WAN - Li gorî rapora Şaxa ÎHD’a Wanê, di nava 10 mehan de li bajar herî kêm 158 binpêkirinên mafan çêbûn. Binpêkirinên qeyûm, zexta sîxurtiyê û sepanên li girtîgehan çendek ji van binpêkirinan e.
Tevî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî binpêkirinên li bajarên bakurê Kurdistanê berdewam in. Li gorî daneyên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê; di nava 10 mehên ewil ên salê de 158 binpêkirinên mafan li bajar hatin jiyîn. Piraniya van binpêkirinan jî derxistina karkeran a ji şaredariyê ku qeyûm dike, zexta sîxurtiyê û binpêkirinên li girtîgehan e. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Wanê Ayten Kiran, got: “Divê polîtîkaya necezakirinê ya li Tirkiyeyê êdî bi dawî bibe. Hewceye baweriya gel a bi edaletê neyê têkbirin.”
SERLÊDANÊN JI BO KOMELEYÊ
Ayten Kiranê diyar kir ku ji meha Çileyê heta niha li Wanê 158 binpêkirinên mafan hatine jiyîn û got: “Di nava sala 2025’an de ji bo komeleya me gelek serlêdanên binpêkirinên mafan hatin kirin. Ji van serlêdanan 110 jê têkildarî karkerên ji hêla qeyûm ve ji kar hatine derxistin, 9 serlêdan têkildarî zexta sîxurtiyê, 14 jê ji hêla xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ve hatin kirin ku rastî tundiyê dihatin û yên din jî binpêkirinên li girtîgehan bûn. Têkildarî serlêdanên heta niha hatine kirin me serlêdanên pêwîst ji Wezareta Ewlehiya Civakî, Saziya Venêrîna Cemaweriyê û Komîsyona Mafên Mirova a Meclisê re hatin kirin. Me hemû serlêdan bi hûr û kûr lêkolîn kir û serlêdan şopandin. Em niha li benda encamên serlêdanên xwe ne.”
ZEXTA SÎXURTIYÊ YA LI BAJAR
Ayten Kiranê bi lêv kir ku yek ji pirsgirêkeke girîng a li bajar jî zexta sîxurtiyê ye û got: “Ji bo vê me ji Lijneya Çavdêrîkirina Hêzên Ewlekariyê ya Wezareta Karên Hundir û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê re nivîsand. Heta niha dihatin redkirin lê piştî me ser hev jê re nivîsandî û bûyer gihiştî astekî cidî, di demên dawî de destûra lêpirsînê didin. Bi taybet jî li Wanê têkildarî mijarê 9 serlêdan hatin kirin û me jî ser hev ji bo destûra lêpirsînê ji wezaretê re nivîsand. Em jî bûyerê ji nêz ve dişopînin.”
Bi domdarî Ayten Kiranê bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û axaftina xwe wiha qedand: “Me di vê mijarê de ji Wezareta Dadê, Komîsyona Girtîgehan û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê re nivîsand. Ji bo van saziyan bixin nava tevgerê em xebata ji dest tê dikin. Divê polîtîkaya necezakirinê ya li Tirkiyeyê êdî bi dawî bibe. Hewceye baweriya mirovan a bi edaletê were xurtkirin.”
