'Bila CHP lîstikên xwe yên li ser Kurdan bi dawî bike’

img

EDENE - Welatiyan, biryara CHP’ê ya ji bo neşandina endamên xwe ji bo serdana Abdullah Ocalan rexne kirin û gotin: “Xeletiyeke mezin kir. Bila êdî CHP li ser dengên Kurdan lîstikan nelîze.”  

 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) di 22’yê Mijdarê de li Edeneyê bi tevlibûna beşdarên ji 14 bajaran mitîngeke mezin li dar xist. Kesên tev li mitîngê bûn, bertek nîşanî CHP’ê dan ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re endamên xwe rênekir. 
 
Ji beşdaran Fatma Çig îşaret bi banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan kir û got: “Wan bi xwe ji bo Rêbertiya me gotin ‘Em ê bînin Meclisê.’ Lêbelê di vê mijarê de hêj gavek neavêtine. Her gotina wan vala çû. CHP’ê bi neşandina wekîlan re xeletî kir. Divê CHP ji bîr neke ku yên dengê wan bilind kirî em in. Lêbelê weke encam tiştek ji CHP’ê derneket. Pêvajo niha baş naçe. Ji bo baş biçe divê gelê me bibe yek. Em dixwazin rêbertiya me bînin Meclisê. Bila bi wî re hevdîtin were kirin. Bila CHP û AKP me nexapînin. Em ne Kurdên berê ne. Êdî kesek nikare Kurdan bixapîne. Em dixwazin pêvajo baş pêş bikeve.” 
 
DAXWAZA AŞTÎ Û AZADIYÊ
 
Ayşe Alagaşê jî anî ziman ku CHP’ê qebûl nekiriye bi muxatabê esasî re hevdîtinê bike û ev yek şermezar kir. Ayşe Alagaşê got: “CHP bi xêra Kurdan rabû ser pêyan. Lêbelê divê bizane ku dê Kurd deng nedin wan û wan dîsa bixin. Heke CHP li Kurdan û demokratan nezivire, dê dîsa bikeve û divê baş bi vê bizane. CHP bila êdî dawî li lîstikên xwe yên ser Kurdan bîne. Em pêvajoya Rêbertiya me daye destpêkirin pir erênî dibînin. AKP û MHP pêvajoyê dirêj dikin. Sedema vê çi ye? Gerîlayan çekên xwe şewitandin. Xwe paşve kişandin; ev ne gavên jirêzê ne lê aliyê din gavan naavêje. Bawer bikin ew nikarin Kurdan bixapînin. Kurd nakevin. Em ê xwedî li berxwedana xwe derkevin. Em ê xwedî li Rêbertiya xwe derkevin. Em dixwazin Rêbertiya me azad bibe. Em dixwazin bi azadî zimanê xwe biaxivin. Gerîlayên azadiyê li çiyê têdikoşin û aştiyê dixwazin. Lê dewlet li cihê ew xwe jê vedikişînin qereqolan çêdike. Em dixwazin dewlet jî xwe ji wan herêman vekişîne. PKK şer naxwaz e; aştî û aramiyê dixwaze.” 
 
'AŞTÎ BI GAVÊN YEKALÎ NAYÊ’
 
Mehdî Gunduz jî anî ziman ku ew dixwazin li gel maf û hiqûqê, her wiha gelê Kurd perwerdeya bi zimanê dayikê dixwaze û wiha pê de çû: “Aştî, bi gavên yekalî nabe. Heke li gundekî şer di navbera du kesan de jî çêbibe, heta heqê her du aliyan neyê dayin aştî nabe. CHP di nava tirsê de ye. Nizane dê çi bike û mat bûye. CHP ji bo berjewendiyên xwe nêzî Kurdan dibe. Dibêje em demokrasî û mafên mirovan dixwazin lê dema mijar dibe Kurd, neyînî nêz dibe. Ev nêzikatiya wê xelet e. Heke aştî bibe dê ev ji bo CHP’ê jî baş be.” 
 
'PÊDIVIYA VÊ XAKÊ BI AŞTIYÊ HEYE’
 
Seroka Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yasemîn Dora Şeker jî got ku aştî ji bo hemû civak û gelan girîng e û got: “Li welatekî aştî lê heye pirsgirêka debarê, tundiya li dijî jinan nabe. Mirov, zarok ji birçînan namirin. Aştî, pêdiviya herî girîng e. Pêdiviya vê xakê bi aştiyê heye. Weke ÎHD’ê em di her şertê li gel civakîkirina aştiyê ne. Divê em bikin ku tevahiya civakê aştiyê bixwaze û xwedî lê derkeve. Li gorî me CHP xelet nêz dibe. Girîng e ku di tevahiya pêvajoyê de cih bigire. Pêdiviya me tevan bi aştiyê heye.”   
 

