AMED - Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan, diyar kir ku divê dewlet di çarçoveya pêvajoyê de tavilê gav biavêje û partiyên sosyalîst, rêxsitinên ked û pîşeyî girseyên xwe ji bo pêvajoyê amade bikin.
Pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, didome. Bala raya giştî li ser gavên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ye.
Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP), Seyît Aslan, pêvajo nirxand.
Aslan diyar kir ku dewlet pêvajoyê vedihêle û got: “Lêbelê geşedanên siyasî pir bi lez rû didin. komîsyona ku li Meclisê hatiye damezirandin, li hemberîl gavên Tevgera Siyasî ya Kurd, daxwazên gelê Kurd hêj tu gavek neavêtiye. Helwesta Meclis a ku cihê çareseriyê ye, dijberiya wê ya Kurdî hêj neguheriye. Qutkirina axaftina Kurdî ya Dayika Aştiyê û axaftina parlamenteran a Kurdî di zebitnameyan de wek ‘zimanê nayê zanîn’ helwesta li dijî pirsgirêka Kurd nîşan dide.”
‘DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN’
Aslan, destnîşan kir ku divê dewlet tavilê gav biavêje û wiha pê de çû: “Rexmê ku di doza Kobanê de bihiqûqî, keyfîbûn, antî demokratîkbûn derketiye holê, bikaranîna darazê li ser serê Kurdan wek çoyek bi awayeke aşkera tê dîtin. Bi hezaran girtiyên siyasî hene li girtîgehan, divê bên tehliyekirin. Şaredarên ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin divê vegerin ser wezîfeya xwe.”
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ
Aslan ê ku helwesta dewletê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê renxe kir wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye dixwaze Rojava were bêçekkirin û bi Hikumeta Şame re entegre bibe. Lêbelê, divê gel û baweriyên Sûriyeyê yên wek Kurd, Ecem, Ereb û Durzî liser jiyana xwe biryarê bidin. Ne tundiya Tirkiyeyê û ne jî ya welatên din li ser siyaseta wir nayê qebûlkirin. Divê ev rewş bê bidawîkirin.”
Aslan, rave kir ku divê komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û got: “Ger em bixwazin ev pirsgirêk çareser bibe, divê bi muxatabê vê çareseriyê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê re hevdîtin pêk were. Helbet divê komîsyon biçe û saziyên din jî dikarin biçin. Rêvebirên Tirkiyeyê divê biçin bi Ocalan re hevdîtinê bikin û çareseriya pirsgirêkê pê re gotûbêj bikin û ji bo çareseriyê gav biavêjin.”
BANGA JI BO SOSYALÎSTAN
Aslan, destnîşan kir ku ji bo çareseriyê divê her kes berpirsiyariya xwe bi cî bîne û ev tişt got: “Ya dikeve ser milê partiyên çep û sosyalîst, rêxistinên pîşeyî û kedê yên li Tirkiyeyê divê girseyên xwe ji pêvajoyê re amade bikin Û divê bi kedkar, karker, jin, ciwan, rewşenbîr û akademîsyenan re pêvajoyê gotûbêj bikin û bi wan re parve bikin. Em wek partî ji destpêka pêvajoyê ve li çar aliyên Tirkiyeyê me di civînên xwe de pirsgirêka Kurd nîqaş kir.”
HIŞARIYA PROVAKASYONÊ
Aslan, diyar kir ku çareseriya demorkatîk a pirsgirêka Kurd di heman demê de nasîna mafê wan ê neteweyî ye û divê hemû mafên wan ên neteweyî bê nasîn. Aslan bibîr xist ku Tevgera Azadiya Kurd ji bo çareseriya pirsgirêkê gavên cidî avêtiye û PKK’ê li dijî provokasyonên îxtimalî gav avêtiye û divê dewlet li hemberî vê yekê tavilê gav biavêje.
‘DIVÊ BI ABDULLAH OCALAN RE HEVDÎTIN PÊK WERE’
Aslan, qala daxuyaniya “hewce bike ez ê bi 3 hevalên xwe re biçim Îmraliyê” ya Serokê Giştî yê MHP’ê Devet Bahçelî kir û wiha axivî: “Li gorî nîqaşan û agahiyan komîsyonê biryara bide û biçe Giravê. Ger çareseriyeke rast bixwazin, divê biçin bi kesê ku gelê Kurd ji xwe re wek rêber dibîne re hevdîtinê bikin û li wî guhdarî bikin.”
‘DEWLET LI DIJÎ PÊVAJOYÊ HÊDÎ TEVDIGERE’
Aslan, destnîşan kir ku dewlet li dijî pêvajoyê hêdî tevdigere û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em pirsgirêkên nû paşguh nekin. Her tim ixtimala provokasyonan hetye. Ji ber vê yekê divê bi lez gav bên avêtin. Şerta vê ya yekemîn jî ew e ku komîsyon biçe Giravê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Rayedar diçin pê re hevdîtinê dikin. Çawa Bahçelî gotinên xwe bi serbestî dibêje, Erdogan gotinên xwe bi serbestî dibêje, divê ji bo Ocalan jî karibe fikir û gotinên xwe bi serbestî merc bên afirandin.”
MA / Fethî Balaman
