AMED - Zanyarê Siyasetê Sînan Onal diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşbînî dike ku di serdema nû de nakokiyên di polîtîkayên li dijî kurdan de dubare nebin.
Zanyarê Siyasetê Sînan Onal li ser rengvedanên gengaz ên siyaseta Amerîkayê yên li ser Rojhilata Navînê û kurdan ên di serdema Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump de nirxandin û got ku Trump dê bi polîtîkayên xwe yên nerm hewl bide ku bandorê li Rojhilata Navînê bike. Nêzîkatiya ku li ser ewlehiya Îsraîlê disekine wê berdewam bike. Onal bal kişand ser wê yekê ku Trump di serdema xwe ya ewil de bi amûrên aborî û dîplomatîk mudaxileyî herêmê kiriye û wiha got: "Di vê serdemê de sînordarkirina hêzên ku ewlehiya Îsraîlê tehdîd dikin dê bibe polîtîkaya wî ya pêşîn. Trump dê ji rêveberiya Partiya Demokrat a Amerîkayê cudatir, rasterast ji dêvla şer wê li di warê aborî û mueyîdeyên siyasî de bimeşe."
'TIRKIYE MECBÛR KU VEGERE TIFAQA ROJAVAYÊ
Onal diyar kir ku serdema nû ya Trump a li Rojhilata Navînê wê li ser esasê "Peymana Îbrahîm" ava bibe û wiha got: "Ev korîdora nû ya aborî ya ku ji Hindistanê dest pê dike û di ser Nîvgirava Ereban, Îsraîl, Qibris û DYE'yê re derbas dibe û heta DYE'yê dirêj dibe, armanc dike ku aştiyeke cihû-ereb çêbike. Tirkiye êdî neçar e vegere kodên damezrîner ên Rojavayê."
‘DI HEYAMA NÛ DE HELWESTEKE NÛ'
Onal diyar kir ku navên di kabîneya Trump de îşareta wê yekê didin ku Tirkiye di têkiliyên bi rejîma heyî re dikare polîtîkayeke bêtawîz bimeşîne û got ku ev rewş wê rêveberiya Erdogan tengav bike. Onal got: "Di nava gelên ku hilbijartinên DYA'yê herî zêde şopandin de kurd jî bûn. Ez pêşbînî dikim ku nakokiyên polîtîkayên li hemberî kurdan ên serdema berê ya Trump, wê di serdema nû de dubare nebin. Bi taybetî di navbera salên 2016 û 2020'î de tecrîda li ser kurdan ji aliyê DYA’yê ve rastî encamên cidî hatin."
'TECRİDEN SİYASİ UZLAŞIYA'
Onal pêşbînî kir ku rêveberiya Trump wê tehemûlî destwerdanên qirkirinê yên li hemberî kurdan neke û li hember êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesteke tundtir nîşan bide. Olan diyar kir ku di serdema nû de polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Abdullah Ocalan jî yek ji mijarên ku DYA dikare li ser nîqaş bike û got: "25 salên di ser tecrîda 1999'an a DYA'yê re derbas bûn. Ev yek derdixe holê ku divê DYA bi kurdan re helwesteke siyasî bide der."
'LI ROJHILATA NAVÎNÊ PERGALEKE KONFEDERAL'
Onal da zanîn ku Trump dê di serdema nû de stratejiya xwe ya hêza nerm zêdetir li dijî hêzên mezin ên wekî Çîn û Rûsyayê bi kar bîne û ew ê li Rojhilata Navînê polîtîkayeke ku berjewendiyên DYA’yê esas digire bişopîne û wiha got: “Destpêkirina pêvajoyeke aştiyane, bi kurdan re wê hem bi kêrî Tirkiyeyê hem j, bi kêrî herêmê were. Têkoşîna kurdan a ku ev 40 sal in dewam dike, dibe ku derî li serdemeke ku li Rojhilata Navîn bibe bingeha sîstemeke konfederal veke. Lê belê, têkoşîna nû ya Trump, ji bo çarenûsa kurdan li Rojhilata Navîn gelek tiştên nenas jî vedihewîne. Îhtîmala ku pêvajoyeke nû ya ku rewşa kurdan diyar bike dest pê bike, hêviyên ji rêveberiya Trump zêdetir dike. Di vê pêvajoyê de xuyaye ku DYA dê bi kurdan re çawa pêş bikeve û stratejiyeke çawa bişopîne û xuya dike ku wê li Rojhilata Navînê hevsengiyên siyasî yên nû ve ava bike."