Zinar ê down sendromî xeyala xwe ya ewil pêk anî, li pey a duyemîn e

img
AMED - Xeyala Zinar Altuntaş ê down sendromî ew bû ku di Beşa Antrenoriyê ya BESYO’yê de bibe yekemîn û ev xeyala xwe pêk anî. Xeyala niha ya Zinar jî ew e ku bi Amedsporê re bixebite. 
 
Zinar Altuntaş ciwanekî 20 salî ye, li Amedê dijî û down sendromî ye. Zinar, di qadên werzîşê de li Tirkiye û cîhanê gelek serkeftin bi dest xist. Xeyala wî ya ewil ew bû ku biçe Dibistana Bilind a Perwerde û Werzîşê û bibe yekemîn. Û ev xeyala xwe pêk anî. Xeyala Zinar a duyemîn jî, dixwaze bi Amedsporê re bixebite. Niha dixebite û hewl dide vê xeyala xwe pêk bîne. Zinar, bi werzîşa avjeniyê dest pê kir û piştre li Amedê di lîstika gogo maseyê de yekemîn derket. Piştre bi alîkariya bavê xwe berê xwe da basketbolê. Di musabeqeya Ewropayê de tîma Zinar bû duyemîn û di ya cîhanê de jî bûne duyemîn. Zinar, piştî ji dibistana amadehî ya werzîşê mezûn bû, kete ezmûnan û Beşa Antrenoriyê ya BESYO’yê ya Zanîngeha Dîcleyê qezenc kir. Bi vê serkeftina xwe re li Amedê bû yekem werzîşvanê down sendromî. Zinar, niha li Antrenoriya BESYO’yê di rêza yekemîn de ye. 
 
DIXWAZE BI AMEDSPORÊ RE BIXEBITE
 
Zinar, her çend di branşên cuda yên sporê de serkeftî be jî, branşa dixwaze futbol e. Altuntaş ku alîgirê Amedsporê ye, dibêje ku yek ji tiştên wî motîve dike jî werzîş e, xeyala xwe ya ewil pêk aniye û niha jî dixwaze bi Amedsporê re bixebite û xeyala xwe ya duyemîn pêk bîne. Altuntaş, got ku pir dixwaze bi Amedsporê re bixebite û ev tişt anî ziman: “Gelek ji futbolê hez dikim. Dema dilîzim keyfxweş dibim. Heke Amedspor min bigire tîmê dê gelek keyfxweş bibim. Dixwazim bangî serokê me yê hêja Nahît Eren bikim, dixwazim di serkeftina Amedsporê de cih bigirim. Jixwe diçim her maça wê.” 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ CIVAKÊ
 
Dayik û bavên Zinar Altuntaş, Songul û Nevzat Altuntaş ji Kurdên Anatoliyaya Navîn in û ji sala 2002’yan ve li Amedê dijîn. Zinar dibêje ku di serkeftinên wî de bandora dayik û bavên wî zêde ye. Bav Nevzat Altuntaş, got: “Dema dayika wî ducanî, ji testan xuya nedikir ku Zinar down sendromî ye. Piştî ji dayik bûyî me hinek zehmetî kişandin. Têkoşîna me ya ewil li dijî gotina civakê ya ‘nexweş e’ bû. Dereng dest bi dibistanê kir. Ji piyanoyê pir hez dike, li Ma Musicê perwedeya piyanoyê dît. Bi werzîşê re eleqedar bû. Dibistana amadehî ya werzîşê qezenc kir. Ev tiştekî ewil bû. Di avjeniyê de bû yekemîn, di tenîsa maseyê de bû yekemîn. Di basketbolê de li cîhanê bû duyemîn. Di rêza yekemîn de BESYO qezenc kir. Dikare bi xwe pêwîstiyên xwe cibîcî bike.” 
 
BANG LI MALBATAN KIR
 
Altuntaş, diyar kir ku divê malbat li şûna zarokên xwe di hundir de hefs bikin, divê bikevin nava pratîkên pêşiya zarokan vedikin û got: “Zinar nîşan da ku dikare bike. Bila malbat ji zarokên xwe bêzar nebin û paşvegavê neavêjin. Li kolanê rastî cihêkariyê tê, nagirin nava tîmê û pirsgirêkên wiha dijî. Tevî ku futbolê baş dilîze jî nagirin tîmê. Ev cihê xemgîniyê ye. Lê em ê bi hev re van astengiyan derbas bikin. Zinar heta niha tu astengî naskir. Bila zarokên din jî nas nekin.” 
 