Sernavên din

13:10 Girteka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê pêşkeşî komîsyonê bê kirin
12:59 ‘Di 25’ê Mijdarê de em bersivê bidin polîtîkayên şer ên jinê tune dihesibînin’
12:43 'Bila CHP lîstikên xwe yên li ser Kurdan bi dawî bike’
12:38 Komîsyona Meclisê çû Îmraliyê
12:14 Li Stenbolê dê ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ bê lidarxistin
12:05 'Em dixwazin mizginiya aştiyê bidin şehîdên azadiyê'
11:38 Fetî Yildiz beriya biçe Îmraliyê peyamek parve kir
11:29 Tehliyeya rojnameger Alî Bariş Kurt hate taloqkirin
11:23 Fîlozof Therborn: Abdullah Ocalan bi banga xwe Xelata Nobelê heq kiriye
11:04 Komîsyona Meclisê diçe Îmraliyê
10:36 Farîba Borhanzahî a Beluc: Jin, jiyan, azadî bû qêrîna hevpar
10:00 Mazlum Ebdî: Em serdana Îmraliyê pêwîst dibînin, divê Tirkiye ji vê netirse
09:06 Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Rojhilat: Destkeftiya sereke, azadî ye
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2025’AN
23/11/2025
16:10 Şîna Gunduz ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:52 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:40 Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne ku CHP fikra xwe biguherîne
15:01 Li dijî talankirina daran a li Dorşînê dar hatin çandin
14:10 Rojnameya Ronahiyê dîsa dest bi weşana çapkirî kir
13:23 Li Şengalê jinan çareseriya li dijî tundiya mêr nîqaş kirin
13:16 Xwendekarek jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:27 Li Agiriyê gavên ‘ewlehiyê’: Li dijî ruhê pêvajoya aştiyê ye
11:38 Li Wanê di êrişê de bav û kurê xwe hatin kuştin
11:35 Hesinên xurde vediguherîne berhemên bedew: Huner, meseleyeke zêhnê ye
10:59 Gelo mudaxileya ‘Îmraliyê’ li Yenî Yolê hate kirin?
10:42 Kedkarên tev li mitînga KESK’ê bûn: Em budçeya ji bo gel dixwazin
10:08 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:59 Mazlum Ebdî ji MA'yê re axivî: Tevlibûna HSD'ê dê artêşa Sûriyeyê xurt bike, dê aramiyê bîne
09:15 Têkoşîna di nava zincîra xizanî, bêewlehî û tundiyê de
09:12 Jinwar ji bo 'bajarên jinan' dibe îlham
09:07 Welatiyên Sûrê ji bo Sezgîn Tanrikulu got: Piştî vê saetê gel wî naxwaze
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2025'AN
22/11/2025
21:00 Tirkiyeyê li cotkarên Kobanê gule barand
19:16 Halîde Turkoglu: Divê jin israra xwe ya ji bo aştiyê bidomînin
16:19 Şevket Epozdemîr li ser gora xwe hat bibîranîn
15:34 Daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
15:05 Ji bo jinên hatin qetilkirin û windakirin edalet xwestin
14:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn
13:53 Bi girseyî serdana şîna Bozkurt û Akgulê hat kirin
13:48 Koma Yenî Yolê dê daxilî şandeya ku biçe Îmraliyê nebe
13:15 Abdullah Ocalan: Jinûve avakirina hiqûqê pêdiviyeke jêneger e
13:00 Der barê Mansur Yavaş û midûrê nivîsgehê de destura lêpirsînê
12:46 Şaredariya Mezin a Amedê 'Belgeya Helwestê ya Li Dijî Tundiyê' qebûl kir
11:24 Rojnameyan biryara komîsyonê ya çûna Îmraliyê çawa dîtin?
10:58 Ji Mazlûm Ebdî ji bo MA'yê nirxandinên girîng
10:50 Dê di serdana Îmraliyê de kîjan mijar bên nîqaşkirin?
10:03 'Divê di pêvajoya aştiyê de girtiyên nexweş bên berdan'
09:44 'Ji bo kirêya xwe bidin eşyayên xwe difiroşin'
09:28 KESK dê li Wanê mîtîngê li dar bixe
09:20 Tevî gelek delîlan jî di doza îstismakirina zarokan de îdianame nehatiye amadekirin!
09:13 Li Wanê li dijî tiryakê xeta têkoşîna hevpar tê avakirin
