tenê bi kesên ku dikarin çekê bi kar bînin ne rêbaza rast e û ne jî rêbazeke berhemdar e. Serdema komeke hêzên leşkerî ku li ser navê civakê parastinê dikin qediya. Di bingehê de, pergala parastinê divê li ser rêgezên civakî be, wekî ku vê dawiyê li Tişrîn û Şêx Meqsûdê hat dîtin. Berxwedana hevbeş bi gel re dê hemû êrişên rêxistinkirî ji holê rake. Ji ber vê yekê, em qet nikarin xweparastinê ji avakirina civakî cuda bikin. Yan jî, bi awayekî berevajî, bihesibînin yekîneyên me yên parastinê, YBŞ û YJŞ, wekî ku 'ne rewa û ne fermî' bin û bi vî awayî wan wekî neqanûnî bi nav bikin an jî wan terorîze bikin, ne rast e. Ger tiştek bi rastî neqanûnî be, ew jî ev e ku em ji kesekî din parastina xwe hêvî bikin, û em baş dizanin ji ber vê yekê çi bi serê me hat.
 
 
Bêyî ku ji bo Şengalê statuya qanûnî were bidestxistin, tu garantî tune ye. Li Rojhilata Navînê "qanûna gur" dixebite. Ji ber vê li vir hebûna YBŞ û YJŞ'ê girîng e. 
 
Li herêmê hebûna YBŞ û YJŞ'ê çima girîng e?
 
Îro, hin kes pirsên ecêb ji me dipirsin, wekî "Pêvajo dest pê kiriye, ma hûn çekên xwe datînin?" Helbet em ê xwe bi saxî binax nekin. Pêwîstiya xweparastinê bivênevê ye. Mesele ne tenê bi fikarên ji ber ku êrişek li Iraq an Şengalê çêdibe yan na ve sînordar e. Wekî din, bêyî ku ji bo Şengalê statuya qanûnî were bidestxistin, tu garantî tune ye. Êriş ji her derê û di her kêliyê de mimkun in û her wiha polîtîkayên dewlet û hevkarên ku xwe wekî desthilatdarên yekane li vir dibînin, mafên me ji me distînin, me paşguh dikin û îradeya me paşguh dikin hene. Li vir xweparastin girîng e ji ber ku ew wekî mertalekê li dijî van hêzan tevdigere. Hemû hêzên hegemonîk û herêmî hêza leşkerî didin pêş. Li Rojhilata Navînê "qanûna gur" dixebite. Feraset û nêzîkatiya serdest ev e, "Heke tu ne hêzek bî, tu dê werî daqurtandin." Di vî warî de, hêza parastina çekdarî dê piştrast bike ku kes nikare bi hêsanî li vir hesaban bike. Di vî warî de, hebûna me li vir pir girîng e. Bi rastî, her çend em, YBŞ û YJŞ, niha wekî rewa nayên hesibandin û bi fermî nayên naskirin jî, ew ji ber hêza ku me afirandî me li ber çavan digirin û rayedarên dewletê, di nav de hêzên leşkerî, bi awayekî an awayekî din bi me re di têkiliyê de ne. Ger em ne hêzek bûna, ger asta performans û amadekariya me ya leşkerî ya diyarkirî tunebûya, kes me cidî nedigirt an jî ew ê hewl bidina ku me tevli xwe bikirana. Lêbelê, di vê gavê de, em ne di wê rewşê de ne. Niha, hêzên hevkar ên Iraqî, Tirkî, Îranî û herêmî hemû ji hêza me haydar in. Ew heta hêza me jî qebûl dikin. Di vî warî de, bêtir rewakirina xwe dê armanca me ya sereke be. Bê guman, girîng e ku rewabûna me di çavên hêzên dewletê de be, lê rewabûna herî girîng ev e ku ji hêla gelê me ve were hezkirin, rêzgirtin û piştgirîkirin. Rewabûna me ya bingehîn di wê yekê de ye ku gelê me xwedî li hêzên xwe yên çekdar derkeve û me wekî zarokên xwe bibîne û heya ku ev berdewam bike, hêzên din dê di dawiyê de me wekî hêzeke rewa nas bikin.
 
Di dawiyê de, hûn dixwazin di 25'ê Mijdarê de ji jinan re çi bêjin?
 
