Hatîmogûllari: Divê tecrîd rabe û Abdullah Ocalan biaxive

  • rojane
  • 15:49 20 Mijdar 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got: “Divê tecrîda li Îmraliyê rabe û birêz Abdullah Ocalan biaxive.” 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), “Civîna Rêxistinbûnê ya Herêma Egeyê” li dar xist. Civîn, li restouranteke li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê hate lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sûltan Ozcan, parlamenterên DEM Partiyê, rêveberên rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê yên Herêma Egeyê jî tev li bûn. 
 
Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari beriya civînê axaftineke kin kir û da zanîn ku şerên emperyalîzmê yên li Rojhilata Navîn hêj berdewam in û dê şerê Îsraîl-Îranê rê li ber karesatên mezin veke. Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Ev şer dê herêmê veguherîne karesatê. Helbet hewcehî pê heye ku di nava vê rewşê de em rewşa çar parçeyên Kurdistanê û gelê kurd binirxînin. Bi taybet jî divê em geşedanên têkildarî Rojava baş binirxînin. Di nava vê rewşê de Tirkiyes siyaseteke binakok dike. Di siyaseta niha de ne siyaset, ne dîplomasî ne jî guftûgoyên aştiyane heye. Ev siyaset dê Tirkiyeyê bixitimîne. Ev zû de ye em ji bo pirsgirêk bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin têdikoşin.”
 
'DIVÊ TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ WERE MEZINKIRIN’ 
 
Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku divê têkoşîna aştiyê were mezinkirin û wiha pê de çû: “Di vê serdemê de dema mirov televîzyonan vedike dibîne ku li ser birêz Ocalan tê axaftin. Em dizanin ku vê yekê eleqeya xwe bi geşedanên nû re heye. Ev yek nîşan dide ku civaka Tirkiyeyê ji bo axaftina li ser pirsgirêka kurd rê daye. Ev pirsgirêk dîsa bû rojeva Tirkiyeyê.” 
 
'DIVÊ BIRÊZ OCALAN BIAXIVE’
 
Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser axaftinên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê tecrîd were rakirin, birêz Ocalan derkeve û bikare têkildarî pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê û geşedanên li herêmê biaxive. Li gorî me ev yek ne tenê ji bo Tirkiye û kurdan, dê ji bo gelên herêmê jî baş be. Li gorî me dê ji bo aştiya herêmê gelek sûdewer be. Lewma jî divê tecrîda li Îmraliyê rabe û birêz Abdullah Ocalan biaxive.” 
 
Piştî axaftina Hatîmogûllari, civîn ji çapemeniyê re girtî bedewam kir.