Li Xelfetiyê hevşaredar hatin astengkirin

  • rojane
  • 16:43 20 Mijdar 2024
  • |
img

RIHA - Endamên Meclisa Şaredariya Xelfetiyê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin xwestin bikevin avahiya şaredariyê lê bêyî hincetek were nîşandan ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. 

Nobeta berxwedanê ya li navçeya Xelfetî ya Rihayê li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin di roja 17’an de didome. Endamên Meclisa Şaredariyê yên DEM Partiyî xwestin bikevin avahiya şaredariyê lê hatin astengkirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan û endamên meclisa şaredariyê li baxçeyê şaredariyê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Têkildarî astengkirina endamên meclisê tu teblîxat ji endamên meclisê re nehatin şandin. Polîsan gotin ku derheqê biryarê de di destê wan de belge tune ne û ew li gorî fermanên amirên xwe tevdigerin. 
 
Parêzer Mahsun Karakurt got ku bi hinceta “guncav nehatiye dîtin” ketina şaredariyê hatiye astengkirin. Karakurt, got: “Muxatab nîne, qanûn tune ye. Endamên meclisê bi keyfî nagirin hundir. Ketina me ya kargehê bi hinceta ‘guncav nehatiye dîtin’ tê astengkirin. Ev bi temamî keyfî ye. Kesek vê bêhiqûqtiyê qebûl nake.” 
 
Hevşaredar Saniye Bayram jî wiha bertek nîşan da: “Em dizekan naxwazin. We beriya niha tayîn kir û we navçeya me 20 salan paşve bir.” 
 
Parlamenter Ferît Şenyaşar jî anî ziman ku qereqol veguherandine qereqolê. Şenyaşar, got: “Endamên meclisê yên hatine hilbijartin bi keyfî tên astengkirin. Ev ne qeyûm, ev derbe ye.” 
 
'EV ZILM DÊ BI DAWÎ BIBE’ 
 
Hevşaredar Mehmet Karayilan jî wiha got: “Tişta tê kirin zilm e. Ev zilm dê bi dawî bibe. Dê kesên mafê bijartin û hilbijartinê xesp dikin winda bikin. Li pêşberî me muxatab tune ne, hêzên ewlekariyê jî tu muxataban nabînin. Ew cisareta wan nîne ku derkevin pêşberî gel.” 
 
'QEYÛM DÊ BIÇE EM Ê BÊN’
 
Endamên meclisê jî bertek nîşanî sepanê dan û demekî dirêj li baxçeyê  şaredariyê man. Endamên meclisê diyar kirin ku dê sibe dîsa bên pêşiya şaredariyê û dirûşma “Qeyûm dê biçe em ê bên” berz kirin.