Hevşaredarê Miksê Hazir: Li ser talîmatê ceza dan

  • rojane
  • 12:26 29 Mijdar 2024
  • |
img
WAN - Hevşaredarê Miksê Ayvaz Hazir diyar kir ku bi rêya talîmatê 3 sal û 11 meh cezayê hefsê lê hatiye birîn û wiha got: “Heke ez hevşaredar nebûma dê min beraet bikira. Hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye.” 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên 31’ê adarê de Şaredariya Miksê ya Wanê bi dest xist. Ayvaz Hazir jî weke hevşaredar hate hilbijartin. Derheqê Hazir de 9 sal berê dozek hatibû vekirin û di dozê niha 3 sal û 11 meh cezayê hefsê hate birîn. Îdiaya “Her çend endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” weke hinceta cezayê hate nîşandan. 
 
‘SEDEMA CEZAYÊ KURDBÛNA MIN E’
 
Hazir, têkildarî cezayê derheqê wî de hatiye dayin axivî û wiha got: “Cezayê hatiye dayin nîşan dide ku hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye. Di sala 2015’an dema di şaredariyê de dixebitîm, tev li çalakiyekê bûbûm û bi vê boneyê doz hate vekirin. Berê li şaredariyê weke endezyarê înşaetê dixebitîm. Di heman demê de min xebatên çapemeniyê dimeşand. Wê rojê beşdarî çalakiyê bûm û min wêne kişandin. Piştre li min û 15 kesan doz hate vekirin. Wê demê em memur bûn lewma Wezareta Karên Hundir parastina me xwest. Me jî parastina xwe kir. Bi ser re 9 sal derbas bûn û ez bûm hevşaredar. Bi biryareke siyasî ceza li min hate birîn. Em qet li benda cezayê nebûn. Dadgerî ev biryar bi îradeya xwe ya azad nedaye. Zor lê hatiye kirin û wisa daye. Sedema vê cezayê jî kurdbûna me ye. Ji ber ku hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye.” 
 
‘HEWLDANA DERBEYA LI DIJÎ VÎNA GEL E’ 
 
Hazir, got; “Heke ez hevşredar nebûma dê min beraet bikira” û axaftina xwe wiha qedand: “Dema hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de be û ferman bên dayin, rewş wiha dibe. Ez vê bi tu awayî qebûl nakim. Gelê me pratîka min a 8 mehan dît. Miks a ku nekarîn bi hilbijartinê bi dest bixin, hewl didin bi van derbeyan bi dest bixin. Em di hilbijartinan de bi ser ketin û mazbataya me 15 rojan dereng dan. Me wê rojê li ber xwe da û dê îro jî li ber xwe bidin. Mesele ne darizandina min e, mesele darizandina îradeya gel e. Ev, hewldaneke derbeya li dijî vîn a gel e.” 
 
MA / Bîlal Babat