09:06 Li Belenê agir bi avahiya 7 qatî ket: 2 kes mirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2025'AN
21/11/2025
20:28 Pervîn Buldan: Em ê bi gavên pêbawer ber bi avakirina Tirkiyeya Demokratîk ve bimeşin
19:11 Dê şandeyeke ji çar kesan pêkhatî biçe Îmraliyê
18:35 DEM Partî: Serdana Îmraliyê wê bibe gaveke dîrokî
18:13 Li dijî biryara CHP'ê bertek
17:08 Tê payîn ku komîsyon serê hefteyê biçe serdana Abdullah Ocalan
16:42 Komîsyonê biryar da ku biçe serdana Abdullah Ocalan
16:37 Di komîsyonê de dengdana serdana Îmraliyê dest pê kir
16:36 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelê Kurd van dinivîse
Ahmet Şik: Divê biçin Îmraliyê, hewce bike bila biçin Qendîlê
16:17 Aydin: Biryara CHP’ê dê ji bo wê û demokrasiya Tirkiyeyê rê li ber pirsgirêkan veke
16:10 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan in
16:00 Faîlê ku xwest jinekî qetil bike hat girtin
15:59 CHP pêvajoyê sabote dike: Civîn terikandin
14:31 Komîsyona Meclisê bi rojeva serdana Îmraliyê civiya
14:28 Emîr ê CHP’î: Em ê nûnerên xwe neşînin Îmraliyê
14:02 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyan re civiya
13:59 Yildiz: Li ser navê MHP’ê ez ê biçim Îmraliyê
13:45 Apê Mele li Pirsûsê hat definkirin
13:43 Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a ÎHD’ê: Di salekê de herî kêm 192 binpêkirin
13:27 Ugur Kaymaz û bavê xwe hatin bibîranîn
12:51 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyan re bicive
12:08 Hevserokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê partiyên sosyalîst girseyên xwe ji pêvajoyê re amade bikin
11:46 Îlham Ehmed ji ajansa me re axivî: Em ji bo çareseriyeke giştî amade ne, berjewendiyên me û Tirkiyeyê yên hevpar hene
10:43 Ugur Kaymaz û bavê wî 21 sal berê hatin qetilkirin: Ji bo edaletê divê mekanîzmayên nû bên afirandin
09:39 Tirkiye planên xwe yên li Sûriyeyê kûr û berfireh dike
09:28 Li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê pêdivî bi 'yekitiya têkoşînê' heye
09:21 3 milyon mirov ji bo vegerin gundên xwe li benda çareseriyê ne
09:17 Çetîn Lodî: Divê nivîskar daxwaza ji bo aştiyê bilind bikin
09:14 Pêkanîna lastîkên zivistanê dest pê kir: Fiyet duqat biha bûne
09:09 Rêxistinên jinan: Aştiyeke bêyî jinan dê kêm be
09:08 Mûşî xwedî li goristanên qurbaniyên Komkujiya Helebceyê derdikevin
09:03 Bendava ku hat gotin 'dixebite' piştî 6 salan hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2025'AN
20/11/2025
21:02 Li Amûdê, Şam û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê
20:56 Zeyneb Celaliyan nayê dermankirin
16:56 AKP’ê ji bo serdana Îmraliyê got: Em erênî nêz dibin
16:45 Berdevka DEM Partiyê: Divê hemû partî erênî nêz bibin
16:17 AKP bi rojeva Îmraliyê civiya
16:04 Ji bo pêşerojeke biewle ya zarokan daxwazên xwe rêz kirin
15:06 CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
14:51 Demîrtaş: Ji bilî hevalên xwe êdî ez ê bi tu kesan re hevdîtinê nekim
14:31 Li dijî faîlê tacîza zayendî bertek: Em ê dev şopandina dozê bernedin
14:29 Di doza rojnamegeran de Aslan dê parastinê bike
14:21 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hat bibîranîn
13:37 Danişîna faîlê tacîza zayendî ya li dijî zarokan bêyî ku were lidarxistin hat taloqkirin
13:30 Ji bo Burak Ercan ê bi dehan xwendekar tacîz kiribû biryara beraetê hat dayin
13:15 Ji bo maça Amedspor-Trabzonsporê bang
13:14 Endamên komîsyonên yên CHP’î: Me hêj biryar nedaye