Hevseroka Giştî yê OHD'ê: Divê pirsgirêk di çarçoveya hiqûqa yekpare de bê nirxandin

  • rojane
  • 09:06 4 Kanûn 2025
  • |
img
STENBOL - Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak, diyar kir ku ew li bendê ne piştî qanûnên veguhêz, qanûnên demokratîkîbûnê bên derxistin û got, piştî rapore komisyonê ew ê rêze xebatan bikin.
 
Pêvajoya ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkîbûna Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, didome. Di vê çarçoveyê de, Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku li Meclisê hat damezrandin, di 24’ê Mijdarê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê hevdîtin pêk anî. Bi vî awayî Komisyonê li hemû aliyan guhdarî kir. Her çiqas tê payîn ku komîsyonê pêşnûmeqanûnek pêşkêşî Meclisê bike jî, nîqaş li ser dem û şêwaza qanûnên yekpare û veguhêz ên ku dê werin amadekirin, berdewam dikin.
 
Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak, di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, qanûnên veguheziyê, entegrasyona demokratîk û gavên ku divê bên avêtin nirxand.
 
Çakmak, diyar ki rku qanûnên veguheziyê wekî qanûnên entegrasyonê tên pênasekirin û ev tişt got: “Ev pênase gavên ku di dema normalîzebûna pêvajoyê de tên avêtin, dihewîne. Ev pênase verastkirinên der barê jiyana PKK'iyan a piştî çiyê de, ku dê çi biqewime dihewîne. Ji vegera welat bigire heta guhertinên hiqûqî yên der barê dozên wan ên heyî de. Di heman demê de, ew guhertinên der barê girtiyên siyasî yên niha, girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û girtiyên nexweş de jî dihewîne. Heke em vê yekê wekî pêvajoyek aştiyê pênase bikin, wekî pêwîstiya pêvajoyê, di çarçoveya aştiya ku dewlet dê bi PKK’ê re bike de, êdî divê girtiyên PKK’î di girtîgehan de nemînin.”
 
HIQÛQA YEKPARE 
 
Çakmak, qala têgeha "hiqûqa yepare" ya Abdullah Ocalan kir û wiha pê de çû: “Têgeha hiqûqa yekpare, hewce dike ku mesele bi tevahî were nirxandin. Ev mesele bi guhertinên hiqûqî yên parçekirî nayê çareserkirin. Rêya çareserkirina vê yekê bi nêzîkbûna berfireh a li ser meseleyê ve girêdayî ye. Di vê çarçoveyê de divê têgeha yekpare di warê hiqûqê de jî bê afirandin. Pêwîst e guhertinên bingehîn jî di vê çarçoveya yekpare de bên nirxandin. Guhertinên parçekirî meseleyê çareser nakin. Mînak, bi guhertinek der barê girtiyên siyasî de, a pêwîst ne berdana wan e, lêbelê pêwîst e ku li sedema bingehîn a pirsgirêkê bê nihêrîn û bi awayekî yakpare nêzîkî wê bibin û li gorî wê çareseriyê bibînin.”
 
BI ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK DÊ ÇI ÇÊBIBE?
 
Çakmak, destnîşan kir ku bi entegrasyona demokratîk re dê Kurd bi xwebaweriyeke zêdetir bijîn û girêdana xwe ya aîdiyetê hest bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêwîst e entegrasyona demokratîk, wekî vegerandina pozîsyona Kurdan, ku yek ji hêmanên damezrîner ên komarê ne, bê nirxandin. Destûra Bingehîn a 1921’an qanûnek damezrîner bû û Kurdan înkar nedikir. Çavkaniya vê yekê hebûna du gelan bû ku di Şerê Rizgariyê de bi hev re têkoşiyan û êdî divê ev her du gel wekhev xwedî hemwelatiyê bin û di gel vê yekê xwediyê mafê rêveberiya wekhev bin. Lêbelê, di hemû destûrên bingehîn ên sala 1924’an û heta îro berdewam kirine de, ev mesele li ser înkarê hatiye avakirin. Her çend em îro qala pêvajoyê bikin jî, divê em bibînin ku hîn înkarek heye û xebatek ji bo rakirina înkarê tê meşandin. Di vê mijarê de, divê nasnameya Kurdan, ku yek ji stûnên sereke yên komarê ne, li beramberî hiqûqê bê misogerkirin. Piştî ku ev yek pêk hat, mirov nikarin nêzî entegrasyonê bi şêweyekî asîmîlasyonê bibin. Kurd, entegrasyona demokratîk qebûl dikin, bi wê armanca sîstemeke demokratîk, ne sîstema kapîtalîst a heyî, dê berdewam bike û bi îradeya têkoşîna xwe didin nîşandan.”
 