MA / Fethî Balaman

Sernavên din

14:58 Civaknas Griffin: Aştiya Tirk û Kurdan ji bo mirovahiyê jiyanî ye
14:34 Bersûcê êrişî Rojnameya Evrenselê kiribû tehliye bû
14:14 DEM Partî dê her sal Meşa Rûmetê ya Astengdaran li dar bixe
14:05 Rêveberiya Xweser: Sûriyeyeke nenavendî dikare bê avakirin
14:02 Zinar ê down sendromî xeyala xwe ya ewil pêk anî, li pey a duyemîn e
12:08 Gundiyan, xebatkarên şîrketa madenê ji Sekasurê derxistin
12:07 Efrîqaya Başûr bersiv da îdiaya ‘qirkirina çermspiyan’ a Trump
11:23 Sûdanî û Tom Barrack civiyan
11:16 Parêzerên malbata li Qoserê hate qetilkirin: Nêzikatiya medyayê însanî nîne
10:14 'Li Şirnexê aqilekî dijî pêvajoyê heye’
09:48 Hevjîna girtiyê nexweş: Heke li wir bimîne dê bimire
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînên zêde hate kirin
09:00 Xwebûn bi manşeta ’Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e’ derket
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2025’AN
30/11/2025
16:51 Projeya ku dê ‘Ava Spî’ ziwa bike hate protestokirin
16:32 Şîna endama YJA Starê Zeynep Ersonmezê bi girseyî hat ziyaretkirin
16:29 Li Gimgimê 30 hezar darên berûyê hatin danîn
16:20 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:16 Li Sêweregê ZIWAN-KURD hate vekirin
15:43 Li Mêrdînê Şiyar be! Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê hat avakirin
15:13 Li Asyayê karesata lehiyê: Zêdetirî 620 kes mirin
14:46 Li Mêrsînê panela aştiyê: Êdî ne dema axaftinê dema gavavêtinê ye
14:22 Navên kesên di bendavê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
14:21 Wekîlên Ewropî xwestin PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin
14:01 Şîna Suheyla Baytekînê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:02 Li Girtîgeha Erzînganê girtî hatin derbkirin û sirgunkirin
12:51 Gefa li hevşaredarên Cizîrê hat xwarin protesto kirin: Divê berpirsyar hesabê bidin
12:27 Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê bi dawî bû: Têkoşîna me ji bo entegrasyona hiqûqî ye
12:05 Li ser rêya Colemêrg-Wanê wesayîtak kete bendavê: 3 kes winda ne
12:04 Pirtûka “Çîroka Zarokên Roj û Agir I’ a Rotînda derket
10:10 ‘Rêya xelasiya ji krîza aborî aştî ye’
10:02 'Em ê aştiyê bînin vî welatî û hêviya xwe qut nekin'
09:42 Hejmara 144’an a kovar Jinê derket
09:25 Li Gine Bissauyê hikûmeta nû hate avakirin
09:06 'Rayedarên li Şirnexê bêhiqûqiyan dikin bila li gorî qanûnan tevbigerin'
09:03 'Ji bo mafê hêviyê xala 90'emîn a destûra bingehîn bes e'
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2025'AN
29/11/2025
18:09 Li Hesekê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:34 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:02 Mitînga KESK'ê ya Wanê: Ne ji şer, ji aştiyê re budçe
15:55 Yurur û Taş ên PKK'yî hatin bibîranîn
15:23 Xwestin girtiyên nexweş Delal Tekdemîr û Salih Gun bên berdan
14:55 Xizmên windayan li 4 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:19 Dayikên Şemiyê ji bo Mahmut Dogan doza edaletê kirin
13:10 Welatiyên beşdarî şahiya gel bûn: Em ji bo aştiyeke birûmet bitêkoşin
12:54 Amîrê Polîsan gef li hevşaredarên Cizîrê xwarin
12:23 Tayîp Temel: Em li bendê ne ku Îlham Ehmed jî beşdarî konferansê bibe
12:08 Ji Mesûd Barzanî spasî ji bo Abdullah Ocalan: Em piştevanê pêvajoyê ne
10:10 Ciwanan salvegera damezrandinê pîroz kirin
10:03 Sagkan: Ji bo avakirina aştiyê divê serweriya hiqûqê bê avakirin
