ENQERE - Wekîlê Partiya Gelecekê yê Bursayê Kanî Torun, bal kişand ser daxuyaniya Bahçelî ya têkildarî “Îmraliyê” û got: “Heke pêdivî pê hebe, ez jî dikarim bi birêz Bahçelî re biçim Îmraliyê.”
Wekîlê Partiya Gelecekê yê Bursayê Kanî Torun, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal, têkildarî daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku digot “Heke kesek xwe nede ber, ez dikarim sê hevalên xwe bidim gel xwe û biçim serdana Îmraliyê” peyamek parve kir.
Torun, diyar kir ku daxuyaniya Bahçelî gelek biqîmet û wêrek e û got: “Bi hesabên siyasî yên rojane nehatiye kirin. Divê piştgiriyê bidin vê seknê. Bêguman wekîlên MHP’ê birêz Bahçelî bi tenê nahêlin lêbelê ji bo ku were tomarkirin dibêjim; heke pêdivî çêbibe ez dikarim bi birêz Bahçelî re biçim Îmraliyê.”
