AGIRÎ - Danişîna doza rojnameger Abdullah Kaya hate darizandin.
Danişîna 16’emîn a doza nûçegihanê DÎHA’yê (Bi KHK’ê hatibû girtin) Abdullah Kaya ku ji îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “Bi zanebûn û dilxwazî alîkariya rêxistinê kiriye” tê darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê hat lidarxistin. Kaya, li Edliyeya Giyadînê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Parêzerê Kaya jî hincet nîşan da û tev li nebû.
Kaya, di parastina xwe de got ku rojnameger e û rojnamegerî sûc nîne.
Dadgehê, biryar da ku xwe li benda encama dosyaya li Dadgeha Bilind bigirin û danişîn taloqî 22’yê Çileya 2026’an kir.
