Zilamê ku Pinar Bayrakê kuştibû hate girtin

  • jin
  • 13:54 5 Tebax 2024
  • |
img
MÊRSÎN - Ziya Ecer ê li Mêrsînê bi rêbaza îşkenceyê hevjîna xwe Pinar Bayrak qetil kiribû, hate girtin. 
 
Li Mêrsînê Ziya Ecer hevjîna xwe Pinar Bayrak kuştibû. Piştî bûyerê lêpirsîn hatibû destpêkirin û Ecer hatibû binçavkirin. Piştî karûbarên binçavkirinê ew derxistin birin Edliyeya Mêrsînê. Dozger û dadger der barê Ecer de biryara girtinê dan û ew şandin girtîgehê.