Belê, wekî ku min di destpêka vê mijara me de behs kir, şer niha li seranserê Rojhilata Navînê mîna bahozekê belav dibe. Sê siwarên kapîtalîzmê li her derê wêraniyê diafirînin. Her kes bi awayekî para xwe ji vî şerî digire. Lê divê em fêm bikin çima kapîtalîzm niha berê xwe yê herî hovane daye Rojhilata Navînê û bi taybetî tevgera rizgariya jinan a ku li wir pêş ketiye. Ji ber ku der barê rastiya rêxistinbûna jinan a li vê deverê de nerehetiyeke cidî heye. Bê guman, berxwedana jinan li vir bersiveke bihêz li hember pergala serdest pêşkêş kiriye. Berî her tiştî, tevgera rizgariya jinan tirseke kûr xistiye dilê kesên ku desthilatdar in. Divê em tirsê di dilê wan de zêde bikin. Wekî ku hevalên me yên femînîst dibêjin, "Dema ku jin radibin ser pêyan, erd diheje." Ji ber vê yekê, banga min ev e ku çi em jinên Kurd, Ereb, Êzdî, an Faris, em hemû li hember polîtîkayên gendel ên serdestan hesas bin û tevli eniya berxwedanê nebin. Divê em bi tevahî haydar bin ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ewqas dirêj dom kir û berhema polîtîkayên gendel ên bêhempa bû ji ber ku polîtîkayên hegemonîk, bi bikaranîna rêbazên şerê taybet, jinan di nav komên xwe yên şer de li pişt perdeyê hiştin. Ji ber vê yekê, tenê bi azadkirina jinan ji wesayeta serdestan û çandina têgihîştin û kapasîteya xweparastina di nav wan de, em dikarin hemû armancên pergala serdest têk bibin.
 
