RIHA - Ji Rêveberên Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava Yûsûf Mistefa bal kişand ser tengijîna Îranê ya ji ber şerê li Rojhilata Navîn û wiha got: “Tirkiye yan dê Îmraliyê muxatab qebûl bike yan jî dê bikeve rewşa Îranê.”
Êrişên Îsraîlê yên li dijî Filstîn, Lubnan û Îranê berdewam in. Ji ber rewşa şer, hemû welatên li Rojhilata Navîn di nava aloziyê de ne. Nîqaşên li ser sînorên nû yên sedsala nû û tifaqên nû berdewam in.
Ji Rêveberên Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) Yûsûf Mistefa anî ziman ku Îsraîl dixwaze di sedsala 21’emîn de bibe hêza diyarker a teşe dide Rojhilata Navîn.
‘ÎRAN BIFIKAR E’
Yûsûf Mistefa diyar kir ku yek ji hedefên esasî yên êrişên bi Hamasê re dest pê kirin û piştre bi Lubnan û Sûriyeyê dewam kirin jî Îran e. Mistefa, wiha domand: “Ev sê sal in Îran rastî êrişên Îsraîlê tê lê ji şerekî bi îsraîlê re xwe paşve dide. Li bendê bû ku Îran li hemberî êrişên Îsraîlê bertekeke hişk nîşan bide lê helwestekî wiha raber nekir. Îran, li hemberî êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê ne yekser lê bi hêzên weke Hîzbullah û hêzên li wir şer dike. Îsraîlê, rayedarên yekemîn ên payebilind û yên piştî wan ên Hamas û Hîzbûllahê kuşt. Lê tevî vê jî Îranê di asteke bilind de bersiv neda û xwe paşve da. Nexwest ber bi şer ve were kaşkirin. Îran dizane ku derdora wê hatiye dorpêçkirin. Di esasê xwe de ev dorpêç ev 10 sal in didome. Dema Îran kete şer belkî mîna Sûriyeyê salên dûvdirêj şer bike û ev jî senaryoyên îxtîmalî ne. Lê hem ew hem jî hemû dinya dizane ku dema kete şer dê heybeta wê ya mîna berê nemîne.”
‘HEWL DIDIN ÎRAN XWE VEKIŞÎNE’
Bi domdarî Mistefa bi bîr xist ku di nava Îranê bi xwe de tevlihevî heye û wiha pê de çû: “Eşkere ye ku dê şer wê pir bide zorê. Dema em van tevan didin ber hev, wê demê mirov fêm dike bê ka Îran çima naxwaze şer mezin bibe. Dibe ku êrişeke yekser li dijî Îranê çênebe lê dê bikin ku Îran destê xwe ji Rojhilata Navîn bikişîne. Sedema sereke ya dewletên mîna Ingilistan û Almanyayê daketin qadan jî ev e. Îran niha tenê di pozîsyona xweparastinê de ye. Nikare ji vir û pê de biçe. Di 19’ê cotmehê de li dijî mala Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu bi droneyan êrişek hate kirin. Hikûmeta Îsraîlê got ku ev êriş ji hêla Îranê ve hatiye kirin. Lê belê ajansên dewletê yên Îranê ev yek tavilê derewandin û gotin eleqeya Îranê pê re tune ye. Got ku Hîzbullahê ev êriş pêk aniye. Ji bo Îranê rewş gihiştiye vê astê.”
PROJEYA ‘KORÎDORA ENERJIYÊ’
Di berdewamê de Mistefa bi lêv kir ku Îsraîlê bi hinceta êrişên Hamasê, ji bo bidestxistina herêma “Korîdora enerjiyê” ya li Xezeyê operasyoneke berfireh daye destpêkirin û wiha got: “Nexşeya dê were xêzkirin, projeyeke 100 salî ye. Netenyahu, li pey dîzayneke Iraq, Sûriye û heta Tirkiyeyê digire nav xwe de ye. Belkî sînor teqez nehatine xêzkirin lê eşkereye ku dê mudaxileyî hêzên li wir bike. Li hêla din hewldan heye ku Tirkiyeyê li derveyî vê ‘Korîdora enerjiyê’ bihêlin. Heta Erdogan di daxuyaniyeke xwe de digot ku heta ev korîdor di destê wan de nebe dê neyê çêkirin.”
