OSMANIYE - Li navçeya Bahçe yê Osmaniyeyê otobûsek û TIR’ek li hev qelibîn. Di qezayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Bahçe ya Osmaniyeyê otobûsek û TIR’ek li hev qelibîn. Qeza, li nêzî Tunela Ayranê ya ser rêya Edene-Dîlokê çêbû. Di qezayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn. Piştî agahdarkirinê, li cihê qezayê komên tenduristî û agirkujiyê hatin sewqkirin.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Osmaniyeyê. Ji ber qezayê aliyê rê yê ber bi Dîlokê ve heta demekê ji trafîkê re hate girtin.