QANÛNÊN DEMOKRATÎKÎBÛNÊ
 
Çakmak, rave kir ku divê di çarçoveya qanûnên veguheziyê de, lêpirsînên li dijî PKK’iyan bên rakirin û înfazên girtiyên di girtîgehan de bên rawestandin. Herwiha destnîşan kir ku divê dewlet gavên wekî berdana girtiyên nexweş û ji nû ve biryarên Lijneya Îdarî û Çavdêriyê binirxîne û got: “Dema ku qanûnên veguheziyê bi dawî bibin, divê mirov li bendê be ku gavên demokratîkîbûnê yên der barê nasnameya hiqûqî ya Kurdan de bên avêtin. Gava yekem a pêvajoyê qonaxa amadekariya muzakereyan bû, paşê qonaxa muzakereyan û li vir Komîsyona Meclisê hate damezrandin. Piştî ku Komîsyona Meclisê çû û li Îmraliyê bi rêzdar Ocalan re hevdîtin kir, êdî divê qanûnên veguhêz bên avakirin. Piştî van jî, em li bendê ne ku qanûnên demokratîkîbûnê dest pê bikin. Em dikarin van wekî qanûnên ku nasnameya hiqûqî ya Kurdan esas digirin û maf û azadiyên bingehîn ên Kurdan di çarçoveyeke qanûnî û destura bingehîn de diparêzin, binirxînin. Wekî qanûnên demokratîkîbûnê; rakirina astengiyên li ser zimanê dayikê, verastkirina der barê qeyûman de, rakirina astengiyên li ser bikaranîna mafên demokratîk, rakirina îtirazên li ser Peymana Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê û verastkirina xala 66'an a Destûra Bingehîn ku pênaseya hemwelatiyê vererast dike, dikarin bên jimartin.”
 
‘BI HEZARAN KES DÊ JI ‘MAFÊ HÊVIYÊ’ SÛD WERBIGIRIN’
 
Çakmak, bi bîr xist ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de "mafê hêviyê" jî tê nîqaşkirin û di vê mijarê de biryara "binpêkirinê" ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) heye û destnîşan kir ku divê bi guhertineke hiqûqî "mafê hêviyê" bê bicîanîn. Çakmak wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne tenê rêzdar Ocalan, bi hezaran girtî dê ji 'mafê hêviyê' sûd werbigirin. Bi vî awayî berdana rêzdar Ocalan dikare bê misogerkirin. Pêwîst e her kes bi hestiyarî nêzî vê pêvajoyê bibe. Em jî hem di warê hiqûqî de hem jî ji bo agahdarkirina raya giştî xebatan birêve dibin û dê bidomînin. Di vê çarçoveyê de, em di serî de li benda rapora komisyonê ne. Piştî raporê, hem pêşniyar û serlêdanên hiqûqî yên der barê pêvajoyê de, hem jî ji bo agahdarkirin û hestiyarkirina raya giştî em ê rêze xebatan bikin.”
 