REWŞA ÎXTÎMALÎ YA LI SÛRIYEYÊ
Yûsûf Mistefa destnîşan kir ku ne tenê netewe-dewlet lê gelên Rojhilata Navîn jî dikişînin nava şerê heyî û ev tişt anî ziman: “Kurd jî bixwazin nexwazin jî di nava vî şerî de cih digirin. Îsraîla ku di dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de berê xwe daye Lubnan û Sûriyeyê, armanc dikir ku hêzên Îranê yên li van deveran qels bike. Qelsbûna hêzên Îranê, dibe ku valahiyekê li van deveran çêbibe. Bi vê yekê re jî dibe ku komên girêdayî Tirkiyeyê yên li Idlibê yên weke Cebhet El Nusrayê ji vê valahiyê sûd bigirin û van deveran dagir bikin.”
‘GOTINÊN RIZGARKIRINA EFRÎNÊ NE GOTINÊN VALA NE’
Mistefa, anî ziman ku koma Tahrîr el-Şamê ya di nava komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê de cih digirin dibêjin “Em ê Helebê bistînin.” Mistefa, diyar kir ku Heleb di navbera Mûsil û Dîlokê de xwedî cihekî stratejîk e û wiha derbirî: “Di serdema rejîma Sûriyeyê de weke bajarê aboriyê dihat naskirin. Tirkiye navberekê heta Helebê çûbû lê rûsan ew ji wir derxistin. Lewma dibe ku ji bo vê dîsa gavan biavêjin. Lê belê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li vir in. Hêzên HSD’ê herî dawî gotibûn ‘Efrîn dê careke din li ser pêyan bisekine’ dabû.’ Dema mirov tevî geşedana din dinirxîne, mirov dikare bibêje ku ev gotin ne gotineke naveroka wê vala ye.”
‘TIRKIYE TENGIJIYE’
Mistefa, bi lê kir ku geşedanên heyî dê bandoreke mezin li kurdan bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rewşa kurdan dê ji ya di serdema Şerê Yekemîn ê Cîhanê de pir cuda be. Polîtîkaya tê meşandin an jî rêya tê xêzkirin çi dibe bila bibe dê kurd li vir xwedî maf û gotin bin. Kurd, li Rojhilata Navîn gelek rengan tînin gel hev. Heke şereke biqewime, dê rewşa kurdan ji mîna ya niha xerabtir nebe. Em dikarin vê bi zelalî bibêjin. Di esasê xwe de li pêşiya kurdan firsendeke sedsalî heye. Divê ev were zanîn ku kurd êdî ji wê xaka lê hatibûn veşartin derketin. Tirkiye niha di nava krîzeke aborî ya mezin de ye û xitimî ye. Dema em li polîtîkaya wê ya derve dinêrin, dibînin ku ji sedî 80 guherî ye. Çû ber piyê hemû welatên berê pê re şer kiribû û siyaseteke nerm meşand. Li Tirkiyeyê jî heman helwestan pêş dixe. Ev yek nîşan dide bê ka Tirkiye çiqas tengijî ye. Lê em dibînin ku ji bo kurdan bikişîne cem xwe hewl dide hinek ‘îmtiyazên biçûk’ bide kurdan. Helwesta wê bi vî rengî ye. Lê belê ev yek dê pirsgirêkan çareser neke. Ji ewil divê zîhniyeta xwe biguherîne. Heke neguherîne dê pir mezin winda bike.”
‘AN DÊ ÎMRALIYÊ MUXATAB BIGIRE AN JÎ DÊ...’
Mistefa, axaftina xwe wiha qedand: “Divê Tirkiye micid nêzî pirsgirêka kurd bibe û gavên cidî biavêje. Di serî de birêz Abdullah Ocalan, divê fîgurên din ên girîng bên berdan. Rêyeke din a ku divê Tirkiye bişopîne jî naskirina statûya kurdên li Tirkiyeyê û ya Rojava ye. Tirkiye di van salên dawî de her tim bi du benikan lîst. Gelek hêzan polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn ‘durûtî’ dinirxand. Lê belê ne di wê pozîsyonê de bû ku bidomîne. An dê Îmraliyê muxatab bigire an jî dê bikeve rewşa Îranê.”
MA / Ceylan Şahînlî