ŞIRNEX - Danişîna Sadun Vural ê ku li Silopiyayê di dîrokên cuda de li dibistanekî amedehiyê li 6 xwendekaran tacîza zayendî kiribû, bêyî ku bê lidarxistin, hat taloqkirin.
Danişîna sêyemîn a Sadun Vural ê ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê li dibistanekî amedehiyê, li 6 xwendekaran tacîza zayendî kiribû, bêyî were lidarxistin hat taloqkirin. Danişîna ku li Dadgeha 1’emîn a Giran a Cizîrê hat lidarxistin, Vural ê ku bêyî girtin tê darizandin beşdar nebû, parêzerên endamên Navenda Mafê Jinan û Zarokan a Baroya Şirnexê beşdar bûn. Dozger ê ku di danişîna 6’ê Comehê de têkildarî dozê mutalaya xwse pêşkêş kiribû, ji ber sûcê “tacîza zayendî ya zarokan” xwestibû Vural bê cezakirin. Şandeya dadgehê bi hinceta kêmasiya belgeyan danişîn taloq kir.
Şandeya dadgehê, nedeşîfrekirina zabitanameyên li ser SEBGÎS’ê yên zarokan, wek belgeyên kêm destnîşan kir. Şandeyê ji bo danişîna pêş roj diyar nekir. Parêzerên ku li benda cezadayînê bûn, diyar kirin ku ev taloqkirin ji bo reva bersûc firsendê çêdike.
ÇI QEWIMÎBÛ?
Li navçeya Silopiyayê, li ser gilîkirina xwendekaran, derketibû holê ku Sadun Vural ê ku li dibistanekî amedehiyê mamoste ye, sûcê “istismara zayendî ya zarokan” kiriye. Piştî serlêdana sûc, faîlê ku hatibû girtin û piştre tehliye bûbû, ji wezîfeyê hatibû dûrxistin. Malbatên zarokan bi rêveberiya dibistanê re serî li Dozgeriya Komarê ya Silopiyayê dabûn û lêpirsîn hartibû vekirin. Piştre li Navenda Çavdêriya Zarokan (ÇÎM) îfadeya zarokan hatibû girtin. Lêpirsîna ku ji aliyê dozgeriyê ve hatibû kirin di 17’ê Adarê de din ava îdianameyê de berfirehî hatibû amadekirin. Îdianame ya ku îfadeyên zarokan tê de cih girtibû, tacîza zayendî bi awayekî berfireh hatibû vegotin.
Îdianame ji aliyê Dadgeha 1’emîn a Cezayê Giran a Cizîrê hatibû qebûlkirin û bersûcê ku girtî dihat darizandin di 5’ê Hezîranê de hatibû tehliyekirin.