MA / Omer Îbrahîmoglu

Sernavên din

09:23 Rojgul Ozdemîr: Cara ewil 7 salî bû çû ziyaretê, 29 sal in li benda berdana bavê xwe ye
09:22 Îlahiyatnas Salar: Divê Diyanet di xutbeyan de ji gel re pêvajoyê rave bike
09:18 Şoreşa bi rêya komunan pêş dikeve
09:07 Prof. Dr. Levent Koker: Bi çareseriyê re Tirkiyeyê dê derbasî pêvajoya demokratîkbûnê bibe
09:06 Hevseroka Giştî yê OHD'ê: Divê pirsgirêk di çarçoveya hiqûqa yekpare de bê nirxandin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2025'AN
03/12/2025
21:30 PDK'ê li Xebat û li Lacanê çeken giran bicih kir
18:26 Dayika Aştiyê Aliye Tîmur hat definkirin
17:50 Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêziknameya xwe erê kir
17:41 Hêzên Îranê li Rojhilat jineke Kurd binçav kirin
17:11 Şîna Serhat Korkmaz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Barzanî: HSD dê bêyî garantiya entegrebûnê çekê danayne
16:47 'Astengdar rastî cihêkarî û îzolasyonê tên’
15:53 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:07 Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' ya DEM Partiyê eşkere bû
14:58 Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê
13:41 Ingilistanê piştgirî da pêvajoyê
12:43 Gulistan Kiliç Koçyîgîtê îdiaya ‘Dê li dijî Bahçelî derbe bê kirin’ derewand
12:32 Ji Abdullah Ocalan peyama hiqûqa yekpare: Dê diyardeya mudaxileya li derî demokrasiyê ji rojeva Tirkiyeyê derkeve
12:04 Ji Prof. Bose piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan: Divê alî vê kêliya hêviyê binixînin
11:42 TUÎK’ê dîsa rêjeya enflasyonê kêm nîşan da
11:35 Bahçelî: Em ê bi tu awayî ji pêvajoyê paşvegavê neavêjin
10:54 Rapora DFG'ê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn û cezakirin didomin
10:53 MYK a DEM Partiyê civiya
10:20 5 endamên TOP'ê hatin binçavkirin
10:16 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Heqîqet çiqas derkeve holê em ê ewqas nêzî aştiyê bin
10:15 Cenazeyê zarokê di Çemê Dîcleyê de wer bû hat dîtin
10:14 Nexweşxaneyê rê nîşan da: Nikare di girtîgehê de bimîne lê dikare sewqî Tîpa R’yê bê kirin!
09:50 Xwişka rojnamevan Hakan Tosûn ê hat kuştin: Divê edalet pêk bê
09:49 Di 10 mehan de li Wanê 158 binpêkirinên mafan hatin jiyîn
09:22 Ciwanan bang kir: Em bi hev re li dijî tiryak û fihûşê tevdîran bigirin
09:12 Dr. Firat Gezer: Divê fikarên malbatên astengdaran bê çareserkirin
09:10 Paytexta duyemîn a Ûrartûyan bi tunebûnê re rû bi rû ye
09:08 Prof. Dr. Şebnem Oguz: Pêvajo ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê qonaxeke diyarker e
09:07 Li Mêrdînê ji bo têkoşîna li dijî tiryakê xebat hat destpêkirin
09:03 Aliyekî Dêrazorê wêran e, aliyê din tê avakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2025'AN
02/12/2025
18:46 Aloziya li Lacanê didome: Alavên rojnamevanan hatin desteserkirin
18:34 Netanyahu: Em dixwazin herêmeke bêçek ji Şamê heta Cebel El Şêx ava bikin
17:49 Şandeya DEM Partiye ji Îmraliyê vegeriya
16:45 Konsulê DYA’yê yê Edeneyê DEM Partî ziyaret kir
16:07 Zaroka rastî êrişa zayendî hatibû dê li dadgehê bê guhdarîkirin
15:56 Qirkirina daran a li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de didome
15:50 Li Amedê atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
15:42 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê: Li dijî qetilkirina Elewiyan vîna hevpar divê
14:50 Li Midyadê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:16 Şêniyên gund xebatên kana keviran da sekinandin
14:05 Nifûsa başûrê Kurdistanê 10 milyon derbas kir
13:19 Dê bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê bê protestokirin
