DEM Partiyê bertek nîşanî cezayan da: Hûn ê weke derbekar bên bîranîn

  • rojane
  • 16:28 20 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê têkildarî cezayên li hevşaredarên Colemêrg û Dêrsimê hatine birîn daxuyanî da û wiha got: “Bi van biryarên derhiqûqî yên darazê re hûn ê weke derbekar bên bîranîn.” 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî cezayên hefsê yên li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak hatine birîn daxuyanî da. 
 
Li ser hesaba medyaya dijîtal a DEM Partiyê wiha hate gotin: “Îktîdar, bi cezayên daye Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş re hewl dide derbeya qeyûm û hewldana xwe ya dagirkirina şaredariyan rewa nîşan bide. Em van biryarên siyasî red dikin. Bi van biryarên xwe yên darazê yên derhiqûqî û êrişên li dijî îradeya gel re hûn ê weke derbekar bên bîranîn.”