SIBÊ: Li Efxanistanê helwesta hebûnê: Berxwedan
 
MA / Zeynep Durgut   

Sernavên din

09:46 Êdî kes nikare penîrê bisîrik jî bikire
09:37 Fermandara Êzdî Dilvîn Şengalî: Em fêr bûn ku mêr û qanûn nikarin biparêzin
09:08 'Ji ber wêneyekî jiyana me perîşan kirin'
09:06 Berdevkê SMF'ê Gurz: Aştî bi têkoşîna bindestan dikare bê geşkirin
09:04 Aktaş ê OHD'î: 'Tu astengiyek li pêşiya pêkanîna mafê hêviyê tune ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2025'AN
17/11/2025
19:57 Rêbazên li dijî tundiyê nîqaşkirin
17:49 Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da
15:23 Cara ewil di girtekên Meclisê de peyvên bi Kurdî cih girt
15:15 Ji bo girtiyên jin li gelek bajaran daxuyanî hat dayin: Em piştevaniyê mezin bikin
14:53 Şîna Fadîme Elkanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:37 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Divê cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ bê daxwazkirin
13:01 Li Qamişloyê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:09 Pere û zêrên di nav gilêşî de dîtîn radestî xwediyên wan kirin
11:03 Temellî: Komîsyon dê ji bo zagona taybet raporê amade bike
11:00 Welatiyên Dêrsimî: Em ê rê nedin talankirina xwezaya xwe
09:57 Li Kerboranê ciwanek hate kuştin
09:57 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan kir
09:31 Welatiyên Mersînê: Muxatabê pirsgirêkê Rêberê me ye
09:25 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Armanca TJA’yê azadî ye’ derket
09:23 ‘Têkoşîna li dijî tundiyê veguherîna mêran jî pêwîst dike’
09:20 'Mafê hêviyê mafeke gerdûnî ye li gorî pêvajoyê nayê nirxandin'
09:15 Hevberdevkê Platforma Şiyar Be: Tenê bi me ve encam nayê girtin, divê hemû dînamîk xwedî gotin bîn
09:14 Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav
09:05 Foza Yûsif: Divê li cîhanê li gorî perspektîfa jinê bê rêxistinkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2025'AN
16/11/2025
16:46 Jinan li dijî fihûş û tiryakê banga têkoşînê kir
16:36 Endamên HPG’ê li Stenbolê hatin bibîranîn
16:13 Şîna Yildiz ê YPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:27 TJA’yê li Dîlokê atolyeya ‘têkoşîna li dijî tundiyê’ li dar xist
14:22 Li Wanê Daristana Rojîn Kabaîşê hate çêkirin
14:16 Li Dêrsimê beriya mitîngê meşeke girseyî hat lidarxistin
14:13 Tê payin ku Paketa Darazê ya 11’an vê hefteyê pêşkeşî Meclisê bê kirin
14:00 Tulay Hatîmogûllari: Ey îktîdar, destên xwe ji Dêrsimê vekişîne
13:53 Demîrtaş: Em ê bi hev re pêşerojeke wekhev û adilane ava bikin
13:49 Ji zaroka 15 salî 3 roj in agahî nayên girtin
13:13 Ji faîlên Şûle Çetê Berk Akand hate berdan
13:11 Ji bo ceyranê zema veşarî: Fatûreya 900 TL dihat dê bibe hezar û 900 TL
12:20 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Ji bo serhildanê em her kesî vedixwînin Taksîmê
11:45 Li Rihayê zarokek bi giranî hate birîndarkirin
11:12 Qeyda ‘sûc’ a AKP’ê ya 23 salan: Herî kêm 8 hezar û 33 jin hatin qetilkirin
11:10 Du çîrokên serkeftinê
10:11 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:29 Meteorolojiyê ji bo Colemêrgê, Şirnex û Wanê hişyarî kir
09:19 Xizmê girtî: Rûyê dewletê di girtîgehan de aşkera dibe
09:17 Rexmê rapora 'ji sedî 62 astengdarê zihnî ye' jî Taş nayê berdan
09:15 'Divê komîsyon biçe Îmraliyê û derî heta dawiyê bên vekirin'
09:06 Welatiyên Wanê: Divê kêmtirîn mûçe 50 hezar TL be
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2025'AN
15/11/2025
16:22 Seyîd Riza û hevrêyên xwe li gelek bajaran hatin bibîranîn
16:13 Eleqeyeke zede ji bo Bazara Pevguherandinê
15:34 'Muhlîse Karaguzelê û Kavak demildest berdin'
14:20 Xizmên windayan li pênc bajaran li hev kom bûn
14:00 Kongreya 22'yemîn a Giştî ya ÎHD'ê dest pê kir: Sererastkirinên qanûnî divê
13:27 Dayikên Şemiyê ji bo Nazim Gulmez edalet xwestin
12:55 Serwîsa karkeran qelibî: 14 karker birîndar bûn
12:45 Li Dîlovasiyê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bû 7
12:42 Pergala tunekirinê ya li ser esasê pergala şaristaniya dewletî: Kujerê Qastîk
09:50 'Ji bo tevkariyê li aştiyê bike divê cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin'
09:27 10 sal in kujerên Selamet Yeşîlmenê nehatine dîtin: Em li benda edaletê ne
09:11 Yek jê 7, yê din 9 salan bi kar anî: Mîna pandemiyeke bêdeng...
09:10 Zivistan barê wan ê aborî giran dike
09:09 'Di navbera gel û baweriyan de pirsgirêk tune ne; pirsgirêk qanûn in'
09:07 Xaniyên Ermeniyan ê dîrokî yek bi yek tune dibin
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2025'AN
14/11/2025
18:52 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Em ê bi piştevaniyê tarîtiyê hilweşînin
15:50 Jinên KESK’î bernameya 25’ê Mijdarê aşkera kirin: Em ji bo aştiyê bi israr in
15:04 Di doza Lemanê de ji bo Pehlevan biryara tehliyeyê hat dayin
14:59 ‘Bila cihê gora Seyîd Riza bê nîşandan’
14:10 Cerdevanên 4 kes birîndar kiribûn hatin berdan
13:51 Dayika girtî Tunelî ya 92 salî: Gelo beriya bimirim dê bikarim kurê xwe bibînim?
13:02 Tanrikulu: Divê gavên baweriyê didin bên avêtin
Ekmen: Piştgiriha civakê ji bo pêvajoyê girîng e
13:01 Beşa 4’an a hevpeyvîna hatiye astengkirin: Divê dewlet bê demokratîkkirin
11:11 Prof. Dr. Nîlgun Toker: Divê pêvajo ji hêla hiqûqî ve bê misogerkirin
10:51 Bakirhan: Di pêvajoyê de erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê şaredariyan
10:20 Ji ber ‘tacîz û mobîngê’ giliyê serokê daîreyê yê MARSU’yê hat kirin
10:01 Li ber deriyê her dibistanê ne: Hedefa 'sereke' zarokên keç û jin in
09:38 Dayikên Aştiyê: Aştî bi yekaliyî çênabe
09:33 'Nepêkanîna mafê hêviyê nîşaneya dijberiya li demokrasiyê ye'
09:20 'Divê rojeva her kesî berdana girtiyên nexweş be'
09:19 Li Girtîgeha Jinan a Erzinganê muameleya 'li gor sûc'
09:02 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2025'AN
13/11/2025
20:32 'Em ê jiyana xwe emanetî têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bikin'
20:24 Cinayeta kar a li Pasûrê hat şermezarkirin
16:35 Balyozxaneya Sûriyeyê ya Londonê piştî 13 salan hat vekirin
16:29 Bertek nîşanî êrişên li dijî cenazeyan dan: Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e
16:08 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
16:07 Şîna endamê HPG’ê Ozturk bi girseyî hat ziyaretkirin
15:31 Ceza li rojnamevan Rahîme Karvarê hat birîn
15:29 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir
14:51 Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava dest pê dike
14:22 Ceza nedan kesa hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:43 Komkujiya Amûdê hat şermezarkirin: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
12:45 Protestoyên li Behdînanê didomin
12:44 Piştî serdana Şara ya DYA’yê çi li pêşiya Sûriyeyê ye?
11:52 Kolanên Wanê: Ji bo demokrasiyê divê mafên me bên naskirin
11:34 ‘Divê desthilat têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re helwesta xwe nîşan bide’
11:08 18 girtiyên nexweş ên li girtîgehên Mêrsînê nayên berdan
10:50 Banga tevlibûnê ji bo mitînga hawirdorê: Têkoşîn rewa ye
10:43 Teqez bû ku 2 DNA’yên ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin neperîne