13:09 Fîlozof Ceruti: Banga Abdullah Ocalan dikare ji bo Rojhilata Navînê bibe mînak
13:04 Tehliyeya Yildirim ê 31 sal in girtî ye bi hinceta gotinên Seyîd Riza hat taloqkirin
12:59 Bakirhan: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pirsgirêk ber bi zemîneke siyasî ve bir
12:56 Elewiyên Ereb: Divê komkujiyên li Sûriyeyê demildest bên rawestandin
12:38 Ji bo danişînê ew anîn Xelatê: Dê 3 mehan di hucreyê de bimîne
12:18 Salih Muslim: Demokrasî tune be, entegrasyon jî tune ye
12:17 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Adullah Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
11:34 Ji Bahçelî daxuyaniya pêvajoyê: Tîr ji kevanê pekiyaye
10:28 Cezayê hefsê dan Taşkesen ku gotibû ‘Ev der Kurdistan e’
09:11 Doza Akiş ê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin jinûve tê lidarxistin
09:10 Şaredarên ku gef li wan hatin xwarin: Êriş plankirî bû
09:09 Mazgêrt di hedefa nêçîrvanan de ye: Gel ji bo ajalan bifikar e
09:08 11'emîn Pakêta Darazê dê sibe bê gotûbêjkirin: Ne 'pîne' Qanûneke Înfazê ya nû pêwîst e
09:07 'Li Wanê restorekirina şaş bîra bajêr tune dike'
09:06 Bajarekî ji her alî ve 'birîndar': Şam
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2025'AN
01/12/2025
19:58 Esen ê ku piştî 31 salan hate tehliyekirin: Rojên serketinê nêz in
17:52 Tedawiya rojnamevan Aykol didome
16:47 Zext û hewldanên provokasyonan xist rojeva Meclisê
15:51 Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr jiyana xwe ji dest da
15:47 Teqawidan ‘budçe’ protesto kir
15:47 Faîk Çîrîk piştî 30 salan hate berdan
14:58 Civaknas Griffin: Aştiya Tirk û Kurdan ji bo mirovahiyê jiyanî ye
14:34 Bersûcê êrişî Rojnameya Evrenselê kiribû tehliye bû
14:14 DEM Partî dê her sal Meşa Rûmetê ya Astengdaran li dar bixe
14:05 Rêveberiya Xweser: Sûriyeyeke nenavendî dikare bê avakirin
14:02 Zinar ê down sendromî xeyala xwe ya ewil pêk anî, li pey a duyemîn e
12:08 Gundiyan, xebatkarên şîrketa madenê ji Sekasurê derxistin
12:07 Efrîqaya Başûr bersiv da îdiaya ‘qirkirina çermspiyan’ a Trump
11:23 Sûdanî û Tom Barrack civiyan
11:16 Parêzerên malbata li Qoserê hate qetilkirin: Nêzikatiya medyayê însanî nîne
10:14 'Li Şirnexê aqilekî dijî pêvajoyê heye’
09:48 Hevjîna girtiyê nexweş: Heke li wir bimîne dê bimire
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînên zêde hate kirin
09:00 Xwebûn bi manşeta ’Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e’ derket
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2025’AN
30/11/2025
16:51 Projeya ku dê ‘Ava Spî’ ziwa bike hate protestokirin
16:32 Şîna endama YJA Starê Zeynep Ersonmezê bi girseyî hat ziyaretkirin
16:29 Li Gimgimê 30 hezar darên berûyê hatin danîn
16:20 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:16 Li Sêweregê ZIWAN-KURD hate vekirin
15:43 Li Mêrdînê Şiyar be! Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê hat avakirin
15:13 Li Asyayê karesata lehiyê: Zêdetirî 620 kes mirin
14:46 Li Mêrsînê panela aştiyê: Êdî ne dema axaftinê dema gavavêtinê ye
14:22 Navên kesên di bendavê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
14:21 Wekîlên Ewropî xwestin PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin
14:01 Şîna Suheyla Baytekînê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:02 Li Girtîgeha Erzînganê girtî hatin derbkirin û sirgunkirin
12:51 Gefa li hevşaredarên Cizîrê hat xwarin protesto kirin: Divê berpirsyar hesabê bidin
12:27 Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê bi dawî bû: Têkoşîna me ji bo entegrasyona hiqûqî ye