09:08 Tê plankirin ku li şûna Polîs Okûlûya berê bîna bê çêkirin
09:07 Li Helebê dîsa gefa DAIŞ'ê!
09:05 10 sal in ji ber posterekî tê darizandin
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2025'AN
28/11/2025
21:49 Bayindir: Hêza me ya ku em bi desthilatê gav bidin avêtin heye
19:52 Ji bo Dîlan Karamanê komîsyona lêkolînê hat avakirin
19:41 Amedsporê li qada xwe Eroksporê têk bir
19:32 Papa 14. Leo li Stenbolê ye
19:07 Bermal Nergîs û Muhlîse Karaguzel hatin berdan
18:59 Ji Şaredariya Peyasê der barê 'peyker' de daxuyanî
17:58 Banga Abdullah Ocalan li Almanyayê li dadgehê hat xwendin
17:13 Panela 'Di Îslamê de Aştî û Civaka Demokratîk': Aştî rastiya hevpar a mirovahiyê ye
16:17 ‘Girtiyên nexweş berdin, binpêkirinan bidawî bikin’
15:43 Hewldana Edalet ji bo Roboskî: Divê Qanûna Heqîqet û Edaletê bê derxistin
15:01 Dîlan Karaman bi tilîliyan hat definkirin
14:36 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:28 Elçî hat bibîranîn: Bi raboriyê re hevrû bibin, cînayetê ronî bikin
13:19 ‘Ozgur Halk’ dê di sala nû de dest bi weşanê dijîtal bike
12:00 Di bûyera cînayetên li Qoserê de 2 kes hatin girtin
11:48 Tehliyeya 6 girtiyan hate taloqkirin
11:43 Derûnînas Erol: Di zêdebûna întiharan de pirsgirêkên civakî û nebûna edaletê bibandor e
10:52 13 sal in nikare hebûna xwe îspat bike!
10:51 TJA: Em ê nehêlin mirina bi guman a Dîlanê di tariyê de bimîne
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê: Em ê bişopînin
10:31 Ji doza PKK'ê 30 salan di girtîgehê de ma: Xebata serdema nû avakirina civaka demokratîk e
10:25 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Abdullah Ocalan got ku lêgerîna esasî, mitabeqeta siyasî ye
10:24 Tahir Elçî li cihê lê hatibû qetikirin hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wî bidomînin
09:32 Bekaroglû: Partiyeke ku namzedê desthilatdariyê divê hin rîskan bigire
09:14 Hejmara kesên di şewata Hong Kongê de mirîn derket 94’an
09:11 Karkerên mandaliyan hewl didin li dijî heqedsta kêm kooperatîfê ava bikin
09:05 Li Girtîgeha Kirşehîrê hewldanên provakatîf
09:04 'Ji bo vegerê û çekan divê zagonek were amadekirin'
09:02 Tenduristkarê hat îxrackirin 10 sal in li nav zeviyan dixebite
09:01 Parêzer Çaglar: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re xwezayî, rewa û hiqûqî ye
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2025'AN
27/11/2025
23:43 Ajansa Welat sala xwe ya yekemin pîroz kir
16:26 Qada bajêr a Şakiro hat vekirin
15:54 Cara sêyemîn xwîn çû ser mêjiyê rojnamevan Aykol
15:39 ‘Operasyona 19’ê Kanûnê li dijî mirovahiyê sûc e’
15:37 Ji bo Seyfettîn Tutmaz û Sadun Tutmaz merasîma bibîranînê hat lidarxistin
14:29 Ji bo parêzer Epozdemîr ceza hate xwestin
14:18 Ayşegul Dogan: Bila girtekên hevdîtina Îmraliyê bên parvekirin
13:43 Di lêpirsîna der heqê rojnameger Kanbal de biryara neşopandinê hat dayin
13:40 Danişîna doza 3 rojnamevanên jin hat taloqkirin
13:28 Danişîna polîsê ji doza mirina Ejegul Ovezovayê dihat darizandin hat taloqkirin
12:39 Girtiyên Apoyî: Em cejna avakirina sosyalîst bi kelecan pêşwazî dikin
12:38 Belavkarê Ozgur Gundemê Işik li ser gora xwe hat bibîranîn
12:15 Li Amedê ‘Pirtûxaneya Mestûre Erdelan’ hate vekirin
12:00 ‘Em dixwazin piştgiriya ciwanên Başûr ji Rêber Apo re bibêjin’
11:28 'Di doza Lihevkirina Bajar de hûn di rêya şaş de ne, ji vê rêyê vegerin’
11:20 Di bûyera 3 kesên li Qoserê hatibûn kuştin de kesek hate girtin