ÎZMÎR - Karkerên ku li Selçûkê karê mandeliyan dikin, diyar kirin ku ew bi meaşekî kêm dixebitin û ew armanc dikin ku li dijî pergala meaşê rojane yê neheq kooperatîfekê ava bikin.
Li Îzmîrê ku yek ji herêmên çandiniyê yên sereke yên Tirkiyeyê ye, berhevkirina mandelînayan ber bi dawiyê ve diçe. Mandelîna ku ji bo navçeyên Seferîhîsar, Menderes û Selçûkê yên herêmê çavkaniyeke girîng a dahatê ne, ji bo karkerên çandiniyê yên demsalî jî, çavkaniyeke dahatê ne. Ji ber krîza aborî ya kûr, karkerên ku bi malbatî tên berhevkirina mandelîneyan, neçar in ku li gel zarokên xwe bixebitin. Karkerên ku li Selçûkê di berhevkirina mandelîneyan de dixebitin, şert û mercên xebatê yên dijwar vegotin û diyar kirin ku meaşên rojane yên kêm debara jiyana wan dijwar dike.
Yek ji kesên ku li zeviyan dixebitin Îsmaîl Yildiz e. Yildiz heşt meh berê bi malbata xwe re ji navçeya Wêranşar a Rîhayê koç kiriye. Yildiz diyar kir ku ji ber ku kar nedîtiye neçar maye li nav zeviyan bixebite û got: "Bi gelemperî, ez wekî ewlekar dixebitim, lê ji ber ku min kar nedît, ez li otêl û şûştxaneyan dixebitim. Heşt meh berê me wekî malbat koç kir. Em hatin vir ji ber ku me nikarîbû debara xwe bike. Me ji tu mafên civakî sûd negirt. Em hîn jî li vir bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin. Zarokên me di zeviyên mandalînayan de bêhal in. Zarokên me yên di temenê dibistanê de, di nava zeviyan de ne. Em saet di 5'ê sibê de şiyar dibin û bi zarokan re di sermayê de tên vir. Em bê ewlehiya civakî ne. Meaşê me yê rojane kêm e. Nanek 30 lîre ye, kirê jî 30 hezar lîre ye. Em ê çawa debara xwe bikin? Em hatin vir ji ber ku me nekarî debara xwe bikin. Derfetên kar tune ne. Li cihên wekî kargehan, her kes kesên ku nas dike dixebitîne. Em neçar in ku di nava zeviyên mandalînayan û porteqalan de têbikoşin. Di destpêkê de, ew dipirsin, 'Tu ji ku yî?' Dema ku hûn dibêjin, 'Ez Kurd im,' ew paşve dikişin. Min vê dawiyê ji bo kar serlêdan kir, lê wan ez negirtim; wan kesek ji Stenbolê girt. Ez jî welatiyê vî welatî me. Ew her gav bi tirs li me dinêrin ji ber ku em Kurd in; cudakarî li her derê heye. Em ji sibê heta êvarê dixebitin, tenê ji bo ku debara xwe bikin."
Hakîme Ozçelîkê ku got ew 20 sal in wekî karkera demsalî li zeviyan dixebite, got: "Em sibehê şiyar dibin û heya dereng dixebitin, lê meaşên rojane kêm in. Em hem li vir û hem jî li malê dixebitin. Karê me zêde dibe. Dahata me têrê nake. Ew rojane hezar û 200 lîre didin mêran û 900 lîre didin jinan. Ev neheqî ye. Jin jî diwestin. Lê gelo mêrên ku selikan hildigirin çi dikin? Divê ev biguhere."
Suna Denliyê jî got ku ew 20 sal in vî karî dike û got: "Debara malê zehmet e, mûçeyên rojane kêm in. Xwendekar hene û kirê heye, têrê nake. Malbat bi komî tên vir. Gelek koçber tên."
Orhan Denlî ku li nav zeviyan dixebite, ragihand ku demsala mandalînayan a îsal nebaş bûye û got: "Ne kirrûbir û ne jî firoşkar kêfxweş in; biha pir daketine. Ji ber ku li Edene û Mersînê gelek mandalîn hene, niha biha kêm in. Ew di navbera 6 û 10 lîreyan de ne, lê dîsa jî nayên firotin. Tiştên wekî karker, gubre û dermanên kêzikan lêçûnên mezin in. Lewma divê hinekî alîkariya cotkaran bê kirin. Ez ji bo hevalên xwe derfetên kar peyda dikim. Bawer bikin, her roj gelek telefon tên ji ber ku gelek kes ji ber ku kar nabînin tên nava zeviyan. Di navbera mêr û jinan de cudahiyeke meaş heye. Cudahiyeke nêzîkî 200 lîreyî heye. Sîstem xwe di nav xwe de girtiye û em nikarin wê biguherînin. Divê em li dijî vê yekê bibin yek da ku em karibin wê biguherînin. Em difikirin ku kooperatîfekê ava bikin da ku li dijî pergala meaşê rojane yê neheq têbikoşin, lê em dikin nakin em pêk naynin. Lê ger kooperatîfek were avakirin û biha werin destnîşankirin, dê baş be."
MA / Ûgûrcan Boztaş
