BEDLÎS - Siyasetmedar û parêzvanê mafê mirovn Şevket Epozdemîr ê ku dema Serokê DEP'ê yê Tetwanê bû hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîranîn.
Parêzveanê mafê mirovan parêzer Şewket Epozdemîr ê di 1993'yan de hat qetilkirin, bi pêşengiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bedlîsê û rêxistinên navçeyan, li ser gora xwe hat bibîranîn.
Bîranîn li Goristana Karşiyakayê ya Tetwanê hat lidarxistin. Malbata Epozdemîr û hezkiriyên wî û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevlî bîranînê bûn.
Girseyê li têketina goristanê dirûşmeya "Şehîd Namirin" berz kir.
Piştî axaftinên li ser gorê, kesên beşdarî bîranînê bûn qurnefîl danîn ser gora Epozdemîr.
